Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe

img
ENQERE - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere mehkûmî siyaseta du bend nebûye û got: “Wê ji niha şûn ve li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe.” 
 
Maratona hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteran piştî eşkerekirina namzetên parlamenteriyê dest pê kir û xebatên hilbijartinê ketin qonaxek nû. Partiyên siyasî li gund, bajarok, navçe û bajaran xebatek bênavber didomînin. Lê di rojeva navenda siyasetê Enqereyê de hilbijartin tune ye. Ev bajarê ku navenda burokrasiyê ye, her kes lê bi gilî û gazin e. Ji Dikandaran bigire heta şofêran, ji karmendan bigire heta xwendekaran her kes li ber debara jiyanê û krîza siyasetê bi nerazîbûn û gilî û gazin e. 
 
Partiya Çepên Kesk bi stratejiya xeta Rêya Sêyemîn tev li hilbijartinan dibe. Partiya Çepên Kesk jî li 81 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzetên parlamenteriyê eşkere kir. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Emîralî Turkmen diyar kir ku Enqere teslîm ango mehkûmî siyaseta hatiye dubendkirin nebûye û ew ê rûpela 22 salî bigirin û ew ê ji bo pergala civakek ku nirxên azadiyê, demokrasiyê û aştiyê biparêzin bixebitin û gavan biavêjin. 
 
Turkmen Emîralî ku di malbateke Erziromê de ji dayik bû, ji zarokatiya xwe ve li Tuzluçayiriya Enqereyê mezin bû. Turkmen ku jiyana xwe ya 55 salan diyarî têkoşîna sosyalîst kir, beşdarî Civînên Kuruçeşmeyê bû, ji bo Partiya Sosyalîst a Yekbûyî têkoşiya û di damezrandina Partiya Azadî û Piştevaniyê de cih girt. Turkmen ku ji Enqereyê ye, ji sala 1989'an û vir ve di nava têkoşîna mafên mirovan de cih girt û li gel kedkarên di salên 1990'î de di berxwedana biharê de meşiyan, bû rojnamevan. Rojnameger û nivîskar Turkmen 20 sal in Gerînendeyê Weşana Giştî ya Weşanên Dîpnotê ye. 
 
Turkmenê ku di damezrandina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cih girt, niha jî xwe amade dike ku têkoşîna xwe bi Partiya Çepên Kesk re bibe Meclisê. 
 
‘SOZA ME JI BO GELÊ ME HEYE’ 
 
Turkmen diyar kir ku ew bi biryardariya guhertina pergalê diçin hilbijartinê û ew ê li dijî rejîma yekperest pir nasnamebûnê, pir çandî û erdnîgariyek azad ava bikin. Turkmen da zanîn ku HDP’ê soz daye civakê û gelan û bi Partiya Çepên Kesk vebijêrkek din afirandine û got: “Bi milyonan însan fikrê partiyê wek fikrê xwe dibîne û bi têkoşîna wê re ne. Yên bi fikrên partiya me re tevger nakin, niha jî doza girtinê li dijî partiya me vekirine. Ev doz pir eşkere darbeyek li hilbijartinê ye. Me soz da gelê xwe ku em ê wan bi tenê nehêlin. Me doza xwe bicih anî û niha jî em bi Partiya Çepên Kesk diçin hilbijartinê. Ji bo em soza xwe ji bo gelê xwe pêk bînin, ji bo em rejîma yekperest a yek zilamî hilweşînîn em ê bi hemû enerjiya xwe bi milyonan re bin û 30 rojên din dawî li vê rejîmê bînin. Em vê rûpelê digirin.  Em ê ji bo pergala civakek ku nirxên azadiyê, demokrasiyê û aştiyê diparêze bixebitin û gavan biavêjin.” 
 
‘WÊ PIŞTÎ 22 SALAN JI GEL RE ÇI BÊJIN?’ 
 
Turkmen bal kişand ser bêdengiya beriya hilbijartinê ya li Enqereyê û wiha got: “Civak bi hêrs, nebextiyar û stres e. Rûyê nûnerên rejîma yek zilamî û partiyên wan nîne û şirîkê wan nîne ku derkevin kolanan. Piştî 22 salan wê ji civakê re çi bêjin? Wê bêjin, Ma me hûn di bin erdhejê de hiştin, ma me hûn bi lehiyê re berda? Ma ew ê çîroka ku em di dema pandemiyê de li nexweşxaneyan mexdûr bûne vebêjin? Dê bêje me ji we re pir û rêyên xweş çêkirine, lê benzîna we tune ku hûn têxin erebeyê. Ji kesên demokrasîxwaz, azadîxwaz û aştîxwaz ên vî welatî diparêzin re dê çi bibêjin? Tiştek wan nîne ku bêjin. Ji ber ku yên li vî welatî demokrasî û aştiyê diparêzin şandin girtîgehan. Zindan bi aştîxwaz û azadîxwazan tije kirine. Rûyê wan tune ku derkevin kolanan.”  
 
WÊ BAYÊ RÊYA SÊYEMÎN WERE 
 
Turkmen anî ziman ku Enqere êdî ne bajarekî mehkûmî du bendan bibe ye û wiha got: “Rêya Sêyemîn tê Enqereyê. Tifaqa Ked û Azadiyê bi xeta Rêya Sêyemîn tê ku pergalek din ava bike. Ev ferman parastina mafên kedê, parastina azadiyan, parastina demokrasiyê, parastina aştiyê ye. Em ê bi vê siyasetê civakek jiyana hevpar, pirnasname, pirçandî, pirbawerî ava bikin. Em ê pergalek li gorî dilê xelkê ava bikin. Wê ji niha şûn v e li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe û were. Em ê atmosferek ku dikaribin li kolan û qadên Enqereyê li cem hev rûnên ava bikin. Werin em rûpela 22 salî bigirin. Em ê di encama têkoşîna me ya bi salan de di 14’ê Gulanê de vê îktidarê bişînin. Em êdî gavên ewil ên avakirina pergalek nû diavêjin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

14/04/2023
11:21 Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin
11:15 Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin
11:10 Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne
10:44 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:43 Hevserokê OHD’ê Îsteklî: Baroya Stenbolê di mijara tecrîdê de mîna hikûmetê difikire
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!