Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn

  • rojane
  • 14:35 14 Hezîran 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Polîsê bi navê Metîn Kîraz bi wesayîta zirxî li zarok Mîraç Mîroglû xistibû û qetil kiribû. Di danişîna doza qetilkirina Mîroglû de parêzerê Kîraz ji bo parastinê dem xwest. Parêzerên Mîroglû jî li dijî rapora ku Mîroglû “biqisûr” dibîne îtîraz kirin. 
 
Polîsê bi navê Metîn Kîraz di 3’yê îlona 2021’an de li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê bi wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû da û qetil kir. Ji ber qetilkirina Mîraç Mîroglû, derheqê polîs Kîraz de bi sedema “biqisûr kuştina mirovan” doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Hezexê hate lidarxistin. 
 
Parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê, parêzerên malbata Mîroglû tev li danişînê bûn. Her wiha bersûc Metîn Kîraz tev li danişînê nebû. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Ji ber ku şandeya dadgehê guherî ye, ewraqên berê di danişînê de hatin xwendin. 
 
'DI RAPORAN DE KÊMASÎ HENE’
 
Di danişînê de ji ewil ji parêzerên Mîroglû, Zeynep Eker parastin kir. Eker, da zanîn ku di raporan de kêmasî hene û wiha got: “Em dixwazin li cihê bûyerê careke din keşf bê kirin. Her wiha em raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên di dosyayê de qebûl nakin. Di rapora ewil a ATK’ê de ji bo Mîraç wiha tê gotin; ‘ji ber li gorî tabelayên trafîkê tevnegeriya, qisûriya sereke ya wî ye.’ Di rapora duyemîn a ATK’ê de jî zarokekî 7 salî weke ajokar hatiye diyarkirin û bi hinceta ku li gorî tabelayan tevnegeriyaye wiha hatiye gotin; ‘qisûra sereke ya wî ye.’ Asta fêmkirina zarokekî 7 salî weke ya miroveke sere hatiye qebûlkirin û guh nedayîne van xisûsan. Her wiha di raporan de qala liv û tevgera Mîraç hatiye kirin lê qala yên bersûc nayê kirin. Ji vî alî ve jî kêmanî di raporan de hene. Di girteka cihê bûyerê de tê gotin ku dema bersûc tê xaçerêyê leza xwe kêm nake lewma jî ew bisiqûr e.” 
 
'DIVÊ LEZA WESAYÎTA BIZIRX WERE TESPÎTKIRIN’
 
Endamê Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Serkan Karakaş jî destnîşan kir ku polîsê bersûc di her rûniştinê de bi îfadeyên xwe hewl dide xwe ji sûcê xwe xelas bike û wiha pê de çû: “Em raporên ATK’ê yên di dosyayê de qebûl nakin. Ev rapor ne di wê astê de ne ku biryarek li ser were dayîn. Tevahiya aliyên bûyerê nehatine nirxandin. Di krokiya cihê bûyerê de tê gotin ku devera bûyer lê qewimî 6 metreyan firehe û di navbera wesayîta zirxî û zarok de 4 metre hene. her wiha weke ku di dîmenên dosyayê de jî tê fêmkirin ku zarok saniyeyan li pêş çavên bersûc e. Û di krokiya cihê bûyerê de şopa frena wesayîtê nehatiye tespîtkirin. Leza wesayîtê nehatiye tespîtkirin lê ji bo ku were fêmkirin bê ka bi zanebûn kiriye yan bi teqezayî, pir girîng e ku were tespîtkirin.  Lewma divê raporeke nû were amadekirin û leza wî were tespîtkirin. Her wiha daxwaza me ya keşfê jî heye û em dixwazin bi wesayîteke zirxî ya xwedî heman şertan li cihê bûyerê tedbîqet were kirin. Em dixwazin daxwazên me werin qebûlkirin û di asta herî jor de ceza li bersûc were birîn.” 
 
Dozger jî got ku dosya gihiştiye qonaxekê û xwest ku ji bo di çarçoveya daxwazên parêzeran de mutalaayeke berfireh amade bike dem xwest. 
 
Piştî parastinan, şandeya dadgehê bi hinceta ku raste rast ji sûcê heyî zirar nedîtine, daxwaza Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê ku dixwest tevli dozê bibin red kir. Her wiha ji bo bersûc parastina xwe bike û dozger mutalaaya xwe berfirehtir amade bike, dema da. Danişîna dozê taloqî 20’ê hezîranê hate kirin. 
 
Parêzerên Mîroglû têkildarî van xisûsan bi devkî îtîraz kirin. 
 

Sernavên din

19/06/2023
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye