Çavê her kesî li ser hilbijartina Tirkiyeyê ye: Bang li hilbijêrên Ewropayê hat kirin

  • rojane
  • 10:57 8 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çep a Kesk e diyar kir ku siberoja gelan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ye û bang li zêdeyî 3 mîlyon hilbijêrên li Ewropayê kir ku bi berpirsyarî rabin.
 
Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li gelek welatên Ewropayê xebatên xwe yên weke pirskirina hilbijêran, qeydên nû û qanihkirina hilbijêran didomîne. Dengdana li Ewropayê ku 3 milyon û 286 hezar û 258 hilbijêr lê hene û 4 hezar û 969 sindoq lê bên danîn, wê di 27'ê nîsanê de dest pê bike û di 9'ê gulanê de bi dawî bibe. 
 
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çep a Kesk de cih digire têkildarî xebatên ku dikin axivî. 
 
ÇAVÊ HER KESÎ LI SER HILBIJARTINA LI TIRKIYEYÊ YE 
 
Sariyildiz da zanîn ku krîzên aborî, civakî û siyasî yên ji ber polîtîkayên şer ên 7 salên dawî ji aliyê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve tên meşandin rasterast bandor li hemû civakên li welêt kiriye û bi giştî hêviyek heye ku Erdogan di van hilbijartinan de têk biçe. Sariyildiz diyar kir ku hilbijartinên ku bên kirin ne tenê welatiyên Tirkiyeyê, hemû welatên Ewropayê jî eleqedar dike û ew hilbijartinên 14'ê Gulanê wekî hilbijartineke "normal" nabînin. 
 
NÊRÎNA EWROPA YA LI HEMBER ERDOGAN
 
Sariyildiz anî ziman ku dewletên Ewropayê jî girîngiyê didin hilbijartinên li Tirkiyeyê û hemû geşedanan bi baldarî dişopînin û got: "Li Ewropayê feraseteke azadîxwaz heye, lewma li ser vê bingehê nêzî geşedanên li Tirkiyeyê dibin. Bi taybetî helwesta Almanyayê siyaseta tevahiya Ewropayê diyar dike. Almanya naxwaze krîzên li Tirkiyeyê ji bin kontrola wan derkeve. Ji ber vê helwestê hemû Ewropa dixwaze Erdogan biçe, lê ew jî dizanin ku li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk nayê kirin. Lê belê ji ber hin sedeman hikûmeta Alman di demên dawî de daxuyaniyên cesaretê dide Erdogan.”
 
Sariyildiz da zanîn ku di salên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê gelek pêkhateyên şoreşger û demokratîk li dijî helwesta desthilatdar a AKP'ê derketine holê û ji bo her kesî girîng e ku ev pêkhate di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bên cem hev. Sariyildiz diyar kir ku ev nêzîkatiya stratejîk piştgirîyeke mezin girt û got: "Ev yekitî ji bo hilweşandina dîktator û tîma wî ya şer girîng hate dîtin."
 
BANGA ÇÛNA SER SINDOQAN LI WELATIYAN KIR 
 
Sariyildiz diyar kir ku ji ber pêşbîniyên xwe yên li ser geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê nêzî 2 meh berê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û ji bo hilbijartinên 27'ê Nîsanê yên li Ewropayê dest pê bike bi sedan kes hatine qeyda xwe ya çavdêriyê çêkirine. Sariyildiz anî ziman ku CHP’ya ku di nava Tifaqa Millet de cih digire, li Ewropayê jî ji bo parastina sindoqan di nava hewldaneke zêde de ye. 
 
Sariyildiz bal kişand ser wê yekê ku rêjeya beşdariya ji Ewropayê di her hilbijartinê de ji sedî 50 ye, lê belê armanca wan ew e ku di vê hilbijartinê de heta ji destê wan tê rêjeya beşdariya hilbijartinê zêde bikin. Sariyildiz wiha got: “Em berdewam dikin ku agahiyên prensîb û armancên xwe di qutiya posta her malbatê de bihêlin. Em bi berdewamî serdana navendên kurdan, komeleyên herêmî û rêxistinên baweriyan dikin. Bi vê hilbijartinê re yan em ê siberoja xwe diyar bikin an jî bikevin rewşeke ji rewşa heyî xerabtir. Me ev yek di pratîka Erdogan a salên dawî de zelaltir dît. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û biçin ser sindoqan.”
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

16/09/2023
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin