Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn

img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê vê hefteyê li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû yê di 1994’an de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 735’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêneyên windayan li erdê hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 1994’an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku kujer qet bi tu awayê adilane nehatine darizandin û cezakirin û got: “Me duh heman aqûbetê di doza JÎTEM’ê ya Enqereyê de dît. Dixwazin polîtîkayên salên 90’ê berdewam bikin û div ê yekê de bi biryar in. Herî dawî me di maça Amedspor-Bursasporê de me cihêkarî, nijadperestiyê û êrişên nijadperest dît. Carek din bi wêneyan û êrişên nijadperest xwestin înkara kurdan bikin. Nîşandana wêneyên Torosê û Mahmût Yildirim (Yeşîl) carek din peyama ku wê kujer bêceza bimînin û hesab nedin hat dayîn.” 
 
‘WÊ EV PERGAL BÊ GUHERTIN’ 
 
Bûrhan Babaoglû ku kekê Nazim Babaoglû ye jî axivî û diyar kir ku dema birayê wî hatiye revandin ew di hefsê de bûye û wê serdemê dayikan parêzvaniya mafên mirovan dikir û wiha got: “Niha ez li derve me û helbet dora nobedê li ser min e. Ez vî wêneyî bi rûmet hildigirim. Ev wêne ji bo yên li edaletê digerin her tim bûye çavkaniya hêz, moral, piştevanî û îradeyê. Birayê min hat windakirin. Em dizanin kê ew winda kiriye. Em dizanin ji bo çi jî hatiye windakirin. Pirsgirêk ne ya sê çar eşqiyayên wî winda kirine ye. Pirsgirêk hebûna vê pergalê ye ku rêxistinên kontrayî ava dike. Wê ev pergal were guhertin. Çi dibe bila bibe wê bê guhertin. Dibe ku dengê me hindik derdikeve û hejmara me kêm be lê li pişt me dîrokek heye. Em mafdar in û serbilind in.” 
 
PÊNÛSA WAN DÊ HER BINIVISÎNE 
 
Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Kadrî Esen jî di çalakiyê de ji bo bîranîna hevpîşeyê xwe Nazim Babaoglû axivî û xwest aqûbeta Babaoglû bê ronîkirin û kujer bên cezakirin. Esen destnîşan kir ku ew ê li ser şopa cangoriyên çapemeniya azad bimeşin û wê her têkoşîna wan bidomînin û pênûsa wan bidin nivîsandin. 
 
SERPÊHATIYA WINDAKIRINA BABAOGLÛ 
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz metna serpêhatiya windakirina Babaoglû xwend. Akdenîz zanîn ku rojnameger Nazim Babaoglu di 19 saliya xwe de li Bûroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî û serpêhatiya wî wiha vegot: “Şefê Bûroya Rihayê yê Ozgur Gundemê Kemal Kiliç jî di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin. 4 cerdewanên ji eşîra Bucakê bi ser mala mamosteyan de girtibûn û dest dirêjî mamosteyekê û xwîşka wê kirin. Baboglu jî nûçeya bûyerê çê kir û di Ozgur Gundemê de hate weşandin. Piştî vê nûçeyê jî gefên li ser Bûroya Rihayê zêdetir bûn. 
 
Nûnerê Ajansa Anadoluyê yê navçeyê û xebatkarê rojnameyeke herêmî Mûrat Yogunlu di 12’ê Adara 94’an de li Bûroya Ozgur Gundemê geriya. Di telefonê de got ku li Sêweregê derheqê cerdewanan de nûçeyeke gelek girîng heye û divê teqez nûçegihanek bê şandin. Nazim jî ji bo şopandina nûçeyê çû Sêweregê. Lê êdî tu agahî jê nehatin girtin. Li gorî gotinên şahidên bûyerê, Nazim ji bo hevdîtina bi Mûrat Yogunlu re çû Rojnameya Îrfanê. Cerdewanên eşîra Bucakê ku hatibûn rojnameyê, Nazim bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û birin mala Sedat Bucak. 
 
Tevî îfadeyên şahidan û serlêdanên malbatê jî, encamek ji vê dozê derneket. Hewl dan aqûbeta rojnameger Babaoglu di tariyê de bihêlin. Kiryarên wî jî bi mertalê necezakirinê tên paratin. Êdî dawiyekî li vê rûxandina pergala hiqûq û edaletê bînin. Peywira we ye ku hûn aqûbeta Babaoglu ronî bikin, derheqê gumanbarên ku sûcê li dijî mirovahiyê kirine de lêpirsîneke baş bidin destpêkirin. Çend sal derbas dibin bila bibin lê belê em ê dev ji pirsîna aqûbeta windakiriyan û Qada Galatasarayê bernedin ku 186 hefte ne li me hatiye qedexekirin.”
 
Dayika Babaoglû, Makbûle Babaoglû beriya bimire gotibû, “Ez dixwazim beriya mirina xwe gorê zarokê xwe bibînim û kujerên wî bên darizandin.” Beriya edalet pêk were Makbûle Baboglû di sala 2017’an de wefat kir. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 572’yemîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehemt Mungan ê di 18’ê adara 1998’an de li Bajaroka YenÎkoya bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêvebera ÎHD’ê Gulbahar Kaya, serpêhatiya windakirina Mehmet Mûngan xwend û destnîşan kir ku ji wê rojê carek din tu xeber jê nehatiye girtin û şopek wî jî nehatiye dîtin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

10/08/2023
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket