Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin

  • rojane
  • 09:02 23 Nîsan 2023
  • |
ŞIRNEX - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê bi salan di qada ziman, mafê mirovan û perwerdehiyê de têkoşiya wiha got: "Em ê 14’ê Gulanê bikin roja hesabpirsînê. Em ê 15’ê Gulanê hem Cejna Zimanê Kurdî û hem jî serkeftina 14'ê gulanê bi hev re pîroz bikin."
 
Ji bo hilbijartinên giştî yên ku di 14'ê Gulanê de bên li dar xistin re tenê çend roj mane. Xebatên partiyên siyasî yên li qadan bênavber dewam dikin. Partiya Çepên Kesk ku yek ji partiyên ku xebatên xwe bi xurt dimeşîne, dixwaze ku xwe bigihîne her mal, kolan, tax û bajarekî. Li gel diyarkirina namzetan partiyê lez dan xebatên xwe û li her bajêran hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne. Yek ji herêmên ku xebatên wê bênavber didome û gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetên wê dide jî Şirnex e. Yek ji namzetên Şirnexê jî Mehmet Zekî Îrmez e. Mehmet Zekî Îrmez di sala 1980’î de li Şirnexê ji dayik bûye. Îrmez, ji Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bûye û bi salan li Şirnexê mamostetî kiriye. Îrmez, di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hate îxrackirin. Îrmez, di dema mamostetiya xwe de di bin sîwana Egîtîm-Senê de kedeke mezin da. Îrmez, piştî ku hat îxrackirin jî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda û di qadên wekî ÎHD, Kurdi-Der de cihê xwe girt û têkoşîna xwe berdewam kir. Îrmez ji bo têkoşîna xwe ya mafdar bidomîne di sala 2017'an de bû Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê. Wî heta sala 2020'an ev peywîr domand. Îrmez, herî dawî Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê dikir. 
 
JI QADA KEDÊ BER BI QADA SIYASETÊ VE
 
Îrmez, ku li her qadê li dijî neheqî û binpêkirina kedê têkoşiyaye wiha qal kir: "Ez di sala 1980'î de li Şirnexê hatime dinê, ez ji vir im, zarokê vî bajarî me. Ez heta vî temenê xwe li Şirnexê bûm. Min bi salan mamostetî kir. Di sala 2016'an de weke gelek hevalên xwe ez jî bi KHK'yê ji kar hatim avêtin. Ev pêkanînek derqanûnî bû, tu hincetên wan tunebûn ku me ji kar derxînin, lê me sedema vê yekê dizanibû. Dema ku me ev têkoşîn dikir, me edalet, azadî û demokrasî ne tenê ji bo xwe, ji hemû gelê me re dixwest. Her tim li dijî van neheqiyan têkoşîneke mafdar hebû. Piştî ku ez hatim îxrackirin min di qada siyasî de cihê xwe girt. Ji wê rojê heta niha di qada siyasî de me. Ji bo me ne surprîz bû ku em ji kar hatin avêtin. Piştî qedexeya derketina derve dema em vegeriyan Şirnexê, gelek hevalên me hatin girtin û gelek ji wan jî ji ber ku der heqê wan de biryara girtinê hebû ji welat derketin. Bêguman, min hewl da ku di tevahiya pêvajoyê de tiştê ku ez dikarim bikim."
 
'HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TU PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN'
 
Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku her pirsgirêkek li bajêr rasterast bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: "Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirsgirêkên heyî çareser nabin. Dewlet ji bo tunekirina kurdan her derfetên xwe bi kar tîne. Lê ji bo berjewendiya vî gelî û ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştekî nakin. Ji ber vê yekê jî heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin û her ku pirsgirêka kurd berdewam bike dê pirsgirêkên li welêt kûrtir bibin. Hiqûqa ku li Şirnexê tê sepandin li cihekî din nîne, dema em diçin bajarekî din tiştekî wiha nabînin, tişta ku li vir tê kirin û jê re hiqûq tê gotin bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Xwezaya Şirnexê ev 3 sal in tê talankirin û ava wê tê qirêjkirin û di vê wêrankirina xwezayê de ranteke cidî heye. Talankirina xwezayê gel neçarî koçberiyê dike û debara gelê herêmê tune dikin. Krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Li vir kar tune ye, kargehek jî tune ku ciwan biçin tê de bixebitin. Em ê li dijî vê pirsgirêka bêkariyê, wêrankirina xwezayê û pêkanînên dijhiqûqî yên li herêmê tên kirin, di parlementoyê de gotina xwe bêjin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têbikoşin. Em ê pirsgirêkên li Şirnexê yek bi yek bikin rapor û di parlemonteyê de teşhîr bikin." 
 
'EM Ê CEJNÊ BI GELÊ XWE RE PÎROZ BIKIN'
 
Îrmez, diyar kir ku divê gel ji bo ewlekarî û tedbîrên sindoqan piştgiriya pêwîst bide wan û wiha got: "Me gelek hilbijartin li pey xwe hiştin. Di her hilbijartinê de sextekarî derketin holê. Em bûn şahidê van pêvajoyan. Me ev sextekarî di salên 2018-2019'an de kirin rapor û pêşkeşî wan kirin. Ev îspata sextekariyê bû. Li hemberî vê yekê gelek nerazîbûn çêbûn. Lê ev raporên me hatin red kirin. Bi rastî ev hilbijartin hinekî cudaye û girîng e. AKP-MHP 20 sal in desthilat e. Ji bo gelê me tiştek nekiriye, armanca me ew e ku em vê desthilata AKP'ê û MHP'ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bişînin, bi taybetî li Botanê, di nava ciwanan de coş û kelecaneke mezin heye, li benda 14'ê Gulanê ne ku dengên xwe bidin. Ciwan ji bo parastina sindoqên xwe tên avahiyên me û serlêdan dikin. Ev yek hêzê dide me, pirsên wan hene ku ji bo roja hilbijartinê çi bikin, em ji wan daxwaza ewlehiya sindoqan dikin. Em hişyariyên xwe dikin, divê herkes heta jimartina dengan xelas dibe li baxçeyên dibistanan bin û ji bo parastina sindoqan bisekine. Me perwerde daye gelek hevalên xwe yên peywirdar jî, lê ev têra nake. Ji ber ku li vir gelek lîstik hatin lîstin. Lê gumana me tune ku gelê me dê van lîstikan têk bibe û li hemberî van hîleyan raweste. 
 
Hevalên baroyê ji bo ewlehiya sindoqan xebatên xwe didomînin. Ji ber ku ev hilbijartin ji bo her kesî hilbijartineke girîng e. Di vê hilbijartinê de jî wê hewldanên provokasyonê çêbibin. Ji ber ku ev desthilat li ser aloziyê ava bûye.Banga min ji gelê me re ew e ku; wê rojê çi dibe bila bibe, divê sindoqan biparêzin. Em ê 14’ê Gulanê bikin roja hesabpirsînê. Em ê 15’ê Gulanê hem Cejna Zimanê Kurdî û hem jî serkeftina 14'ê gulanê bi hevre pîroz bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/10/2023
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej