Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist

  • rojane
  • 10:04 23 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve salek li pey xwe hiştin. Tevî bikaranîna çekên kîmyewî encama dihat xwestin jî nehat bidestxistin. 
 
Êrîşên dewleta Tirk ên di 23’ê Nîsana 2021’an de dest pê kirin û di 17’ê Nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê hatin berfirehkirin hê jî dewam dikin. Bîlançoya êrişên ku bi şirîkatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam dikin roj bi roj girantir dibe. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ya der barê sala dawî de hat ragihandin ku di navbera 14'ê Nîsana 2022 û 14'ê Nîsana 2023'an de 259 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya di ANF'ê de hatiye belavkirin, hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de li Zap, Avaşîn û Metîna ji hin herêman leşker û cerdevan vekişiyane, 2 hezar û 833 leşker û cerdevanan jiyana xwe ji dest dane û 387 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku herêm bi deh hezaran caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatiye bombekirin û 4 hezar û 233 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopteran hatiye bombekirin. Dîsa hat diyarkirin ku 3 hezar û 730 êrişên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine kirin
 
ÊRIŞÊN KÎMYEWΠ
 
Bikaranîna çekên kîmyayî ku li cîhanê wek tawaneke dijî mirovatiyê tê dîtin, di nava vî salekî şer de yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin. Di êrişên bi çekên kîmyewî de herî kêm 44 HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku HPG'ê dîmenên 2 endamên HPG'ê yên di 18'ê Cotmeha 2022'an de ji ber bandora kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn parve kir, bikaranîna çekên kîmyewî ket rojeva tevahiya cîhanê. Dema ku saziyên serbixwe yên navneteweyî banga lêkolînê kirin, pisporên ku dixwestin li herêmê lêkolînan bikin ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin. PDK'ê ku meşa li dijî êrişan a bi pêşengiya ciwanan asteng kir, di 14'ê Hezîrana 2021'an de jî nehişt ku Nûnertiya Aştiyê ya Navneteweyî li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide.
 
Biyolog Jan Van Aken û Josef Savari yên endamên Doktorên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî, meha îlonê ji bo lêkolîna çekên kîmyayî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Biyolog Jan Aken di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de diyar kir ku ji aliyê qeymeqamê Amediyê ve li Hirur û Kanî Masî lêkolîn hatine astengkirin û destûr nehatiye dayîn ku lêkolînê bikin.
 
Dîsa wêneyê bombeya ku li Werxelê hatiye bikaranîn û li ser "Bombeya Destê Gazê" hatiye nivîsandin hat weşandin. Bombeya navborî di çarçoveya Peymana Qedexekirina Pêşxistin, Hilberandin, Berhevkirin û Bikaranîn û Jinavbirina Çekên Kîmyayî de ku di 13'ê Çileya 1993'an de li Parîsê ji bo îmzeyê hat vekirin û di sala 1997'an de ket meriyetê, qedexe ye.
 
MASKEYÊN GAZÊ HATIN DESTESERKIRIN 
 
Yek ji bûyerên ku herî zêde bi bertekê re rûbirû ma û deng veda jî, maskeyên gazê yên ji HPG'ê re li dijî gaz û bombeyên kîmyewî şandibûn, ji aliyê Antî-Terorên Kurdistanê yên PDK'ê ve hatin desteserkirin. Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, di dawiya Adara îsal de li Duhokê dest danîne ser 1200 maskeyên gazê û bi îdiaya ku "plana metirsîdar a PKKê hatiye têkbirin." 
 
BOMBEYAN BI KUÇIKAN VE DANÎN
 
Li herêmê ji bilî bikaranîna çekên kîmyewî, cerdevanên weke "Tîma Xencerê" ku di salên 1990'î de bi gelek sûcan derketibûn pêş, li herêma şer hatin bicihkirin. Dîsa di dema êrişên ku didomin de derketibû pêş ku Tirkiye gelek hêzên paramîlîter ji Sûriyê veguhezand Herêma Kurdistanê û di êrişan de bikar aniye. 
 
Di êrişan de heywan jî hatin bikaranîn û kirin mertal. ANF'ê dîmenên kûçikê bi teqemenî û kamerayan barkirî ku di 31'ê tîrmeha 2022'yan de di nava tunelan de tê ajotin weşand.
 
BAREGEHÊN NÛ 
 
Di van êrişan de Tirkiyê bi razîbûn û erêkirina malbata Barzanî û hêzên taybet ên ser bi PDKê ve avakirina baregehên nû yên leşkerî li Herêma Kurdistanê berdewam kir. Li gorî endamê Komîsyona Asayîş û Asayîşa Giştî ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî, Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kirine û 30 hezar leşker li wir bicih kirine.
 
SIVÎL TÊN QETILKIRIN 
 
Di êrişên ku berdewam dikin de gelek sivîl bûne hedef. Li gundê Perex ê ser bi bajarê Zaxoyê di encama bombebarana balafirên şer de 9 geştiyarên Ereb hatin kuştin. Êriş ne tenê li gundan bûn; Li dijî siyasetmedarên kurd gelek sûîqest hatin kirin. Di 16’ê îlona 2021’an de li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Di 17’ê îlona 2021’an de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyê hat qetilkirin. Di 18’ê gulana 2022’yan de Zekî Çelebî li dikana xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di 28’ê tebaxê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û nivîskar Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Herî dawî siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18'ê nîsanê de li dikana xwe ya li navenda bazirganiya herî qelebalix a Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.
  
BERTEKÊN NAVNETEWEYΠ
 
Di dema qirkirina siyasî û êrişên kîmyewî de gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Grûbên Aştîxwaz ên Xiristiyan (CPT), Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê, Parlamentoya Katalonyayê bang li Tirkiyeyê kirin ku êrişên xwe rawestîne. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubat Talabanî bang li rêveberiya PDK'ê kir ku di êrişan de cih negire. Ji bilî Tirkiye û Kurdistanê, li seranserê Ewropayê bi taybetî li Swîsre, Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Yewnanîstan û Swêdê û li bajarên Rojava yên weke Qamişlo û Hesekê gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
 
YÊN KU LÊKOLÎNÊ XWESTIN HATIN DARIZANDIN 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci di 26'ê cotmeha 2022'yan de ji ber ku xwestibû têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî lêpirsîn bê destpêkirin, hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Fîncanci ku bi qasî 3 mehan di girtîgehê de ma, di 11'ê Çileya 2023'yan de hat berdan. Li aliyê din Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê parêzerAryen Turan ji ber axaftina xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya di kongreya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin kiribû, hedef hat nîşandan piştre hat binçavkirin û paşê hat berdan. Doza ku derbarê Turan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" dewam dike.
 
KCK'ê ragihand ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê biryara "bêçalakîtiyê" girt û piştre jî ev biryar heta hilbijartinên 14'ê Gulanê dirêj kir. Lê belê tevî biryara "bêçalaktiyê" jî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin. 
 

Sernavên din

05/10/2023
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej