Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe

img
AMED - Ajokarên mînîbusan diyar kirin ku qezenca wan tevek ji bo sotemeniyê diçe û wiha bertek nîşan dan: “Heta ku ev ser serê me bin dê halê me ev be.” 
 
Piştî hilbijartina kur bilind bû û bi vê yekê re ji bo bihayê benzîn û motorînê jî zem hate kirin. Bi zemên dawî re di sala 2023’yan de bihayê benzînê ji sedî 23 û yê motorînê jî ji sedî 1 zêde bû. Li Amedê bihayê lîtreya benzînê bi 25.02 û yê motorînê jî bi 23,34 lîreyan tê firotin. 
 
Zemên tên kirin ji ewil jî bandorê li ajokaran dikin. Ajokarên mînîbûsan ên Amedê diyar kirin ku êdî nema dikarin xwe li ber zemên tên kirin bigirin. 
 
QEZENC BO PETROLÊ DIÇE
 
Ji ajokarên mînîbûsê Mahmût Erîk anî ziman ku nîviya qezenca wan ji dest wan çûye û wiha got: “Pereyê em di nava rojê de digirin êvarê didin petrolê. Ji bo wesayîtê, ajokar tiştek namîne. Ji xwe SSK’ên lastîk, bac û ajokar bi serê xwe ne. Parçeyên wesayîtan tu kes nikare bikire. Mesfrefa heyî li me bûye barekî giran. Hemû kes ji neçariya xwe êdî dê dev jê berde. Wesayît a min e lê heke wiha biçe ez ê qontakê bigirim. Nikarim ji bin derkevim. Ez ji bo kontrola rûn diçim, 6 hezar lîre dixwazin. Tenê lêniherîna rûnê motorê. Ji bilî parçe, bac, SSK, bandrola wesayîtê û muayeneya bandrola wesayîtê. Jixwe sotemenî serê xwe girtiye çûye. Pirsgirêka me ya herî mezin jî sotemenî ye.” 
 
BANDORA LI PEY HEV
 
Erîk, diyar kir ku li rawestgeha lê dixebite 20 plaka vaka disekinin û wiha pê de çû: “Tu kes nikare bide xebitandin. Tu kes kirê nake. Heke hûn îro nekarin pereyan qezenc bikin, ma hûn dê plakaya wesayîtê kirê bikin? Heke wiha bidome dê esnaf xwe paşve bikişîne. Ev çerx girêdayî hev digere. Heke ez îro xwe ji vir vekişînim dê esnafên din ên li vir jî nekarin bixebitin. Yê din jî dê nekare û dê hemû kes jê bandor bibe.” 
 
‘YÊN KU JÊ BANDOR DIBIN GEL E’
 
Ajokar Hakan Başkan jî destnîşan kir ku tu qezenca wan nîne û ev tişt anî ziman: “Xuya bû ku dê piştî hilbijartinan zeman bikin. Em hewl didin debara xwe bikin lê nabe. Ji neçarî dê wiha bidome û yên ku dê jê bandor bibin jî gel e. Em ê ji neçarî bihayê hatin û çûnê zêde bikin. Nexwe em nikarin xwe xelas bikin. Lewma jî gel jê bandor dibe. Em niha dixebitin lê heta êvarê ji bo pereyê mazotê dixebitin. Niha me xelas nake.” 
 
‘VEGUHSTINÊ XELAS NAKE’
 
Ajokarê mînîbûsê Seyfettîn Çakar jî wiha bertek nîşanî zemên tên kirin da: “Her tim ji bo mazotê zem dikin. Beriya niha jî biha bû. Ji bo hilbijartinê hinek daxistin lê dîsa zem kirin. Veguhestin, bi van fiyetan nikare xwe xelas bike. Heke heqê rê bibe 10 lîre, dê gelê me mexdûr bibe. Heta ku ev ser serê me bin dê halê me ev be. Em bi zor û zehmet li malbata xwe dinêrin. Ez li 8 kesan dinêrim. 3 xwendekarên me hene.” 
 
‘EM YEWMIYEYÊ WERNAGIRIN’
 
Veysel Kaya jî got ku ev nêzî 30 sal in ajokariyê dike û wiha axivî: “Ji ber bihabûna mazotê em nikarin yewmiyeyê wergirin. Ne tenê ajokarên mînîbûsan lê bandorê li her kesî dike. Mercên jiyanê pir zehmet bûne. Em bi zor û zehmet zikê xwe têr dikin. Ez li 4 kesan dinêrim. 2 xwendekarên min hene.” 
 

Sernavên din

19/06/2023
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin