'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'

img
ÎZMÎR - Dewletê alîkariya bajarên ku kurd, elewî û ereb lê dijîn nekirin. Nivîskar Huseyîn Ozan vê yekê, wekî 'bi zanebûnî guheradina pergala demografiyê' şîrove kir û got ku erdhej ji bo polîtîkayên dewletê yê ku sed sal in tên pêkanîn veguheriye "firsendekê". 
 
Erdhejên Mereşê li 11 bajaran bûn sedema rûxandineke mezin û mirina bi hezaran mirovan. Dewlet piştî erdhejê bi rojan alîkariya van nekir û ev yek bû sedema mirina bi hezaran mirovan. Mehek di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî li hin bajaran pirsgirêkên mezin hene û mirov ji ber neçareserkirina pirsgirêka hêwirandin, di konên serobero de dimînin an jî koçî bajarine din dikin. 
 
Ev yek ji aliyê gelên herêmê ve wekî polîtîkayeke bi zanebûnî tê nirxandin û nirxandinên der barê pergala demografiyê ya herêmên erdhejê de jî vê yekê piştrast dike. Mereş, Semsûr û Dîlok bajarên kurd û elewiyan e û Hatay jî bajarê erebên elewî ye. Li van herêman ji berê de polîtîkayên komkujî û bişavtinê di dewrê de ne, lê bi erdhejê re ev yek zelaltir bûye. Ji lew re desthilat piştî erdhejê çend rojan bi hawariya van bajaran de neçû.
 
DESTHILATÊN YEKTÎPÎ
 
Têkildarî xetereya guherandina demografiya bajaran a piştî erdhejê em bi nivîskar Huseyîn Ozan re axivîn. Ozan bilêv kir ku erdnîgariyên Anatolya û Mezopotamyayê bi hezaran salan malovanoya gelek gelakn kirine, lê li van xakan feraseteke tekparêz a faşîst xwe kiriye desthilatdar. Ozan destnîşan kir ku ev fikir ne ya gelê tirk ne jî ya gelên din ên van xakan e û got: "Ev ferzkirineke bîrdozî ya klîkeke serdest û emperyalîst bû. Piştî van erdhejan nemudaxilekirina li van bajaran, fikarên wekî ji ber ku ev der elewî û kurd in afirandine. Polîtîkayên bi sedan salan, bûne sedema van fikaran . Em wisa difikirin ku bi zanebûnî alîkarî nehatiye kirin û armanc ew e ku bi vê karesatê re demografiya herêmê bê guherandin." 
 
POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRIN
 
Ozan da zanîn ku der barê van bajaran d eku bandor ji erdhejê girtine bi dehan salan hin plan hene û got: "Elbistan û Bazarcix ji berê de gelek caran rastî qirkirinan hatine. Bi taybetî di dema komkujiyên Mereşê de gelek kes hatin koçberkirin. Paşê jî xwestin bi bicihkirina penaberên sûriyeyî demografiya vir biguherînin. Yanî armanc dikirin mudaxileyî demografiya van bajaran bikin. Çendî bişavtinê texrîbaeke mezin anî serê elewiyan jî, lê li herêma Semsûrê hê jî çanda kevneşopiyî dewam dikir. Herêma Hatayê jî cihê erebên elewî bû. Di qanûnên îskanê yên dewletê de, hin xal hene ku hin komên biçûk ên ne tirk li hin deverên welêt bên belavkirin. Di 50 salên dawî de jî koçberiyeke ber bi derî welêt tê ferzkirin. Em dibînin ku tê xwestin gel û çandên qedîm ên li van deran piştî vê karesatê bên tasfiyekirin." 
 
Ozan diyar kir ku ji bo afirandina civakeke homojen gel tim tên koçberkirin û got ku tê xwestin ku nasnameya van gelan ji holê bê rakirin. 
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
 
Ozan ku got "ev talûkeyeke pir cidî ye", anî ziman ku di dema şer de jî dîmeneke wiha dernakeve holê. Ozan ragihand ku di raporên der barê kurdan de gotine "nirxandina zelzeleyê" derbas dibe û got: "Berê jî gelek caran nirxandin. Di dema erdhejên Gimgim û Eriznganê de jî heman tişt çêbûn. Mesela ji Behrareş gelek kes li gundên kurdên elewî yên Erzinganê hatin bicihkirin. Jixwe di pêvajoya şewitandina 94 gundan de jî bi milyonan kes ji herêmên erdhejê hatin koçberkirin. Polîtîkaya guherandina demografîk, ji zû de bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Mixabin gava em bi awayekî mirovî û wijdanî bifikirin, aqilê mirov nagire. Lê ev, van tiştan dikin. Hemû derfetên xwe bi kar tînin û vê guherandinê dikin." 
 
JINÛVEAVAKIRIN
 
Ozan destnîşan kir ku gel divê li dijî vê talûkeyê yekîtiya xwe ya cicakî biparêze û got ku divê bi pêşengiya şoreşger, demokrat û welatparêzan hemû kesên xwedî wijdan seferber bibin û bal kişand ser jinûveavakirinê.
 
MA / Tolga Guney
 
 
 

Sernavên din

10/08/2023
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket