Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake

  • rojane
  • 09:00 29 Gulan 2023
  • |
img
WAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku Wezareta Dadê daneyên têkildarî girtiyên nexweş parve nake û wiha got: “Mirov di girtîgehan de pirsgirêka ewlehiya jiyanê dijîn.”
 
Li gorî daneyên ku Miduriyeta Giştî ya Sîcîla Edlî û Îstatîstîkan a Wezareta Dadê ya sala 2022’yan ragihandiye; Hejmara mirovên li girtîgehan ên li gorî sala 2021’yan ji sedî 14,6 zêde bû û bû 341 hezar 294. Di heman daneyan de di 2021’an de hejmara kesên di Saziyên Înfaza Ceza de ji sed hezar kesî 352, di sala 2022’yan de jî 400 kes bûn. Li aliyê din di sala 2022’yan de ji her sed hezar kesî 485 kes ên di koma 12 salî û bi ser de di saziyên înfazê yên ceza de cih girtin. Li gorî daneyan hejmara girtîgehan a sala 2016’an de 382 bû di sala 2022’yan de bû 399. 
 
DI 10 SALÊN DAWÎ DE 3 QAT ZÊDE BÛN 
 
Li gorî daneyan, hejmara girtiyan ku di sala 2012’an de 136 hezar û 638 bû, di sala 2022’yan de bû 341 hezar û 294. Hejmara kesên li girtîgehê, ji bilî sala 2020’yan ku serdema pandemiyê bû, her tim zêde bû. Li gorî van daneyan di nava 10 salên dawî de ku AKP desthilat e hejmara girtiyan 3 qat zêde bûye.
 
SÛCÊ ÎSTÎSMARÊ: 18 HEZAR GIRTIN 
 
Di nava salekê de ji sûcê îstîsmara zarokan 18 hezar û 181 kes ji ber êrişa zayendî jî 6 hezar û 58 kes hatin girtin. 
 
ENDAMTIYA RÊXISTINÊ: 16 HEZAR Û 748 GIRTIN 
 
Di sala dawî de ji deh hezaran kesên ku bi tenê bi hinceta lêpirsînên bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatine binçavkirin, 16 hezar û 748 kes hatin girtin û avêtin girtîgehan. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Mehmet Karataş daneyên ku Wezareta Edaletê aşkere kir nirxand û anî ziman ku li girtîgehan pirsgirêka ewlehiyê tê jiyîn.
 
Karataş, da xuyakirin ku hejmara girtiyan ji kapasîteya li girtîgehan gelekî zêdetir e û bi lêv kir ku di nava 6 salên dawî de hejmara girtiyan bi qasî 3 qatan zêde bûye. Karataş, anî ziman ku hejmara girtiyan karneya mafên mirovan a li Tirkiyeyê nîşan dide û wiha got: “Li welatekî çiqasî girtîgeh hebin, di warê mafên mirovan de jî binpêkirin ewqas zêde dibin. Girtîgeh li vê erdnîgariyê pirsgirêkeke girîng e. Dema em li daneyan dinêrin, hem zêdebûna hejmara mirovên dikevin girtîgehan, hem jî hebûna mirovan a li ser kapasîteyê, hem jî hejmara zêde ya girtîgehan vê tabloyê nîşan dide.”
 
DANEYÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ NÎNIN!
 
Karataş, anî ziman ku di daneyên wezaretê de cih nedaye girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Wezareta Dadê daneyan parve nake. Li gorî daneyên komeleya me ji hezar û 600’an zêdetir girtiyên nexweş hene û me ev dane bi wezaretê re jî parve kirin. Ne pêkane ku Wezareta Dadê di vê mijarê de xebatan neke, ji ber ku ev kes di girtîgehê de dimînin. Saziya Tiba Edlî ya girêdayî Wezaretê jî têkildarî girtiyên nexweş xebatan dike. Li wezaretê îhtîmaleke mezin dane hene lê bi rayagiştî re nayên parvekirin. Têkildarî berdana girtiyên nexweş jî giştînameyek hate weşandin. Sedemê parvenekirina wezaretê hem ji bo lêkolînên ne têrker nîşan bide hem jî bi parvekirina daneyan re pêşî li wergirtina agahiyan a gel a li ser girtiyên nexweş bigire.”
 
‘PIRSGIRÊKA EWLEHIYA JIYANÊ HEYE’ 
 
Karataş, anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê hene û wiha pê de çû: “Di girtîgehan de kî bimîne bila bimîne, pêvajo nikare li dijî rûmeta mirovahiyê be. Lê em di daneyan de vê dibînin; Kapasîteyeke 280 hezar kesan pêk tê heye, divê ev jî neyê tejî kirin lê niha 341 hezaran zêdetir hatine bicihkirin. Di girtîgehan de mirov di serî de pirsgirêka xwarin vexwarin û negihiştina ceyranê di gelek mijaran de pirsgirêkan dijîn. Pirsgirêkên weke mafê tenduristiyê, perwerdehî û jiyana rojane hene. Dema me ev hemû li ber çavan girtin, jiyana mirovan a li vir gelek zehmet dibe.”
 
Karataş, bi bîr xist ku gelek girtiyan serî li ÎHD’ê dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî giliyên li ser mûameleya nebaş tên. Dema mirov sewqî girtîgehan tên kirin pirsgirêkan dijîn, têxin hucreyên yek kesî. Mirov di girtîgehan de rastî mûameleya nebaş a personel û miduran tên, rastî lêgerîna tazî tên, nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê, ev pirsgirêkên sereke ne. Di heman demê de têkiliya bi malbatê re, nebûna kovar û rojnameyan êdî ji bo mirovan pirsgirêkeke duyemîn e ji ber ku mirov niha di girtîgehê de pirsgirêka ewlehiya jiyanê dijîn.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 
 

Sernavên din

04/06/2023
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN