Gergerlîoglû: Îktîdar hewl dide kêmasiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêre

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Gergerlîoglû bal kişand ser îstîsmarkirina dîn ji hêla AKP’ê ve û wiha got: “Gel bedelekî giran da û dixwazin bi rêya îstîsmarkirina dînî vê rewşê veşêrin.” 
 
Yek ji rêbazên ku îktîdara AKP’ê di her hilbijartinê de serî lê dide jî îstîsmarkirina dîn e. Heman rêbaz di hilbijartinên 14’ê Gulanê de û niha jî ji bo hilbijartina 28’ê gulanê tê kirin. Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan ku di demên berê de Qur’an li ser dikan dihejand, di pêvajoya hilbijartinên dawî de gotibû “Em fermanê ji Xwedê digirin. Yên ku ol, ala û azana wan tune ye jî piştgiriyê didin Bay Kemal.” û rastî bertekên tund hatibû. 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî îstîsmarkirina –olê ji hêla îktîdarê ve bi ajansa me re axivî. 
 
‘KÊMASIYÊN XWE BI ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ RE VEDIŞÊRIN’ 
 
Gergerlîoglû anî ziman ku îktîdara AKP’ê di mijarên mafên mirovan, aborî, çandinî, sewalkarî, çand û hêj di gelek mijaran de bedelekî giran bi gel da jiyîn û wiha got: “Niha jî hewl dide bi îstîsmarkirina olê re vê rewşê veşêre. Gelemperî taktîka wan a hilbijartinê ev e. Bi îstîsmarkirina olê û bi gotina ‘terorê’ hewl didin van kêmasiyên xwe veşêrin. Hesasiyên civakê yên olê jî li ser bingeha şêweperestiyê hatine avakirin lewma ev îstîsmare cihê xwe digire. Lewma dê vê rewşê her bidomînin. Divê gel li dijî îstîsmarkirina olê hişyar bin. Di temamiya dîrokê de siyasetmedaran her tim derew kirine û gel pê xapandine. Di qadên hilbijartinan de derew kirin, ol îstîsmar kirin û beşeka gel xapandin. Heta li ser vîdeoyên birêz Kiliçdaroglû jî montaj çêkirin û xwestin binhişekî ava bikin. Ji xwe ev tê wateya îstîsmarkirina olê. Olperest tê wateya kesê eleqeya wî bi olê re tune lê hewl dide îstîsmar bike. Êdî sînorê bêexlaqiyê jî derbas kirine. Gelek derewên Erdogan hatine teşhîrkirin lê dîsa jî hêjta serî lê dide. Dibêje qey bi vê rêyê dikare encamekî bi dest bixe.” 
 
‘BÊEXLAQIYÊN XWE BI ÎSTÎSMARKIRINA OLÊ VEDIŞÊRIN’
 
Bi domdarî Gergerlîoglû bal kişand ser gotinên balkêş ên Erdogan ku hêza medya û dewletê di destê wî de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Erdogan bi mejiyê ‘em ê di dema hilbijartinê de van derewan bikin, dema em bi ser ketin êdî piştre derkevin holê jî ma dê werin bîra kê?’ tevdigere. Mejiyê wî bi vî awayî dixebite. Lê divê derdorên îslamî bi ser xwe ve bên. Divê tenê li şikl û gotinan nenihêrin. Bi hejandina Qur’anê û xwendina ayetan tu kes nikare olekê temsîl bike. Ji ber vê rewşa welat xistiyê ciwan ji olê dûr dikevin û bandoreke neyînî li civak û oldaran kir. Hewl didin bêexlaqiyên xwe bi îstîsmarkirina olê veşêrin. Îktîdar di pêvajoya hilbijartinê de du amûrên sereke bi kar tîne. Yek ji wan îstîsmarkirina olê û ya din jî zimanê terorîze û krîmînalîze dike ye.”

Sernavên din

12/11/2023
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da