Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

  • rojane
  • 13:45 1 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Necîr Acar ê 31 sal berê li Kerboranê hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û daxwaza kujerên windakiriyan ku bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 940’emîn de online li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nezîr Acar ê ku di 8’ê nîsana 1992’yan de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibû binçavkirin û windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. 
 
‘GEF LI BAVÊ NEZÎR ACAR JÎ DIXWIN’
 
Biraziya Nezîr Acar, Hatîce Acar daxuyanî da û wiha behsa serpêhatiya windakirina apê xwe Nezîr Acar kir: 
 
“Di 8’ê nîsana sala 1992’yan de dema ji bo kirîna sewalan diçû Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efser Kemal Şen de bi ser malan de girtine. Nezîr Acar û du kesên din hatin binçavkirin. Çavên wan hatin girêdan û birin Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê. Di saetên derengiya şevê de du kes hatin berdan lê ji wê rojê ve tu agahî ji Nezîr Acar nehatin girtin. Bavê Acar, Halîl Acar ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Kerboranê, waliyê Mêrdînê û Fermandariya Lîwayê ya Mêrdînê da. Lê ev serlêdan nehatin qeydkirin. Qebûl nekirin ku Acar binçav kirine. Bav û dayikên Acar hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Dayika Acar, Celîle Acar her wê rojê hate berdan lê bavê wî 5 rojan di bin çavan de ma û îşkence lê hat kirin. Fermandarekî payebilind ji bavê Acar re got; ‘me kurê te çawa kuştibe dê te jî bi heman rengî bikujin’ û gef lê xwar. 
 
ÎŞKENCE DI QEYDAN DE HEYE 
 
Malbata Acar neçar dimîne ku koçî Hezexê bike. Di serdemeke wiha tirsnak de Halîl Acar nekarî bikeve nava hewldaneke hiqûqî. Di 28’ê kanûna sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê dozgeriyê di 16’ê çileya 2009’an de biryar da ku hewcehî bi peyketinê nîne. Îtîraza malbatê ku digot lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate redkirin. Di 16’ê mijdara sala 2012’an de jî bi hinceta ku dosyaya Nezîr Acar ber demborînê ketiye, hate rakirin. Li ser vê yekê; malbatê di 16’ê çileya sala 2013’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev serlêdan red kir. Navên kesên ku Acar binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê piştî îşkenceyê winda kirîn jî di qeydên dewletê de hene.” 
 
‘EM Ê DEST JI QADA GALATASARAYÊ BERNEDIN’ 
 
Acar anî ziman ku di sala 31'emîn a windakirina Nezîr Acar de careke din bang li rayedarên dewletê dikin û wiha got: “Wezîfeya xwe ya ravekirina aqûbeta Nezîr Acar û cezakirina kiryaran bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji Qada Galatasaraya cihê hevdîtina me ya windahiyên ku 241 hefte ne li me qedexe ye, bernedin. Çend sal derbas dibe bila bi em ê dest ji edalet bo Nezîr Acar û windayên xwe bernedin.”
 
 

Sernavên din

05/04/2023
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin