Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin

img
STENBOL - Li Stenbolê tevî hemû êriş û zextan jî 44 sal in agirê Newrozê qet venemiriye. Tê payîn bi sedhezaran kes ji netew, bawerî û çandên cuda mirov tev li pîrozbahiya li Meydana Yenîkapiyê bibin. 
 
Agirê Newrozê wê îsal bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" li dijî zilma zaliman were pêxistin. Newroza ku diyarî bi deh hezaran qurbaniyên erdhejê tê kirin, tê payîn wek her sal bi milyonan kes tev li bibe. Piştî Amedê yek ji bajarên ku beşdariya wê qelebalix e Stenbol e. Newroza Stenbolê dê di 19'ê adarê de bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meydana Yenîkapiyê bê lidarxistin. Îsal wê bibe sala 44'emîn ku agirê Newrozê li Stenbolê tê hilkirin. 
 
Newroza Stenbolê ku wekî “Baxçeyê Gelan" tê pênasekirin. Newroza ku di sala 1979'an de li Salona Dawetê ya Încî bi tevlibûna Hezar û 500 kesan dest pê kir, niha ji aliyê milyonan ve tê pîrozkirin. Agirê Newroza ku 44 sal berê li taxên Stenbolê pêket, di 2015’an de li qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. 
 
JI TAXÊ DEST PÊ KIR Û LI QADAN GEŞ BÛ 
 
Newroza ku di sala 1979'an de li salona dawetê dest pê kir û heta salên 1990’an di nava kolan û taxan de hat pirozkirin, piştî salên 1990’î tax bi tax li nava Stenbolê belav bû. Piştî bi sed hezaran kurdên ku mal û gundê wan li bajarên Kurdistanê şewitîn û koçî Stenbolê kirin çanda pîrozbahiya Newrozê bi xwe re birin kolan û taxên Stenbolê. Piştî koçberiyê dest pê kir, agirê Newrozê jî sal bi sal li tax û navçeyên Stenbolê geş bû û belav bû. Yekem car di 21'ê Adara 1995’an de Newroza girseyî li Parka Saraçhane ya Fatîhê hat pîrozkirin. Polîsan bi awayekî tund mudaxaleyî girsê kiribû û bi dehan kes hatibûn binçavkirin. 
 
YEKEMÎN PÎROZBAHIYA LI KAZLIÇEŞMEYÊ 
 
Tevî hemû zext û tundiyê yekem car Newroz di sala 1996'an de Newroz bi girseyî li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû hat pîrozkirin. Zêdeyî 15 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bû hevîya xwişk û biratiya gelan. 
 
DI SALA 1999’AN DE AGIRÊ SERHILDANÊ PÊXISTIN
 
Di sala 1997'an de bi tevlêbûna deh hezaran li qada Abide-î Hurriyetê Agirê Newrozê geş kirin. Di sala 1998'an de carek din li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû pîroz kirin. Di sala 1999'an de jî gelên Stenbolê li dijî komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi deh hezaran û bi silogana “Agirê Serhildanê" hat pîrozkirin. 
 
AGIRÊ SERHILDANÊ LI HEMÛ TAXAN BELAV BÛ
 
Newroza Stenbolê di 2000’an de bû agirê Serhildanê û li çar aliyên Stenbolê belav bû. Vê carê ne tenê gelê kurd, êdî gelên din û rengên din jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê jî di sala 2000’an de dîsa li Qada Abide-i Hurriyetê ya Şîşliyê ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin. Girseya ku li qadê kom bû rastî mudaxaleyên dijwar ên polîsan hatin. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên rastî êrîşên polîsan hatin, di vegera tax û navçeyan de vê carê di saetên şevê de Agirê Newrozê li taxan belav kirin û li hemû taxên Stenbolê Agirê Newrozê geş kirin. 
 
HER DER BÛ AGIRÊ NEWROZÊ
 
Her ku qedexe zêde bû pîrozbahî jî belav bû. Walîtiya Stenbolê di 2001'an de dîsa qedexe kir. Lê vê carê Agirê Newrozê li hemû tax û navçeyên Stenbolê geş bû. Gel qedexe nas nekir û bi hezaran herikin Qada Kazliçeşmeyê. Tevî ku bi hezaran polîsan barîkat danîn û mudaxaleyî gel kir jî, gel astengî nas nekir û Newroz pîroz kir. Piştî gel agirê Newrozê geş kir polîsan mudaxale kir û li gelek cihan pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li taxên xwe vegeriyan vê carê li taxên xwe agir geş kirin. Dîsa mudaxaleya polisan li nava taxan belav bû. 
 
Waliyê Stenbolê di sala 2002'an de dîsa pîrozbahiya Newroz li Stenbolê qedexe kir. Lê dîsa gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatî derketin kolanan û Newroz pîroz kir. Di sala 2003'an de pîrozbahiya Newrozê di bin dagirkeriya DYA ya Iraqê de hat pirozkirin. Bi sed hezaran kesên tev li pirozbahiya Newrozê bûn şer şermezar kir. Newroza 2003'an bi tevlêbû gelê kurd û tirk a li dijî şer hat pîrozkirin. 
 
80 HEZAR KES BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN
 
Di sala 2004'an de, piştî salên 90’an yekem car Newroza herî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Nêzî 80 hezar Stenbolî li Qada Kazliçeşme kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kir. Ji 2004'an heta 2012'an navnîşana Qada Newrozê nehat guhertin. 8 salan li ser hev Newroz bi girseya herî mezin li Qada Kazliçeşme hat pirozkirin. Di 2012'an de dîsa Newroz qedexe kirin. Tevî ku qedexe kirin jî bi sed hezaran kurd herikîn Qada Topkapi û xwestin Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran kesên ku xwestin ji Topkapi bimeşin Qada Kazliçeşmeye rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û zêde bombeyên gazê avêtin nava girsê Rêveberê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yê Navçeya Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest da. 
 
JI HEZARAN BÛN SED HEZAR, JI SED HEZARAN BÛN MILYON
 
Piştî gel di 2012'an de qedexe û kuştin nas nekir di salên 2013, 2014 û 2015’an de dîsa bi sed hezaran Stenbolî berê xwe dan Qada Kazliçeşmeyê. Di Newroza 2013'an a li qada Kazliçeşmeyê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Bi milyonan Stenbolî li Sûrên Stenbolê dirûşmeya “Bijî Newroz” berz kirin. Di pîrozbahiyên 3 salan de bi milyonan gelê Stenbolê ku di navde kurd, tirk, turkmen, çerkez, Pomak, LGBTÎ û anarjîst jî hebûn qada Newrozê kirin "Baxçeyê Gelan" ê Tirkiye. 
 
HER DER NEWROZ
 
Di 2016’an de wekî hemû Tirkiye li Stenbolê jî Newroz hat qedexekirin. Lê gelê Stenbolê dîsa qedexe nas nekir û dîsa tevî hemû astengî û qedexeyan li hemû tax û kolanên Stenbolê Newroz pîroz kir û Stenbol kirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Her der Newroz her der berxwedan" pîroz bike. Lê ji ber Walîtiyê destûr neda û her derê qadê girt û avahiya HDP'ê dorpêç kir, li hemû tax û navçeyên Stenbolê hefteyekî li ser hev her der bû qada Newrozê û li her derê Agirê Newrozê geş bû. Bi sed hezaran di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana xwerêveberiya cewheri silav kirin. 
 
VÊ CARÊ LI QADA KARTALÊ PÎROZ KIRIN
 
Di sala 2017'an de vê carê Newroza Stenbolê li Qada Kartalê hat pîrozkirin. Her çend Qada Kartalê ne navendî bû jî dîsa ji ber ku li wir destûr hat dayîn Bi sed hezaran kes herikî Qada Kartalê û bi dirûşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. 
 
Gelê Stenbolê ku qedexe û astengî nas nekirin û sal bi sal bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz pîroz kir. Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê bi bidrûşma “Newroz raperîn e! Li dijî faşîzmê bahara gelan e!" bi tevlibuna hemû bawerî û gelan pîroz bikin. Ji ber ku di sala 2018'an de li Efrînê şer hebû û tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikir, peyamên sereke yên Newrozê Efrîn û tecrida li ser Ocalan bû.
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA
 
Di sala 2019'an de jî li Stenbolê Newroz bi dirûşma "Teqez em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" li Bazara Gel a Bakirkoyê hat pîrozkirin. Temaya naveroka Newroza 2019'an rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Leyla Guven û bi hezaran girtî di Newroza 2019'an de di greva birçîbûnê de bûn. 
 
NEWROZ JI BER PANDEMIYÊ HAT BETALKIRIN 
 
Ji sala 1979’an heta sala 2019’an ku li gel hemû astengî û mudaxileyan jî li Stenbolê Newroz hat pîrozkirin lê belê di sala 2020'an de ji ber vîrûsa koronayê Newroz nehat pîrozkirin. Lê tevî betalkirina bernameya giştî ya Newrozê jî gelê kurd û gelên din wek salên 90'î li tax û malên xwe agirê Newrozê pê xistin. 
 
'BI RUHÊ NEWROZÊ LI BER XWE DAN' 
 
Temaya Newroza sala 2021'an jî azadî û serketin bû. Newroza sala 2021'an a li Stenbolê di roja 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiya Stenbolê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîrozkirin. Di Newrozê de xelkê hêrsa li dijî tecrîdkirina Ocalan anî ziman û nerazîbûn nîşanî hewldana girtina HDP'ê û betalkirina Peymana Stenbolê hat nîşandan. Newroza par adeta veguherî "ruhê têkoşîna hevpar" û azadî hat qîrkirin. 
 
'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE' 
 
Newroza sala 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hat lidarxistin û wek her salên beriya wê li qadên Newrozê "Azadiya Ocalan" hat xwestin.  
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

10/08/2023
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket