Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin

  • rojane
  • 13:01 26 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk a Wanê bi tevlibûna bi hezaran kesan û bi coşeke mezin hat lidarxistin. dest pê kir. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan got: "Em ne qediyane, em naçin, em hene û em ê her hebin. Jin wê vê pergalê biguherînin û welat bi rê ve bibin." 
 
Mitîngên Partiya Çepên Kesk ku di 24’ê nîsanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dabû destpêkirin didomin. Partiya Çepên Kesk, piştî mitînga li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li Parka Mûsa Anter a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” mitîngê li dar dixe. Qada mitîngê bi alayên partiyê hatiye xemilandin û girse ji sê baskan ve kete qada mitîngê. Jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, bi alayên partiyê û flamayên kesk, sor û zer hilgirtin. Li qada mitîngê coşeke mezin heye û qad di demekî kin de tije bû. Girseyê heta demekî dirêj li ber stranan xelekên govendê gerandin. Li qadê dirûşmên “Bijî berxwedanan zindanan” û “Şehîd namirin” olan didin. 
 
Gelek jinên ku li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn, ber bi qada mitîngê ve meşek li dar xist. Li pêşiya partiyê heta demekê govend hatin gerandin û jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. Jinên ku cil û bergên kurdî yên rengîn li xwe kirin, dovîzên “Dîsa jin, dîsa jiyan” hilgirtin. 
 
Mitîngê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Başak Demîrtaş di mitîngê de axivîn. 
 
Li ser navê Komîteya Amedekar Ebrû Demîrtepe axivî û bal kişand ser girîngiya 14'ê Gulanê û got: "Wê îktidar bi dirûşma 'Dîsa jin dîsa jiyan' têk biçe." 
 
Piştî axaftina Demîrtepe, namzetên Wanê yek bi yek derketin ser dikê û jinan silav kirin. Dema ku Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derket ser dikê coşa welatiyan zêdetir bû û yek car dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Wanê Gonul Uzunay jî axivî û got: "Em bi salan e li dijî îktidara faşîst têdikoşin. Li 21 bajaran ji sedî jortir hevalên me hatin binçavkirin. Siyasetmedar, hunermend, rojnameger, parêzer û nûrenên saziyan hatin binçavkirin. Em vê li dijî qirkirinê derkevin." 
 
'EM HENE' 
 
Başak Demîrtaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser biryarbûn û hêza gel û wiha axivî: "Em jin li vir in, em li her derê ne. Em ji vir silavek xurt ji hevalên xwe yên jin re bişînin. Tu tişt li ber têkoşîna wekheviyê ya jinan nebû asteng. Em carek din dibêjin em hene, em li vir in. Em ê di 14'ê Gulanê de bi ser kevin." 
 
BÛLDAN: LI DIJÎ ME OPERASYONÊN KOMPLOGERÎ PÊK TÎNIN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî jinên cîhanê silav kir û wiha axivî:
 
"Silav ji kesên ku têkoşîna azadiyê ya Jîna Emînî diparêzin. Silav li hemû hevrêyên min ên jin ên ku têkoşîna wê hembêz kirin. Silav ji Dayikên Şemiyê yên ku lêgerîna xwe ya edaletê didomînin silav. Belê, 18 roj man hilbijartinan re. Hikûmetê bi operasyonên qirkirina siyasî jin, ciwan û siyasetmedar binçavkirin. Ez dixwazim bibêjim ku operasyona ku di dema nêzikbûna hilbijartinan de hat kirin, operasyoneke komployê bû.
 
Dê di 14'ê Gulanê de bersivê bidin operasyonan. Em îro careke din ji vê qadê bersiva xwe didin. Yên vî welatî îdare dikin bila baş li vê meydanê binêrin. Bila li dirûşmên jinan, helwesta wan a rast û têkoşîna azadiya jinê binêrin. Em îro li vir bi moralek mezin mîtînga xwe ya jinan pêk tînin. Em îro dixwazin kelecana mezin a ku me ji Colemêrgê girt, bi jinên Wanê re li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Bila guh bidin dirûşmeyên ji vê qadê derdikevin. Niha, bê guman, hikûmetê hesabên xwe dike. Dixwaze van hesaban bi operasyonan pêk bîne. Lê belê armancek wan a din heye; dixwazin me bitirsînin. Ji bo me bitirsînin, asteng bikin. Lê divê vê yekê jî bizanibin; em ne qediyane, em naçin, em hene û em ê her hebin. 
 
Jin wê vê pergalê biguherînin û welat bi rê ve bibin. Em ê Tirkiyê îdare bikin. Weke jin di meclîsê de û di hemû qadên jiyanê de em namzetên rêveberiya welat in. Dixwazim bêjim ku em careke din daxwaza dengên hemû gelê Wanê dikin. Serokê berê yê AKP'ê herî dawî daxuyaniyek da û got 'Gelê Wanê dengê xwe nade AKP'ê'. Ew bi xwe dibêjin. Xwe vekirî îfade dikin. Gelê Wanê wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk, ne AKP'ê.
 
Jinên delal,  Bekîr Kaya yê ku vîna we ye ji bîr nekin, hevşaredarên xwe ji bîr nekin. Wisa li vîna xwe xwedî derbikevin ku AKP ji kirin û kiriya xwe poşman bibe. Em ji we gelê Wanê bawer dikin û di xebatên we de serkeftinê dixwazin. Ez ji dil bawer dikim ku em ê bi ser kevin. Em ê ji niha û pê ve pir caran hev bibînin. Em ê bi mîtînga mezin a 13’yê gulanê ya Wanê li dar bixin, careke din bên gel hev. 
 
Em ê di 13'yê Gulanê de bi heman biryardarî, coş û moralê rojek beriya hilbijartinê mitîngê pêk bînin û çawa di qadên Newrozê, qada 8'ê Adarê û îro li vî qadê jin kom bûn em ê ji wir jî peyamên xwe bidin. Di karê we de ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Ez we hemûyan bi rêz û hezkirin silav dikim û hemû hevalên me yên jin yek bi yek hembêz dikim."
 
Piştî axaftinan hunermend Xecê derketin ser dikê û stranên ji hev xweştir gotin. 
 

Sernavên din

29/04/2023
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye
16:23 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn
15:50 Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in
15:44 Ji bo Roboskî edalet hat xwestin
15:43 ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin
14:44 Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e
14:36 Mîtînga Misircê: Em ê dijminên kurdan di 14'ê Gulanê de bişîni
14:26 ‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’
14:13 Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
13:36 Malbata Şenyaşar: Cilnimêj eniyên qirêj paqij nake!
13:33 Semra Guzel: Ya ku tê darizandinê rastiya gelê kurd e
12:30 Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin
12:09 Rojnamevan Aktan: Beriya hilbijartinê dixwazin li Kurdistanê rewşek tarî biafirînin
12:03 14 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin
11:30 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28'an
11:05 Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye
10:45 Guney: Sicîla Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de nepaqij e
10:39 Li Hatay û Mereşê erdhej çêbû
10:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:22 Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye
10:03 'Bozdagê ku serok û amire dadgeran e gelo wê çawa edaleta hilbijartinê temîn bike?'
09:02 Baroya Îzmîrê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin
09:01 Karkerên ku di şert û mercên giran de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin