ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin

  • rojane
  • 16:58 5 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî kuştina Mîkaîl Ekîncî ji hêla leşkeran ve li navçeya Çêrmugê eşkere kir û wiha got: “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin, îşkence lê hatiye kirin, gef lê hatine xwarin û heqaret lê hatine kirin.” 
 
Welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî di 1’ê nîsanê de li mezraya Gulabaxça ya gundê Bistin ê Çêrmûg a Amedê bi îdiaya “Guh neda hişyariya raweste” ji hêla leşkeran ve hate kuştin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî kuştina Ekîncî û miameleya xerab a li malbata wî hatiye kirin raporek amade kir. ÎHD’ê, rapora xwe li avahiya komeleyê eşkere kir. Rapor ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ve hate xwendin. 
 
‘DEMA REVIYAYÎ SOL Û GORE LI XWE NEKIRIBÛ’
 
Zeytûn, agahiyên ku xizmên Ekîncî û şahidên bûyerê bi wan re parve kirin vegot û ev tişt anî ziman: “Li gorî îfadeyên mexdûr û şahidên bûyerê; derdora 300 hêzên ewlekariyê hatin gund. Van hêzên ewlekariyê bi awayekî hemwext bi ser nêzî 15 malên ku endamên malbata Ekîncî lê rûdinin de girtin. Bi destpêkirina serdegirtinê re Mîkaîl Ekîncî bêyî ku gore û solên xwe li xwe bike, bi motorsîkletê hewl da bireve. Piştre jî dev ji motorsîkletê berda û bi pêyan reviya. Komekî endamên hêzên ewlekariyê li pey wî çûn û komeke din jî li malên cuda, li dijî endamên malbatê yên jin, kal, pîr û zarok tundiyeke zêde bi kar anîn. Endamên malbatê derb kirin û heqaret lê kirin. Di heman demê de li malan lêgerîn kirin. Xizmên kesê hatiye kuştin dan zanîn ku leşkeran berê çekên xwe dane wan, ew derb kirin, bi darê zorê pêdevî li erdê dirêj kirin û heta demekî dirêj bi wî awayî li erdê hiştine. Her wiha li gorî îfadeyên mexdûran, hêzên ewlekariyê yên hatin mala Mîkaîl Ekîncî, fîşê kameraya dixebitiya kişandine û beşên têkildarî bûyerê jê birine. Her wiha zarokan hewl dan bi telefonên xwe wê îşkence û miameleya xerab bikişînin lê belê dest danîn ser telefonên wan, dîmenên têkildarî bûyerê hatin jêbirin û piştre jî telefon hatin şikandin. Xizmên mexdûran dan zanîn ku dema polîsan dayî pey Mîkaîl, ji hewa ve drone dihat bikaranîn. Di heman demê de gotin ku li cihê bûyerê helîkopterek jî hebû.” 
 
‘HÊZEKE KEYFÎ Û ZÊDE HATE BIKARANÎN’
 
Bi domdarî Zeytûn ev tişt anî ziman: “Di girteka miayeneya mirî ya pêşiyê de tê gotin ku dema cihê bûyerê û taybetiyên erdnîgarî û fîzîkî bi hev re tên nirxandin, gotinên vebêjan jî rast derdikevin. Bi vê yekê re qenaeteke pir xurt çêdibe ku di 1’ê nîsana 2023’yan de li mezraya Gulabaxça ya gundê Bîstîn ê Çermûg a Amedê mafê jiyanê yê welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî hatiye binpêkirin, hêzeke keyfî û zêde hatiye bikaranîn, bi guleyeke li pişta wî hatiye xistin hatiye kuştin û hêzên bi ser malan de girtin jî îşkence, miameleya xerab û heqaret li endamên malbata Ekîncî kirine û gef lê xwarine.”
 
Zeytûn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bûyera behsa xeberê de bêyî ku îfadeyên gilîker û şahidên bûyerê, dîmen û qeydên bêtêlan, rapora krîmînal, miayeneya mirî, rapora otopsiyê û daneyên din bên lêkolînkirin; hebûna gumana sûc a xurt hatiye paşguhkirin û di vê çarçoveyê de serlêdan hatiye kirin û ev yek jî bes hatiye dîtin. Bi rêbaza vexwendinê îfadeyên hêzên ewlekariyê hatine girtin û bêyî ku derheqê wan de biryareke tevdîrê were dayîn, hatine berdan. Vê rewşê, gumana ku meqamên edlî kirariyên adilane û hiqûqî nekiriye û dê nekin jî hîn bêhtir şênber kiriye. Bi taybet jî di nava 40 salên dawî de dema faîlê binpêkirinên mafan dibin xebatkarên cemaweriyê, polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê. Ev bûyer û encamên wê jî ji nêzikatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd cudatir nîne.” 
 
‘DIVÊ DELÎL BÊN LÊKOLÎNKIRIN’
 
Zeytûn, di raporê de têkldarî tiştên divê werin kirin jî ev agahî dan: “Divê têkildarî hemû hêzên ewlekariyê yên tev li bûyera kuştina Mîkaîl Ekîncî bûne bi sedema ‘kuştina bi qesdî’; ji ber tiştên bi serê malbatê anîn jî bi sedemên ‘îşkence û miamaleya xerab’, ‘bêparhiştina kesî/ê ya ji azadiya xwe’, ‘gefxwarin’ û ‘heqaretê’ lêpirsîneke edlî û îdarî were vekirin û hemû encamên lêpirsînê jî bi raya giştî re bên parvekirin. Divê gumanbar bên girtin, di nava hêzên ewlekariyê de lêpirsîna îdarî were destpêkirin, ev kes ji peywirê bên avêtin, hemû agahî û delîl (qeydên droneyê yên têkildarî bûyerê, qeydên hevdîtinên hêzên ewlekariyê yên ser bêtêlan, dîmenên wesayîtên zirxî û amûrên ewlekariyê, qalikên guleyên li cihê bûyerê, îfadeyên şahidên bûyerê) bên tespîtkirin, berhev kirin û parastin; dev ji polîtîkaya necezakirinê were berdan; Tirkiye li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî tevbigere; Tirkiye li gorî pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevbigere û rayeyên bêsînor ên dayîn hêzên ewlekariyê bisînor bike û lil gorî mewzûatê sererast bike û di mijara bikaranîna hêzê de jî li gorî standartên navneteweyî tevbigere.” 
 

Sernavên din

12/09/2023
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne
09:09 Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin
09:04 Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir
09:03 Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
09:03 Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome