KCK: Tûrelî bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hat qetilkirin

  • rojane
  • 19:53 19 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku welatparêzê kurd Huseyîn Tûrelî êvara 17'ê Nîsanê li Dihokê bi piştgiriya Parastinê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye qetilkirin.
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî qetilkirina Huseyîn Tûrelî de ku di 17'ê Nîsanê de li Dihokê hat qetilkirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat detsnîşankirin: "Eger PDK û Parastin piştgiriyê nedin, MÎT nikare pêyê xwe biavêje Başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike."
 
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
 
“Huseyîn Turelî yê ku di raya giştî de wek welatparêzekî ji Êlihê dihat naskirin, li Dihokê di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Gelek saziyên welatparêz ev êrîş bi tundî şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Wek ku ji van agahiyan tê fêmkirin Huseyîn Turelî jî wek gelek welatparêzên Bakur ji ber sedemên siyasî çûye Başurê Kurdistanê û di encama êrîşê de hate qetilkirin.
 
Huseyîn Tûrelî berê jî li Duhokê rastî êrîşa çekdarî hatibû. Ji ber ku cara duyemîn rastî êrîşan hat û êrîşa nîşan dide ku qetilkirina Huseyîn Tûrelî biryara dawî ya dewleta Tirk û MÎT'ê ye û ev êrîş bi piştgiriya Parastinê pêk hatiye. Hevkarî û piştgiriya Parastin di hemû sûîqest û qetlîamên ku MÎT’ê li Başûre Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî eşkere tê dîtin. Her çiqas tê zanîn Huseyîn Tûrelî di hedefa dewleta Tirk û MÎT'ê de ye jî, tedbîr nehat girtin û cara duyemîn bû hedef û hat qetilkirin. Qetilkirina wî vê rastiyê derdixe holê. Di rastiyê de PDK li hemberî van êrîşan ti bertek nîşan neda û rêxistina Parastinê welatparêzên ku ji ber sedemên siyasî diçin Başurê Kurdistanê destgîr dike û gefan li wan dixwe, dixwaze wan bike sîxur û bi awayekî eşkere dibêje heke hûn dev ji welatparêziya xwe bernedin, hûn ê nikaribin bijîn. PDK bi vî rengî nêzî welatparêzên ku ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bûne û li Başurê Kurdistanê bi cih bûne, dibe, ji bo ku MÎT van welatparêzan qetil bike jî piştgiriyê dide. Heke ne ji piştgiriya PDK û Parastinê be, MÎT nikare pêyê xwe biavêje Başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike.
 
PDK ne tenê di kuştina welatparêzan de ya li bajaran, her wiha li her derê hevkariyê bi polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan re hevkariyê dike. Di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî gerîla de bi dewleta Tirk re tevdigere, li Şengal û Mexmûrê piştgiriyê dide êrîşan, li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li gel çeteyan cih digire. Li Efrîn a dagirkirî demografya hatiye guhertin, Kurd ji Efrînê hatine dûrxistin, yên mayî jî her roj bi êşkence û gefa komkujiyê re rû bi rû hatine hiştin û her roj êrîş li wan tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de PDK bi navê saziya xêrê li Efrînê deverên fermî vedike. Gelo ev çawa dibe? Gelo ev ne hevkarî ye bi dagirkeran û qirkerên Kurdan re ye? Bêguman raya giştî û gelê Kurd zane û dibîne ku PDK li ku derê disekine û çi dike.
 
PDK li Bakurê Kurdistanê jî ji bo kontrayên tetîkkêş ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên AKP-MHP'ê di hilbijartinan de bi ser bikevin dixebite, bang li hin kesên ji Bakurê Kurdistanê dike, bi wan re hevdîtinê dike, ji wan dixwaze ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin AKP-MHP'ê, piştgiriyê bidin şefê faşîst ê dijminê Kurdan Tayyîp Erdogan. Bi medya û çapemeniya xwe vê piştgiriyê bi şênberî nîşan dide, her roj kujerên bi hezaran welatparêzên Kurd derdixîne televîzyonan. Gelê Kurd ê welatparêz van kiryarên PDK'ê baş zane û dişopîne.
 
Em, êrîşa li ser Huseyîn Turelî şermezar dikin. Ev êrîş mîna êrîşên beriya niha ji aliyê MÎT'ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye kirin. Bi rêya van êrîşan dixwazin welatparêzan bitepisînin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên welatparêz demokratîk divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êrîş kirine û hevkarên wan bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin."

Sernavên din

01/10/2023
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da