Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin

  • rojane
  • 09:07 30 Nîsan 2023
  • |
img

RIHA - Girtiyê nexweş Eyup Kodîn ku ji ber nexweşiya xwe di 5'ê sibatê de cezayê wî 3 mehan hatibû taloqkirin, cardin hate girtin. 

 
Girtiyê nexweş Eyup Kodîn (49) di sala 2019'an di çarçoveya lêpirsîna "KCK"ê de li navçeya Wêranşar a Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî 3 salên li Girtîgeha Sêwregê ya Tîpa T a Hejmara 1'ê, Kodîn ji dilê xwe emeliyat bû û ji ber vê bijîşkan rapora "rewşa tenduristiya wî di xetere de ye" dawî. Piştî raporê parêzerên wî ji bo taloqkirina cezayê wî serlêdan kirin. Piştî serlêdanê cezayê Kodîn 3 mehan hate taloqkirin û di 5'ê sibatê de hat berdan. Lê çendî tenduristiya wî baş nebûye jî Kodîn di 28'ê nîsanê de careke din hate girtin. 
 
Kodîn, berê têkildarî girtina xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û wiha gotibû, "Heke ez cardin bikevim girtîgehê, ez ê bimirim."
 
'GIRTÎGEHÊ EZ NEXWEŞ KIRIM'
 
Kodîn anîbû ziman ku berî bê girtin tu nexweşî bi wî re tune bûne û got ku şert û mercên girtîgehê ew nexweş kiriye. Kodîn bilêv kiribû ku kerika guhê wî teqiyaye lê beriya ku parêzer bên ew nebirine nexweşxaneyê. Kodîn diyar kiribû ku nexweşiya tansiyon, êşa dil û û nexweşîna piştê pê re heye û wiha got: "Şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş ne guncav in. Di pêvajoya pandemiyê de, ez nebirim nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê gelek beşên bijîşkan tune ye. Gelek girtiyên nexweş ji ber şert û mercen girtîgehê nekarin tedawî bibin. Piştî ku di 23'yê çileyê de emeliyata bayîpasê bûm, bi lez û bez bi zora leşkeran ez ji nexweşxaneyê taburcî kirim û birin girtîgehê. Li nexweşxaneyê jî destên min kelemçekirî bûn. Di van şert û mercan de ez nikarim du rojan di girtîgehê de bimînim. Ez ê bimrim." 
 
Kodîn bal kişandibû ser ku piştî sê mehan wê careke din nexweşiya wî bê lêkolînkirin ka nexweşiya wî li gorî şert û mercên girtîgehê guncav e yan na û ev tişt gotibûn: “Ez nikarim di girtîgehê de bimînim. Ger di encama lêpirsînê de ez vegerim girtîgehê û li wir tiştek bi min bê, berpirsyar ew rayedar in ku ev biryar dane. Dema ez ji nexweşxaneyê derketim, bi monîtorê ve girêdayîbûm, tevî ku motora buharê di pozê min de hebû jî, bi darê zorê destên min kelemçe kirin, ez li wesayîta leşkerî siwar kirim û birin girtîgehê. Ambulans jî nedan. Ne mimkûn e ku ez bi saxî ji wir derkevim. Hevalên min li girtîgehê li min dinêrîn. Dema rewşa min dîtin digiriyan."
 
'NEMIROVÎ YE'
 
Kodîn destnîşan kiribû ku piştî biryara berdanê leşkeran jê re gotiye "Ev sûcdarekî terorîst e, çawa hat berdan" û gotibû ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kodîn axaftina xwe wiha bi dawî kiribû: “Mirovekî nexweş nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Bi tu awayî ne mirovahî ye ku mirovek nexweş di girtîgehê de bimîne. Ger kesek ji ber nexweşiya xwe muhtacê lênêrînê be, pêwîstiya wî bi dermankirinê heye, divê di girtîgehê de nemîne. Anku wê min bi vî halî bi rînge bibin girtîgehê. Bi kîjan wijdanê dê min bibin girtîgehê."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

12/10/2023
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan