Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman

  • rojane
  • 09:55 15 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê di doza ku kirin sedemê tayînkirina qeyûm de biryara beraeta wî hate pejirandin, bal kişand ku ji bo îadeyî peywîrê bê kirin tu astengiyên hiqûqî neman û wiha got: “Bila ji xeletiyê bizivirin.”
 
Ahmet Kaya yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an de ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li navçeya Erxenî ya Amedê ji hevşaredariyê re weke namzet hate nîşandan û ji sedî 55,85 hate hilbijartin, di 23’ê adara 2020’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate dûrxistin. Şûna Kaya yê bi hinceta lêpirsînên derbarê wî de hatine destpêkirin ji peywîrê hate wergirtin, qeyûm hate tayînkirin. 
 
Pişt re çalakî û aktîvîteyên weke civîna danasîna namzetan, pîrozbahiya Newrozê, serdanên şînan hincet hatin nîşandan û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Kaya de doz hate vekirin. Di danişîna doza li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de biryara beraetê hate dayîn. Biryar ji ber serlêdana temyîzê nehate kirin di 7’ê nîsanê de teqez bû. Parêzerên Kaya bi ser Walîtîya Amedê re serî li wezareta Karên Hundir da. Hate xwestin ku Kaya îadeyî peywîra xwe ya hevşaredariyê bê kirin. 
 
Walîtiyê li heman dadgehê serlêdan kir û bi îdiaya “agahiya wan ji biryarê nîne” xwest “îhtîmala zirara cemaweriyê û rewşa wan a mudaxilbûna dozê” bê nirxandin û biryara teqez bûyî bê rakirin. Biryar, bibin dadgeha îstînafê. 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, biryara beraetê pejirand. Piştî ku hikum teqez bû ji bo îadekirina peywîrê ya Kaya serlêdan hate kirin. 
 
TÊ PAYÎN KU ÎADEYÊ PEYWÎRÊ BÊ KIRIN
 
Kaya, yê têkildarî biryara derbarê wî de axivî, dosyaya ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm weke “sexte” penase kir. Kaya, bal kişand ser hinceta “tevlibûna wî ya bernameya danasîna namzetan a HDP’ê” û anî ziman ku hemû îdia “hincetên vala ne”. Kaya yê hewldanên walîtiyê yên li dijî biryarê bi bîr xistin wiha got: “Dosyaya nêzî 2 sal in li îstînafê ma dadgehê pejirand. Doz bi 22’yê gulanê re teqez bû. Doza qeyûm ji her alî ve xelas. Me jî daxwaza îadekirina peywîrê duh (13 hezîran) ji walîtiyê re ragihand. Em li bendê ku di nava mehekê de bersivê bidin.”
 
Ahmet Kaya
 
‘BIRYARÊN QEYÛMAN SIYASÎ NE’ 
 
Kaya, bi lêv kir ku dozên qeyûman siyasî ne û diyar kir ku tevî li pêşiya îadekirina peywîra wî tu astengî nînin jî nizanin ka dê îadeyî peywîrê bê kirin an an. Kaya, destnîşan kir ku ji tayînkirina qeyûman re “şandina pereyan a ji rêxistinê re” û “fînansekirina rêxistinê” weke hincet hate nîşandan û ev tişt got: “Ev derew bûn. Dozger bi xwe dibêje ‘Ev dosya vala ye, tu îdiayên ku bi dest bigirin tune ne’. Ji ber wê yekê ji bo me tişteke teqez heye; biryarên qeyûman temamî siyasî ne. Dema min cara ewil îdianame dît, min got ‘em ê keyfê bikin’. Rewşeke trajîkomîk e. Weke dika şanoyê.”
 
Kaya, da zanîn ku heke ji îadekirina peywîrê re biryareke neyînî bigirin wê serî li Dadgeha Îdareyê bidin û wiha berdewam kir: “Pişt re dema rêyên hiqûqa navîn bi dawî bûn em ê pêvajoyên AYM’ê û DMME’yê bidin destpêkirin. Em ê pey vê dozê qet bernedin. Hemû hevalên me jî wê heta dawiyê serî lê bidin. Ji ber ku divê em pergala qeyûm ji her alî ve, li her derê deşîfre bikin.”
 
Kaya, anî ziman ku bi bersiva ji wî re bidin wê xebata kabîneya nû diyar bibe û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hiqûq nayê bicihanîn weke ji lotoyê derkeve dê biryarê bidin. Lê em hêvî dikin ku ji xeletiyê vegerin. Dozên hevalên din jî bi beraetê encam bûn. Bila demildest hemû dozên qeyûman ji holê bên rakirin û dawî li van bûyerên pêkenok bê anîn.”
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

19/06/2023
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin