Serokê CÎK’ê Tûrhalli ji bo Çepên Kesk banga piştgiriyê kir

  • rojane
  • 11:12 11 Gulan 2023
  • |
ÇEWLIG - Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Ahmet Tûrhalli bang li gelê Çewligê kir û ji bo partiya Çepên Kesk piştgirî xwest. 
 
Partiya Çepên Kesk xebatên hilbijartinê didomîne. Li aliyê din daxuyaniyên piştevaniyê yên ji bo partiyê jî berdewam dikin. Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Hafiz Tûrhalli ji bo Partiya Çepên Kesk di serî de ji gelê Çewligê ji hemû hilbijêran re bang kir. 
 
Tûrhalli yê bal kişand ser zextên li dijî kurdan, anî ziman ku gelê kurd bi “pirsgirêka tirk” re rûbirû ne û bi lêv kir ku li dijî van hemû pirsgirêkan wê Partiya Çepên Kesk sekneke xurt nîşan bide. Tûrhalli, axaftina xwe wiha domand: “Di nav pêşengtiyên Partiya Çepên Kesk de çareseriya pirsgirêkên kurdan ên weke perwerdehiya bi zimanê dayikê û prensibên rêveberiya herêmî hene. Em weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê dixwazin misilman piştgiriya Partiya Çepên Kesk a kurdan bikin. Hejmara parlamenterên ku ew hilbijêrin çiqas zêde bibe wê li Tirkiyeyê jî ewqas wekhevî û demokrasî pêş bikeve. Dê pirsgirêka ku jê re dibêjin pirsgirêka kurd lê li gorî min ‘pirsgirêka tirk e’ jî dê bê çareserkirin.”
 
‘EV NE OLDAR IN BAZIRGANÊN OL IN’ 
 
Tûrhalli, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê 22 sal in mirovan dixapîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin prensîbên nirxên ku em jê bawer dikin hene û li serê van prensîban edalet tê. Lê bi vê desthilatê têgeha edaletê jî bi ser û bin bûye. Vê desthilatê ol xistiye bin dest û piyan. Derewker, diz, kujer, kesên fihûşê dikin weke oldar digerin. Ev hemû ew in ku yên xwe girêdayî vî olî dibînin. 21-22 sal in mirov xapandin. Niha li Tirkiyeyê bê exlakî ewqas pêş ve çûye ku desthilat vê diyar dike. An ku desthilat bi xwe ye ku civak ber bi vê yekê ve kaş kiriye. Ev desthilat çawa bû desthilat. Bi firotina olî bû desthilat. Ev ne oldar in, bazirgan û îstîsmarkarên olî ne.”
 
‘ZALIMAN TÊK BIBIN’ 
 
Tûrhalli, bi lêv kir ku dema desthilata AKP’ê de nirxên îslamî hatine binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev dibêjin ez oldar im û bi 500 parazvanan diçin nimêje, rojiya xwe bi fêkiya ejder vedikin. Desthilata ku li qada navnetewî jî bû sedemê pêkhatina Îslamo fobiye divê êdî biçe. Mirovên me yên nirxên me didin jiyîn qetilkirin, melayên me yên 70-80 salî ku mewlîda kurdî xwendin avêtin girtîgehê û bûn sedema mirina wan. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo dij derketina vê şensekî mezin e. Tam demê ku hemû civakên li Tirkiyeyê dijîn li dijî vê derkevin e. Em bang dikin ku li dijî van derkevin û teqez biçin ser sindoqan û van zaliman têk bibin.”
 
BANG LI ÇEWLIGIYAN KIR
 
Tûrhalli, bang li gelê Çewligê kir û ev tişt gotin: “Yên ku melayên me xoceyên me darvekirin ev pergal bû. Ev pergalê mezinên me darve kirin û melayên me kuştin. Ji ber wê yekê em dixwazin ku gelê Çewligê xwedî li şêxên xwe derkevin û di vê mijarê de li cem mexdûr û mazlûman bisekinin.”
 
HAFIZ TÛRHALLI KÎ YE? 
 
Hafiz Ahmet Tûrhalli yê di sala 1970’an de li Amedê hate dine di temenên biçûk de li medreseyên Kurdistanî xwend. Bavê wî Hafiz Sadik Tûrhalli yê di sala 1992’yan de meleye Mizgefta Berat a Amedê bû ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.  
 
Tûrhalli, di sala 19932yan de li Zanîngeha El Ezhar a Misirê di Beşa Hiqûqa Navnetewî û Hiqûqa Îslamî de xwend. Tûrhalli di nav damezrînerên Tevgera Îslamî ya Kurdistan de cih digire. 

Sernavên din

28/10/2023
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin