Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk

  • rojane
  • 12:36 21 Nîsan 2023
  • |
img
AMED - Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û têkildarî rojevên heyî axivî. Di serdanê de siyasetmedaran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ku divê Ocalan azad bibe. 
 
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê. Şande, ji hêla Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, namzetên parlamenteriyê yên bajar Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Serhat Eren, Sevîlay Çelenk, Sorgul Aytek, Ceylan Akça, Azad Bariş, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ve hate pêşwazîkirin. 
 
Di serdanê de Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn got ku li pêşiya wan 3 cejn hene û wiha got: “Em, cejna ewilî niha pîroz dikin. Cejna duyemîn dê di 14’ê Gulanê de pîroz bikin. Cejna din jî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Em ê têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin.” 
 
‘14’Ê GULANÊ GAVEKE DÎROKÎ YE’
 
Piştre jî parlamenter Sezaî Temellî axivî û ev tişt anî ziman: “Hem hêviya me û hem jî berpirsyartiya me mezin e. Me 8 salên gelek zehmet derbas kirin. 14’ê Gulanê dê bibe gaveke dîrokî. Em ê di 15’ê gulanê de sozên xwe yên ji bo kesên me winda kirine pêk bînin.” 
 
‘STO JI BO CIVAKÊ DIBIN HÊVÎ’
 
Ji namzetan Adalet Kaya jî diyar kir kir ku haya wan ji pirsgirêkên rêxistinên pîşeyî dijîn heye û wiha derbirî: “Lê tevî vê yekê jî me piştevanî û hêzeke bêhempa derxist holê. Me di erdhejê de ev piştevanî derxist holê. hemû rêxistinên pîşeyî vê piştevaniyê hêj jî didomînin. Li gorî min em ê di 14’ê Gulanê de bi hev re karekî pir baş bi ser xin. Dê 14’ê Gulanê bo rêxistinên civaka sivîl jî qadeke nû veke.” 
 
Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî wiha axivî: “Rêxistinên civaka sivîl li Amedê pir berxwedêr in. Ji bo Amedê bûn nefes, gotin ‘ev bajar ê me ye.’ Lewma pir girîng in. Rêxistinên civaka sivîl îro ji bo gel bûne hêvî.” Ji namzetan Sevîlay Çelenk jî got ku di demekê ku her kes bêdeng bûbû de rêxistinên civaka sivîl daxwaza xwe ya bo aştiyê domandin. 
 
‘ARMANC RIZGARKIRINA RÊBERTIYA ME YE’
 
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’ê Şahîn Yîgît jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Em dizanin bê ka sedema pirsgirêkên heyî çi ye. Heta ku Rêbertiya me di bin tecrîdê de be, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Hûn nikarin birînan bi pansûman tedawî bikin. Heta ku Rêbertî azad nebe jî tu pirsgirêk çareser nabin. Dewletê di dema erdhejê de mudaxele nekir lê hevalên me ked dan. Me ev hêz ji ku girt? Me ev hêz ji paradîgmaya Rêbertiya xwe girt. Divê em vê pir bi vekirî bînin ziman. Armanc, xwe gihandina heqîqetê ye û ev heqîqet jî azadiya Rêberiya me ye. Divê em vê paradîgmayê bigihînin gel. Hêviya hemû gelan ew e ku Rêberiya me azad bibe.” 
 
‘EM DIXWAZIN WELATEKÊ KU AŞTÎ LÊ SERWER RADESTÎ ZAROKÊN XWE BIKIN’
 
Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn jî diyar kir ku zarokatiya wan bi zilm û zextan derbas bû û wiha got: “Em dixwazin êdî di 14’ê Gulanê de welatekî ku aştî lê serwer radestî zarokên xwe bikin. Hêvîdarim ku ev hewldanên me bi ser kevin.” 
 
‘EM Ê BI RÊXISTINIYA XWE BIBIN BERSIV’
 
Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) Samet Ucaman jî wiha axivî: “Mijara tecrîdê, mijareke gelek girîng e. Jiyan, kolektîf e û divê em ji bo azadiyê bixebitin. Bi sala ye em di bin tecrîdê de ne. Dixwazin heman tiştan di sedsala duyemîn de jî bidomînin. Divê refleksên me yên li hemberî vê xurt bin û van tiştan li kolanan bînin. Ziman. Heke em rêxistinkirî bin, dikarin her tiştekî bi ser bixin.” 
 

Sernavên din

05/10/2023
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej