MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin?

AMED - MKGP’ê û DFG’ê ji bo neamade kirina îdîanameya 16 rojnamegeran daxuyanî da û wiha gotin: “Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku meheke li dû xwe hiştiye dokumanên dîjîtal negihaştiye ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya miduriyeta polîsan ve gire da. Em jî vê yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?”
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 16 rojnamegerên ku ev 9 meh in îdianameya wan nehatine amade kirin li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê dê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û wêneyên rojnamegerên girtî hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, malbatên rojnamegerên girtî, parlamentera Partiya Demokratîk a Amedê (HDP) Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û gelek hempîşeyên rojnamegeran amade bûn. 
 
Daxuyaniya tirkî ji hêla Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş, ya kurdî jî, ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metînayê ve hat xwendin. 
 
Metînayê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 8’ê Hezîranê de li Amedê jê 20 rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û li Muduriyeta Polîsan a Amedê hatin girtin. Di çarçoveya operasyonê de lêgerîn hem li malên hevalên me hem jî li şîrketên JINNEWS, Pel, Piya û Ari cihên hevalên lê dixebitîn lêgerîn hat kirin. Polîsan dest xistin ser ekîpmanên xebatê yên wekî kompîtur, kamera, wênekêş, mikrofon, arşîvên rojnameyan, wêneyên şehîdên çapemeniya azad. Polîsan ev wêne wekî delîlên sûc parve kirin û di bin navê lêgerînê de mehekê saziyên çapemeniyê dagir kirin. Her wiha bûn asteng ku hempîşeyên me karê xwe bikin. 
 
EV OPERAYONEK SIYASÎ YE
 
Polîsan ji hevalên me yên ku bi awayekî nehiqûqî 8 rojan di bin çavan de man tenê pirsa nûçe û bernameyên wan kirine. Ev operasyoneke siyasî ye. Bi vê operasyonê Midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelik, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin bi iddiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
 
WE DI 8 MEHAN DE ÇIKIR
 
9 meh ji ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger re derbas bû. Li wir îddianameyeke hatiye amadekirin tune ye. Pêvajoya girtinê veguheriye îşkence û infaza bê daraz. Dozgerê dosyayê ku divê vê îşkenceyê ji holê rake ji bo vê girtina neheq li mana û li tûrikekî digere. Em ji dozgerê ku dibêje ‘okumanên dîjîtal pir zêde ne’ vê pirsê dikin: ‘Gelo ne zêde ye ku ev rojnameger ewqas roj in girtî ne?’ Medyaya alîgir jî dema hevalên me di bin çavan de bûn diyar kiribû ku dokumanên bernameya 80 saetî hatine lêkolînkirin û li vir îddia kirin ku têkiliyeke rêxistinî hatiye danîn. Diyar e ku dozgerê ji wan dokumanên bernameya 80 saetî ‘endamtiya rêxistinê’ dernexistiye vê carê bi dû lêkolîna dokumanên dîjîtal ên cuda ketine. Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku ev meheke li dû xwe hiştiye dokumanên dîjîtal negihaştiye ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya miduriyeta polîsan ve gire da. Em jî vê  yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?
 
HEMPÎŞEYÊN ME BERDIN
 
Ev helwesta dozgerê dosyayê jî nîşan dide ku îddianameyê ne dozger polîs amade dike. Dewsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê mudaxaleyî vê rewşê bike xwe li dû hinceta ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ vedişêre. Dev ji vê yekê berdin; Madem hûn dibêjin ev lêpirsîneke berfireh e wê demê hûn çima dozgerê vê lêpirsînê ji dosyayên din muaf nakin? Madem hûn dibêjin ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ wê demê hempîşeyên me berdin û wiha îddianameyê amade bikin. Kanî darizandina girtî îstisna, darizandina serbest esas bû?
 
ROJNAMEGERÎ NIKARE BÊ DARIZANDIN
 
Girtina 16 rojnamegeran a li girtîgehê veguheriye cezakirinê. Em vê rewşê ji desthilata siyasî ya di serdemeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de, bû kavil û bi ser gel de hat, nikarin cuda bigirin dest. Em bang li dozger û dadgeran dikin: Dev ji tevgera bi talimata desthilata ku îro heye lê sibehê tune ye, berdin. Ji vê şaşîtiyê vegerin, dev ji sepanên neheq û bêhiqûqî berdin. Ji ber rojnameger di bin sîwana desthilatê de weşana xwe nakin, wan nedarizînin. 16 hevalên me demildest berdin û îddianameya wan amade bikin. 
 
Wê astengî, girtin, lêpirsîn û doz nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin. Rojnamegerî nikare bê darizandin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

10/08/2023
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket