AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand

  • rojane
  • 13:24 11 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta nekirina parastina devkî ya HDP’ê red kir û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand. 
 
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji ber biryara nekirina parastina devkî ya partiyê civiya. AYM’ê, xisûsên ku HDP’ê di daxwaznameyê de destnîşan kiribû di cih de nedît û girteka nedayîna parastina devkî ya HDP’ê girt. AYM’ê biryar da ku ji bo amadekirina rapora têkildarî esasa dozê, dosya ji raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn re bê şandin. 
 
Piştî ku rapor li endamên dadgehê hate belavkirin, dê Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan ji bo civînê rojekê diyar bike û daxwaza girtina partiyê dê ji hêla esasî ve bê nirxandin. Zaruriyeteke rapora raportor li ser endamên AYM’ê nîne û biryara doza girtinê ya partiyê dê ji hêla endamên AYM’ê ve were dayîn ku ji 15 kesan pêk tê. 
 
HDP’Ê ÇIMA PARASTIN NEKIR
 
Îdianameya dozê di 21’ê hezîrana 2021’an de hate qebûlkirin û pêvajoya darizandinê dest pê kir. Biryar hate dayîn ku HDP di 14’ê adarê de parastina xwe bike. Li ser daxwaza partiyê, ev pêvajo taloqî 11’ê nîsanê hate kirin. HDP’ê xwest ku doza girtina partiyê ji bo piştî hilbijartinên serokkomarî û hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê were taloqkirin lê ev daxwaz hate redkirin. Li ser vê yekê; Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê got ku redkirina vê daxwazê tê wateya mudaxelekirina hilbijartinên serbest û adilane û di 6’ê nîsanê de ji AYM’ê re daxwazname şand û got ku dê parastina devkî ya di 11’ê nîsanê de neke. Di daxwaznameyê de wiha dihat gotin: “Dadgeha we mutalaaya devkî ya Serdozgerê Dadgeha Bilind di 10’ê çileya 2023’yan de guhdar kir û piştre jî di 26’ê çileya 2023’yan de biryar da ku partiya miwekîl di 14’ê adara 2023’yan de parastina xwe ya devkî bike. Ji ber pêvajoya siyasî ya welêt, karesata erdhejê û destpêkirina pêvajoya hilbijartinê ya fermî, me xwest ku hûn dîroka parastinê bidin piştî hilbijartinê û di vê çarçoveyê de 3 daxwaznameyên cuda pêşkeşî Dadgeha Biind kirin. Dadgeha Bilind bêyî ku hincetekî nîşan bide, daxwazên bi dîroka 16’ê çileya 2023’yan û 15’ê adara 2023’yan red kir. Derheqê daxwaza bi dîroka 6’ê adara 2023’yan de jî biryara qebûlkirinê hate dayîn û ji bo parastina devkî 11’ê nîsana 2023’yan hate diyarkirin. 
 
DI DEMA HILBIJARTINÊ DE PARASTIN MIMKIN NÎNE
 
Di wan her sê daxwaznameyên li jor hatine diyarkirin û ji hêla partiya miwekîl ve pêşkeşî Dadgeha Bilind hatiye kirin de ji her alî ve hatiye vegotin bê ka çima bila parastina devkî bo piştî hilbijartinê bê paşdexistin. Lewma jî dê di vê mijarê de daxuyaniyeke cudatir neyê kirin. Partiya miwekîl bi awayekî fermî ketiye pêvajoya hilbijartinê, pêvajoyên serlêdanên bernamzetan, lansmana partiyê, danasîna namzetên parlamenteran, bernameya partiyê, mitîng, civîn û xebatên siyasî rê li ber mijûlahiyeke zêde vedikin. Bi vê sedemê jî derfetên dayîna parastina devkî ya di dîroka hatiye diyarkirin de tune ne. Ev doz dê bandoreke mezin li ser demokrasî û dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê bike û parastina devkî ya di nava pêvajoyeke wiha giran de mimkin nîne. Bi vê sedemê me xwest ku Dadgeha Bilind agahdar bikin ku dê parastina devkî ya di 11’ê nîsana 2023’yan de nekin.” 
 
 

Sernavên din

11/04/2023
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê
16:58 Li Antalyayê ceza ji 8 xwendekaran re hat xwestin
16:50 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê dê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide
16:22 Gerok MA'yê li Hatayê bo zarokan çalakî li dar xist
16:09 Cendirmeyan li Çanakkaleyê kurdek qetil kirin
15:57 Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn
15:32 Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’
15:24 Di danişîna doza Erhan Gorur de ji bo leşkerê bersûc ceza hate xwestin
15:20 Nûçegihana JINNEWS’ê hate berdan
14:51 ÎSÎG: Di 3 mehan de 463 cînayetên kar hatin kirin
14:35 Li Dîlokê karkerek di bin mînareya herifî de ma û jiyana xwe ji dest da
14:31 Ji ciwanan strana rep a hilbijartinê: Hatin em
14:24 Rapora girtîgehên Rihayê: Piştî lehiyê pirsgirêka ava paqij derket
14:23 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe kir: Biharek nû li benda me ye
14:02 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
13:56 Bi keviran êrişî bûroya hilbijartinê ya CHP’ê kirin
13:49 Di danişîna rojnameger Çoban de dozger daxwaza cezayê hefsê kir
13:24 AYM’ê dosyaya girtina HDP’ê ji raportor re şand
12:38 Ganî Kaplan di danişîna ewil de beraet kir
12:05 Kesên êrişî avahiya CHP’ê kirin hatin berdan
12:04 Li Mereşê erdhej çêbû
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:01 Kevirên sûrê yên ji ber erdhejê ketîn xwarê ev du meh in nayên rakirin
11:52 Li Pakistanê êrişa bombeyî
11:52 Rêxistina Efûyê ji bo doza girtina HDP’ê bang li AYM’ê kir
11:30 Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên xwe yên jin kir
11:28 Li Agiriyê armanc 4 wekîl in
10:44 Kiliç ku xizmên xwe yên bersûcên cînayetê parastî ji AKP’ê bû namzet!
10:38 Li kana madenê karker jehrî bûn: Karkerek mir
10:30 Li Îranê aktîvîsta kurd Gorj cara duyemîn hat girtin
10:29 Di Partiya Çepên Kesk de pergala fermûarê
10:10 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:54 Di Doza Kobanê de dê mutala were pêşkêşkirin
09:51 Aborînas Onder: AKP ji neçariya xwe ketiye nava hewldanên rojane
09:45 Ji astengdarên mexdûrên erdhejê re konteynir nîn in!
09:06 Şirîkê êrişên li ser Efrînê û sercerdevan namzetê AKP'ê ye
09:03 Mexdûrên erdhejê: Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesabê erdhejê bipirsin
09:02 Jineke kurd a wêrek: Evrîm Alataş
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN
10/04/2023
23:59 EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in
23:55 Li Rezanê buroya hilbijartinê ya jinan: Em ê bi ser bikevin
21:50 Partiya Çepên Kesk li Karşiyakayê buroya hilbijartinê vekir
21:05 26'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
19:16 Platforma Ewlehiya Hiqûqî ya Hilbijartinê hat avakirin
18:37 Bêyî ku kes pê bihese 58 tetikkêşên Hîzbullahê berdane
18:30 Bi girseyî serdana şînên HPG'iyan hat kirin
16:42 Partiya Çepên Kesk li Qers û Enqereyê buroyên hilbijartinê vekirin
16:17 Bûldan: Em ê bi awayekî bihêztir bên
16:16 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Girtîgeha Xarpêtê ye
16:14 Li Seqizê êrişên bi çekên kîmyewî hatin protestokirin
16:07 Xelkê Mexmûrê êrişa li Silêmaniyeyê şermezar kir
16:02 Baroya Agiriyê têkildarî ‘întîhara’ li emniyetê rapor amade kir
15:53 Li Xarpêtê coşa hilbijartinê: Em Partiya Çepên Kesk bi her kesî bidin naskirin
15:52 Li Sûrê coşa Partiya Çepên Kesk: Valêzên xwe amade dikin
15:06 Partiya Çepên Kesk li navçeya Başanê buroya xwe ya hilbijartinê vekir
14:52 Li Êlihê avahiya li ber rawestgehê xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdike
14:42 Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ji bo lêkolînkirina êrişê çû Silêmaniyeyê
14:37 Dozger xwest rojnameger Cengîz Çandar were cezakirin
14:05 Li Geverê vekirina bûroyê veguherî mitîngê
12:57 Bayindir: Meletî dê di 14’ê Gulanê de ji desthilatê hesab bipirse
11:43 Di lîsteyên AKP’ê de ma kî heye kî nîne!
11:43 Qurbaniyên Komkujiya Garê di meha 90’an de hatin bibîranîn
10:57 Namzetê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal: Ez dev ji karê rojnamegeriyê ber didim
10:35 Li Êlihê jinek hate qetilkirin
10:29 Mizrakli: Biryara bêçalakitiyê helwestekî hem exlaqî hem jî polîtîk e
09:50 Rojên Muzîkê yên Aryenê ku diyarî mexdûrên erdhejê hatin kirin bi dawî bûn
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket
09:14 Nivîskara femînîst Gupta: Abdullah Ocalan feraseta me dewlemendtir dike
09:03 Cenazeyê Alî Topçû nayê dîtin
09:03 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî kavilan didin: Ev ne pirsgirêka me bi tenê ye
09:03 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Dîlokê 3 parlamenter in
09:03 Li girtîgehan hilbijartin: 41 hezar 614 girtî dê dengê xwe bidin
09:01 Hedefa Partiya Çepên Kesk li Stenbolê 2 milyon deng in
09:01 Jinên Botanê: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:29 Cenazeyên Gorgun û Kahraman bi girseyî hatin veşartin
09/04/2023
23:54 Konferansa 'Em cîhana xwe şûnde dixwazin' bi dawî bû
23:48 Li Silêmaniyê li dijî êrişan meşek girseyî hat lidarxistin
21:53 Li Hezexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin
19:53 Bûldan: Bila ew bitirsin, em pêl bi pêl tên
18:54 Li Îzmîrê buroyên Partiya Çep a Kesk bi coş hatin vekirin
18:06 Li Cizîrê Partiya Çep a Kesk û zarok!
17:31 Lîsteya namzetên Partiya Çep a Kesk diyar bû
17:05 Bûroya hilbijartinê ya li Fatîhê bi coşeke mezin hat vekirin
16:51 Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê
16:30 Stratejiya ‘hîn bêhtir qezenc bike’ ya Partiya Çepên Kesk
16:14 Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye
15:47 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê şitil hatin danîn
15:40 Xelkê Dîlokê ji ber kelexên hêstir û keran bifikar in
15:18 Partiya Çepên Kesk li Osmaniyeyê starta hilbijartinê da
15:10 Şîna Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
14:59 Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne
14:48 Li dijî talankirina xwezayê şitil hatin danîn
14:35 Partiya Çepên Kesk lez da xebatên hilbijartinê
14:27 Li Elkê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:22 Tifaq û pêkhateyên di lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digirin diyar bû