Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû

  • rojane
  • 10:40 28 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi binpêkirinan dest pê kir û bi binpêkirinan bi dawî bû. Parlamenter û peywirdarên sindoqan rastî êrişan hatin, AKP’iyan gef xwarin û li gelek bajaran jî deng bi vekirî û komî hatin dayîn. Banga xwedîderketina li dengan hate kirin.  

 
Degndayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir.
 
YSK:JI SEDÎ 54,60'Ê DENGAN HATIN HEJMARTIN 
 
 
19.47 - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku ji sedî 54,60’ê dengan hatine hejmartin.
 
YSK: JI SEDÎ 25'Ê DANEYAN HATINE
 
19.00 - YSK’ê diyar kir ku heta niha ji sedî 25’ê daneyan ji wan re hatine şandin.
 
JI SEROKÊ YSK'Ê DAXUYANIYA EWIL 
 
 
17.29 -  Serokê YSK’ê Ahmet Yener piştî dengdayîn bi dawî bûy derket pêşberî kamerayan û wiha got: “Heta niha jî rewşeke neyînî neqewimî ye.”
 
DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ 
 
 
17.00 - Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 17.00’an de bi dawî bû.
 
ÊRIŞÎ FERÎT ŞENYAŞAR Û ŞANDEYA PÊ RE KIRIN
 
 
16.40 - Li Taxa Yenîkoy a navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê nelirêtî û êriş xelas nabin. Şandeya Partiya Çepên Kesk a li ser agahiya ku nahêlin muşahidên wan dengên xwe bidin hatin taxê, li vir rastî êrişa bidar û keviran a komekê hat. Şandeya ku parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, Hevserokên HDP’ê Ahmet Atiş û Garîb Yeşîl, Hevserokê DBP’ê Vahît Akgun û parêzerên Baroya Rihayê di nav de rastî êrişa kesên nasnameya wan ne diyar hatin. 
 
LI HERÊMA EGEYÊ PÛSÛLAYÊN MOHRKIRΠ
 
 
14.09 - Li Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket.
 
POLÎSAN BÊYÎ BELGEYA 142'YAN DENG DAN
 
 
15.32 - Li Enqereyê 3 polîsan li dibistaneke amadehî bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengên xwe dan.
 
LI GUNDEKÎ SER SÎNOR DENG BI KOMÎ HATIN DAYÎN 
 
 
15.26 -  Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin.
 
LI AMEDÊ PÛSÛLAYÊN DENGAN ÊN SEXTE 
 
14.59 -  Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl da bi pûsûlaya sexte deng bide hate ferqkirin. Derket holê ku di pûsûlayê de deng ji bo Erdogan hatiye dayîn.
 
 
LI SEYHANÊ POLÎSAN KIRARIYA DENGDAYÎNÊ DA SEKINANDIN
 
 
14.43 - Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
 
CHP SERÎ LI DESTEYA HILBIJARTINÊ DA 
 
14.42 - CHP’ê li navçeya Azarpêrtê girteka bêrêbaziyên li gundê Hasbaglarê girt û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da. 
 
DI ZERFÊ DE PÛSÛLAYA BI MOHRA ERDOGAN HATE TESPÎTKIRIN
 
 
14.24 - Li Çorluyê di dema kontrolkirina sindoqê de di nava zerfek hate tespîtkirin ku tê de pûsûleya li şûna navê Erdogan mohra “Erê” lê hatibû xistin hate tespîtkirin.
 
LI HATAYÊ MUŞAHID HATIN DERBKIRIN
 
 
14.02 - Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin hatin derbkirin.
 
DI ŞÛNA YÊN LI EWROPA DE DENG DA
 
14.00 - Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê muşahîdê CHP’ê îtîrazî bikaranîna dengên hilbijêrên li Ewropayê kir. Leşker ji muşahîd re got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Ez nikarim mudaxile bikim.”
 
 
BINPÊKIRIN DIDOMIN
 
 
13.53 - Di dengdayîna hilbijartinê de binpêkirin jî zêde dibin. Li Sêrtê leşker û cerdevanan zext li welatiyan kirin ku rayên xwe vekirî bikar bînin. Li Mûşê rayên bi komî hatin bikaranîn. Li Edeneyê jî rêveber û endamên AKP’ê gef li wezîfedarên sindoqan xwarin. 
 
DAYIKA RAHŞAN DEMÎREL DENGÊ XWE DA 
 
13.35 - Dayika Rahşan Demîrel a di Newroza sala 1992’yan de xwe şewitandibû, Emîne Demîrel piştî gotina Erdogan a “me pêvajoya çareseriyê xist sarincê” care ewil çû ser sindoqê û dengê xwe da.
 
JI KEYA Û CERDEVANAN XWESTIN WÊNEYÊN DENGÊN XWE BIŞÎNIN 
 
 
13.23 - Rêveberên AKP’ê yên navçeya Qilebanê li keya û cerdevanan geriyan û jê re wiha gotin: “Dema we dengê xwe da wêneyê wê bikişînin û ji me re bişînin.”
 
KILIÇDAROGLÛ: JI BO DEMOKRASIYÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN
 
 
12.48 - Namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû raya xwe da û wiha got: “Ji bo ev zext bi dawî bibin û ev welat bigihîje demokrasiya rasteqîn, ez hemû welatiyên me vedixwînim ser sindoqan.” 
 
ŞANDEYA BIYANÎ HILBIJARTINÊ DIŞOPÎNE
 
 
12.37 - Parlamenterê Partiya Çep a Alman Hakan Taş ji bo hilbijartina serokkomariyê bişopîne hatiye Amedê û got: “Hêvî dikim ku Tirkiye carek din di tarîtiyê de nefetise. Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe ser sindoqan.” 
 
BILA HERKES BIÇE SER SINDOQAN
 
 
12.23 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da ev bang kir: “Bila herkes biçe ser sindoqan ji ber ev ne tenê hilbijartina Serokkomariyê ye. Em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng didin.”
 
LI CIZÎRÊ LI BAXÇEYÊ DIBISTANÊ WESAYÎTA BÊPLAKA 
 
 
12.07 -  Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.
 
HEM DENGÊN KOMÎ DAN HEM JÎ ÊRIŞ KIRIN
 
 
11.38 - Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker li Rihayê dema zilaman li şûna jinan deng didan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê êrişî Şeker hat kirin.
 
LI MÊRDÎNÊ BINPÊKIRINÊN HILBIJARTINÊ
 
 
11.23 - Li Mêrdînê li hin dibistanan parêzer ji derdora sinoq û dibistanan hatin dûrkirin. Polîs ji bo AKP’e muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî rayên bi komî tên bikaranîn.  
 
BULDAN: DENGEK GELEK TIŞTAN DIGUHERÎNE 
 
 
11.14 -  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dengê xwe da û wiha got: “Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.”
 
DÊMÎRTAŞ JI BO DENGDAYÎNÊ BANG KIR
 
 
11.03 - Selahattîn Demîrtaş wêneyekê ku dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.” 
 
EMÎNE ŞENYAŞAR: DÊ GUHERÎN ÇÊBIBE 
 
 
10.56 -  Emîne Şenyaşar dengê xwe da û ev bang kir: “Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”
 
LI YALOVAYÊ ZERFÊN SEXTE 
 
 
10.56 - Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a namzetên hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Hudaverdî Aydin a li navçeya Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî anîne dibistanê. Ev bêrêbazî li sindoqa jimara 1033’yan qewimî û têkildarî vê bêrêbaziyê girtek hat girtin. Hat zanîn ku ew zerfên qatkirî ji derve anîne dibistanê. 
 
HEVBERDEVKÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊ XWE DAN
 
 
10.05 - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Ûçar li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Abadolûyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî. 
 
Ûçar di sindoqa bi hejmara 1359'an de dengê xw ebi kar anî. Ûçar piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xw ebi kar bînin û got: "Ez dixwazim biçin ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xw ebi kar bînin. Cardin meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14'ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê." 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê bi kar aniye û got: "Hêvîdar im 28'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitêkoşin."  
 
MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ÇÛNS ER SINDOQÊ
 
 
09.49 - Li Hataya ku di erdhejên navenda wan Mereşê de gelek hilweşiya, li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dengdayînê dest pê kir. Hilbijêrên ku ji ber hilbijartina serokkomariyê diçin ser sindoqan li ber konteyniran ketin dorê. 
 
DENGDAN DEST PÊ KIR
 
 
08.00 - Dengdana ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê saet di 08.00'an de dest pê kir. Li seranserê welêt li 973 navçeyan û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn û tê payin ku zêdetirî 60 milyon hilbijêrên li nav welêt biçin ser sindoqan. Dengdayîn dê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe. 

Sernavên din

30/05/2023
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide
11:00 Dolar radibe
10:44 Encamên hilbijartina parlamenteriyê dê îro bişînin Rojnameya Fermî
10:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir
10:15 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê 14 roj in tên sekinandin
09:51 KNK dê di sedsala Lozanê de kongreyeke neteweyî li dar bixe
09:49 Zam li benzînê hate kirin
09:22 Rêveberên AKP’ê helbestvanê kurd Çakin derb kirin
09:01 Aborîzan Altintaş: Piyase bêbiryar in
09:00 Welatiyên Îzmîrê: Bila kes reşbîn nebe, em ê têkoşîna xwe xurttir bikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2023'YAN
08:30 Ciwanên li Geverê bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
29/05/2023
20:56 Êrişî HDP'a Înegolê kirin
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat