Newroza Dêrsimê: Em heqê xwe helal nakin

img
DERSÎM - Newroza Dêrsimê ya bi meşê destpê kir li Qada Seyîd Riza bi coşeke mezin berdewam kir.  Gel tevî barîna baranê jî heya dawî li qadê man.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ve li Qada Seyîd Riza bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” Newroz hate pîrozkirin. Komeleyên Demokratîk ên Elêwiyan (DAD), Partiya Kedê (EMEP), KCD, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
 
Tevî barîna baranê û hewayê sar girseya ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve hatine li vir Newrozê pîroz kirin. Li qada Newrozê pankartên bi nivîsê “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz” li ser hene, alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hatin rakirin. Li qadê diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz Be” hatin berzkirin.
 
Newroz ji bo giyanê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê komîteya amadekar Umut Beycan axivî û bal kişand ser karesatên erdhej û lehiyê. Beycan, anî ziman ku ev ne karesata sedsalê ye, îhmalkirina sedsalê ye û destnîşan kir ku ew vê Newrozê bi xemgînî pêşwazî dikin. Beycan, anî ziman ku êşa wan kûr û hêrsa wan mezin e û wiha got: “Ji bo jinûve avakirinê bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran kes birîndar bûn. Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘EM Ê QESRÊN WAN XERA BIKIN’
 
Pişt re parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû axivî û got: “Duh berxwedana Mazlûm Doganan hebû. Berxwedana duh a li dijî Dehaqan îro jî didome. Hûn dizanin, dê di demekî nêzîk de hilbijartin çêbibe û em ê qesr û mîrgehên wan hilweşînin. Gelê Dêrsimê wê qesrên wan bi serê wan de xera bikin.”
 
‘GELÊ KURD LI DIJÎ ZILMÊ HEBÛNA XWE DIDOMÎNE’
 
Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergîn Tekîn jî diyar kir ku ji dema Dehaqan heta niha her tim Kawayên nûjen ên ku li ber xwe didin hene û wiha got: “Gelê kurd li dijî vê zilmê hebûna xwe didomîne. Newroz tê wateya roja nû, destpêka biharê lê bi taybetî jî berxwedan û roja nû ya gelê kurd e. Li dijî yên ku wî înkar dikin cejna hebûnê ye. Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi dimilkî, kurmancî û tirkî Newroz pîroz kir. Ûçar, bal kişand ku ji ber erdhejê du wêne derketin holê û wiha got: “Yek hikumeta ku piştî karesata erdhejê şîna neteweyî û rewşa awarte li ser maseyê îlan kir û dema daket qadan daxwaza helaliyê kir. Ya duyemîn jî gel e. Yên ku di destên wan de mekanîzmayek tine be jî, li herêmên erdhejê gelê xwe rizgar dikin, bi hev re disekinin, em ê piştgiriyê bidin hikumeta ku nikare biparêze yan jî civaka ku hewl dide jiyanê ji nû ve ava bike?”
 
‘EM SOZ DIDIN’
 
Ûçar, anî ziman ku li dijî muxalefetê tişta ku ji aliyê hikumetê ve maye tenê tundî ye û ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî kesên ku bi kûrbûna krîza aborî re têdikoşin, li dijî gelên ku tevî hemû zextan xweza, ax û erdnîgariya xwe diparêzin û li hiqûqê digerin. Li hemberî van hemûyan divê hikûmet biçe û biguhere. Em weke tifaqa ked û azadiyê soza paradîgmaya aborî, ekolojîk û azadiya jinê didin Tirkiyeyê. Li aliyê din polîtîkaya şer û tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê tê meşandin ne şerê gelan e. Hêza çareseriyê li ser masê ye. Herî dawî di deklerasyona aştiyê ya birêz Ocalan a di sala 2013’an de me dît ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser dibe. Qonaxeke din bi beyana aştiyê derket. Hêza çareseriyê li ser masê ye; Ez dibêjim divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê bilind bikin û careke din Newroza me hemûyan pîroz be.”
 
Di dawiya axaftinan de agirê Newrozê hate pêxistin û hunermendên herêmî û hunermend Kadîr Çat stranên xwe gotin. 
 

Sernavên din

24/08/2023
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn