Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne

img
MELETÎ - Tevî ku hin malên li gundê Mihaciran ê navçeya Wêranşarê ku 350 mal lê hene hatine hilweşandin jî ji bo derxistina sewalên di bin kavilan de li benda biryara “hilweşînê” ya wezaretê ne. 
 
Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde xesar gihiştiyê jî Meletî ye. Gundê Mihaciran ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê ku yek ji gundên elewiyan e jî ji erdhejê bi bandor bû. Di gund de ji bilî xaniyan gelek gov jî hilweşiyan. Li gundê ku 11 kesan jiyana xwe ji dest da 500 kesan koç kir û hêj 200 kes lê dijîn tevî 25 roj derbas bûn jî kavil hêj di cihên xwe sekinîne. Şêniyên gund ji bo xaniyên xesareke giran gihiştiyê li benda biryara “hilweşînê” ya rayedarên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ne. Ji ber bîryarek wiha nîne sewalên ku di bin kavilên hilweşiyayî de mayî nikarin bên derxistin. 
 
Mûxtarê Gundê Mihaciran Îrfan Barlas, anî ziman ku heta niha tu rayedar nehatine. 
 
DI XANIYÊN DI BIN BERFÊ DE TESPÎTA XESAR KIRIN
 
Barlas, anî ziman ku rayedarên girêdayî Wezareta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di roja erdhejê ya duyemîn de ji bo xaniyên di bin berfê de lêkolîn bikin hatine û wiha got: “Dema em bi canan, welatiyan, xwarin û vexwarinê re mijûl dibûn ew hatibûn. Wê rojê berfeke zêde barî bû. Gotin ji Wezareta Hawîrdor û Bajêrvaniyê bi dilxwazî hatine û hewce nake ku kes bi wan re bigere. Gotin ‘em wêneyan dikişinin û ji peyke diavêjin’. Ji bo tespîta xesarê hatibûn. Lê welatiyên niha li gund nimreya deriyê xwe jî nizanin. Ji nû ve nimre li xaniyan kirin lê hêj bi xaniyan ve nekirine. Kes bi ser e dewletê jî nizane. Her roj erdhejok çêdibin û xanî hildiweşin. Ji ber vê rewşê em bi gazin in.”
 
‘ME HIM JI WALITIYÊ RE HIM JÎ JI QEYMEQAMTIYÊ RE RAGIHAND’
 
Barlas, ragihand ku rayedaran ew bi tu awayî agahdar nekirine û wiha got: “Me mexdûriyeta em dijîn him ji walîtiyê re him jî ji qeymeqamtiyê re ragihand. Gotin em ê dîsa werin. Lê tevî ku roja erdhejê ya 24’emîne jî kes nehat. Xanî hêj di hilweşin lê kes nehat. Hêj di bin kavilan de herî kêm 350 sewalên ku mirî hene. Gelek sewal me bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistin. Lê ji ber biryara ‘hilweşînê’ ya xaniyên bi xesar nîne sewalên mirî nikarin ji bin kavilan bên derxistin. Li vir maşîneyên kar hene lê ji ber ew jî nehatine agahdarkirin kavilan ranakin. Em nizanin we kengî bên û biryarê bidin.”
 
BÊHNEKE PÎS BELAV DIBE
 
Barlas, diyar kir ku nêzî 700 kes li gund dijiyan lê piştî erdhejê zarok û pîr di nav de 500 kesan koçî bajarên cuda kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên li vir erd û zeviyên wan baxçeyên wan heyî man. Nêzî 200 mirovan li vir dimîn lê kes napirse. Li vir rîska şewbê heye. Divê demildest ji b ovan sewalan gavek were avêtin. Li gund bêhneke zêde ya heywana belav dibe. Li gund tuwalet û serşok nehatin avakirin. Li gund heta niha tenê du xanî hilweşandin. Hewa jî gerim dibe. Bêhn belav dibe û divê çareyek ji vê bêhnê re bê dîtin.”
 
MA / Dilgeş Rûvanas
 

Sernavên din

01/08/2023
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir