Namzetê Partiya Çepên Kesk Bîlgîn: Em ji bo guherandina çarenûsa Yozgatê diçin

  • rojane
  • 09:01 28 Nîsan 2023
  • |
YOZGAT - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Yozgatê Cemal Bîlgîn got: "Em ji bo hilweşandin û guherandina çarenûsê Yozgatê diçin." 
 
Partiya Çepên Kesk, bi namzetên rengîn tev li hilbijartinên 14'ê Gulanê dibe. Yek ji van namzetan jî Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Bixwe (ÎKEP) Cemal Engîn e. Partiya Çepên Kesk, li Yozgatê kir namzetê rêza yekemîn. 
 
‘MIROV KIRIN KARMENDÊ DEWLETÊ'
 
Bîlgîn anî ziman ku ji bo bibe pirek li Yozgatê namzetiya xwe daniye û got: "Yozgat, wekî bajarekî netewperest tê zanîn. Lê divê ev bê şikandin. Li Yozgatê jî mazlûm, gel, bêhiqûqîtî û newekhevî hene. Divê em vê bînin cem hev û biratiyê ava bikin. AKP-MHP bi salan e li Yozgatê siyasetê dike. Xwe disipêrin netewperestiyê û vir wekî depoya xwe ya dengan dibînin. Pirsgirêkên karkeran, kedkaran, jin û xwendekaran nayên berbiçavkirin. Li vir siyaseteke ku bibe çare ji bo pirsgirêkên kedkaran tune ye. Netewperestî tê empzekirin û mirov veguherandina karmendên dewletê. Desthilata AKP-MHP2ê xwe disipêre vê. Ev yek zirarê dide çîna karkeran, jinan û gelên mazlûm." 
 
‘DIVÊ YOZGAT BIBE NAVENDA AŞTIYÊ'
 
Bîlgîn anî ziman ku bi salan di warê sendîqayê de xebitiye û wiha axivî: "Ev têkoşîna me ji bo çîna karkeran a li Yozgatê, Behra Reş û Rojhilatê bû jî. Di vê têkoşînê de tim demokrat û kurd li cem me bûn. Lewma divê Yozgat bibe navenda aştiyê. Di pêvajoya aştiyê de hikûmetan gelên mazlûm xapandin û ew di nîvê rê de hiştin. Ji lew re ger pêvajoya çareseriyê pêk bihata, dê feraseta netewperest ji holê rabûna. Çawa em bi çîna karkeran re Peymana Kar a Giştî dikin, divê em bi gelên mazlûm re jî peymaneke giştî bikin. Ev jî divê li Yozgatê be û bibe mînak. Min ev peywir hilgirt û bûm namzetê Yozgatê." 
 
‘EM JI BO GUHERANDINA ÇARENÛSÊ DIÇIN'
 
Bîlgîn destnîşan kir ku divê li Yozgatê feraseta "keleha AKP-MHP'ê" bê şikandin. Bîlgîn diyar kir ku li Yozgatê xwe digihînin kesên ji bo kedê û mafan têdikoşin û wiha berdewam kir: "Yozgat warê min e, lê dibû ku Amed jî bûbûna warê min. Em ji bo hilweşandin û guherandina çarenûsa li Yozgatê diçin. Em ê bi Partiya Çepên Kesk, Yozgatê bi serketineke dîrokî, bi parlementerekî tacîdar bikin. Çima AKP-MHP'ê li benda parlementerekî an jî du parlementeran e? Divê Partiya Çepên Kesk, sosyalîst jî li hemû bajaran parlementeran bişînin meclisê. Wê gavê dê aştî û biratî bê. Ez jî ji ber ku yeqîn dikim ez ê vir bi Partiya Çepên Kesk temsîl bikim, li vir im." 
 
Bîlgîn destnîşan kir ku ger bê hilbijartinê dê pirsgirêkên gundî, karker û kedkaran veguhezîne Meclisê. 
 
‘EM Ê GUHERÎNÊ LI MECLISÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Bîlgîn di dawiya axaftina xwe de got: "Li Yozgatê hevalên me yên karkerên taşeron, rastî neheqiyê tên û wekîlekî ku wan temsîl bike tune ye. Ji ber vê pêşniyazek wiha hat. Me û hevalên xwe yên karker ev pêşniyaz nirxand û ez li Yozgatê bûm namzet. Dê xebatên me yên li Yozgatê bidomin. Em û hevalên xwe yên karker em ê bi hev re tevbigerin, em ê guh li pirsgirêkên wan bikin. Em ê hem li parlementoyê hem jî li kuçeyan têkoşîna çîna karkeran û kedkaran bînin ziman. Em yeqîn dikin ku dê bi çîna karkeran bi ser biekvin û li ser navê Partiya Çepên Kesk parlamenterekî bişînin Meclisê. 
 
MA / Yusra Batihan 

Sernavên din

10/10/2023
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin