'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'

  • rojane
  • 09:36 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Veysî Aydin, birayê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, bilêv kir ku heya mejiyê dewletê neguhere, dosyeya Vedat Aydin û yên mîna wî dê neyên ronîkirin û got ku heta meseleya kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, dê ev feraset neguhere.

 
Di ser mirina Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin re ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin, 32 sal derbas bûn. Doza der barê kuştina Aydin de jî ku di cinayeteke "kiryar nediyar" de hat kuştin, wekî dozên din ên JÎTEM'ê bi hinceta dem di ser re derbas bûye, hat betalkirin. Aydinê ku tevî 12 hevalên xwe yên bi navê "Koma Bismilê" dihat naskirin, ji Lîseya Ziya Gokalp a Amedê hat avêtin û lîseyê li Qoserê temam kir.
 
Aydin ku di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de, ji ber ku di nava Komeleyên Kurd ên Şoreşger ên Demokratîk (DDKD) de bû, hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Aydin, piştî îşkenceyeke 90 rojî di dema darbeya leşkerî de, bi komek rewşenbîrên kurd re bi avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkoşîna xwe berdewam kir. Aydin, di sala 1990'î de ji bo Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hat hilbijartin û di 28'ê Cotmeha 1990'î de ji ber ku di Civîna Giştî ya ÎHD'ê ya Enqereyê de bi kurdî axivî, hat girtin. Aydin ku ji ber parastina xwe ya bi kurdî ya li dadgehan dihat naskirin, piştî 4 mehên girtîgehê, di Îlona 1990'î de ji bo Serokatiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û di Hezîrana 1991'ê de jî ji bo Serokatiya HEP’ê ya Şaxa Amedê hat bijartin. 
 
JI ALIYÊ JÎTEMÊ VE HAT BINÇAVKIRIN
 
Aydin ku ji ber axaftina bi kurdî hat girtin, piştî hat berdan ji hevjîna xwe Şukran Aydinê re got: “Ji ber ku ez bi kurdî axivîm hatim girtin, min parastina xwe bi kurdî kir, lê hatim berdan. Ev tê çi wateyê? Wê min ji holê rakin.” Piştî van gotinên Aydin, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de ji aliyê 3 personelên JÎTEM'ê ve ku xwe weke polîs dan nasîn, bi gotina "EM ê ji bo îfadeyê wî bibin midûriyeta polîsan" li mala xwe hat binçavkirin. Parêzerê Aydin, piştî binçavkirinê di cî de serî li Midûriyeta Polîsan da, lê belê jê re hat gotin ku Vedat Aydin ne li wir e. Serê sibê hevjîna Aydnin û parêzerê wî serî li hemû saziyên îdarî, edlî û leşkerî yên Amedê dan. Lê rayedaran ji wan re got, "Haya me tune ye."
 
CENAZEYÊ WÎ JÎ TEHEMUL NEKIRIN
 
Cenazeyê Aydin ku di 38 saliya xwe de bi îşkenceyê hat qetilkirin, di 7'ê Tîrmeha 1991'ê piştî hin agahiyên rojnamegerekî, li ser rêya Erganî-Madenê hat dîtin û wekî "kesê nenas" li Goristana Madenê hat definkirin. Paşê goristan hat vekirin û derket holê ku cenazeyê ku îşkence lê hatibû kirin û veşartin, yê Vedat Aydin e. Cenazeyê Aydin ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û di 10'ê Tîrmeha 1991'ê de li Amedê ji aliyê bi hezaran kesan ve ber bi Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê ve hat birêkirin. Lê di dema birêkirina cenaze de polîsan êriş bir ser girseyê û di encama êrişa polîsan de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Dosyeya ku li herêmê weke yekemîn dosyeya lêpirsînê ya cînayetên “kiryar nediyar", piştî 30 salan, di 5'ê Tîrmeha 2021'ê de bi hinceta ku dem di ser re derbas bûye hat betalkirin. 
 
HER TIM JI BO MAFÊN GELÊ KURD TEKOŞIYAYE
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin behsa birayê xwe kir. Aydin anî ziman ku Vedat Aydin ji bo mafên gelê kurd têkoşiyaye. Aydin diyar kir ku piştî lîseyê kesayeta birayê wî ya siyasî pêşketiye û di nava lêgerînekê de bûye û wiha got: “Her tim digot ‘Pêşiyê ez mirov im, bi dû re jî kurd im. Mafên kurdan nayên naskirin’ û heta dawiyê jî, ji bo vê yekê tekoşina xwe berdewam kir.”
 
‘XWEDÎ ŞEXSIYETEKE MILÎTAN BÛ’
 
Aydin anî ziman ku Vedat xwedî "şexsiyeteke milîtan bû" û diyar kir ku asîmîlasyona li ser gelê kurd, desteserkirina mafên wan û parçekirina erdnîgariya Kurdistanê dixwend. Aydin got ku piştî salên zanîngehê kurdan dest bi rêxistinkirinê kiriye û Vedat jî di nav DDKD’ê de bûye. Aydin anî ziman ku kesayeta Vedat Aydin a netirs û şerker nêrîna dewletê ya li hemberî wî jî ava kiriye û wiha got: “Dewlet tu carî qebûl nake ku muxalefet û kurd bi dilxwazî û bêtirs enerjiyeke baş bidin civakê. Wê serdemê di salên zanîngehê de, Vedat bû kesayetekî polîtîk. Rêxistinên ku ji bo bidestxistina mafên desteserkirî yên hemû civakê têkoşînên micid didan, di demeke wiha de ku siyaseta demokratîk û siyaseta serxwebûnê di nava tevgerên Kurdan de li hev diçûn, Vedat bi piranî nêzî fikra 'Kurd gel in û divê bibin xwedî dewlet’ bû. Me her tim hewldana wî ya milîtan dît. Nas, heval û rêxistina wî jî ev yek didît. Heta cûntaya 12’ê Îlona 1980’î. Cûntaya 12’ê îlonê wek dozerekê di ser tevgerên siyasî yên kurd re derbas bû. Hemû kes bi awayekî hatin tasfiyekirin. Girtîgeh û odeyên îşkenceyê bi ciwanên kurd tijî bûn. Vedat jî para xwe jê girt. Hat binçavkirin û di Girtîgeha Amedê de ma."
 
‘LI DIJÎ BÊNASNAMEKIRINÊ, LI HÊLA BERXWEDANÊ CIH GIRT’
 
Aydin bibîr xist ku di wê demê de li girtîgehê bi armanca jiholêrakirina kesayeta kurd û bi tevahî bênasnamekirina kurdan polîtîkayên taybet dihatin meşandin. Aydin da zanîn ku Vedat jî li dijî bênasnamekirinê li hêla berxwedanê cih girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vedat di eywanên dadgehê de qala îşkenceyên li girtîgehê dikir. Vedat bêrûmetiya ku li wî dihat kirin, qebûl nekir û li dijî vê yekê xwedî helwest bû." 
 
‘VEGUHERÎ KESAYETEKE MAFPARÊZ’
 
Aydin bi lêv kir ku gava Vedat Aydin di sala 1984'an de gava ji girtîgehê derketiye gotiye "Me rojên zehmet derbas kirin, lê me ew têk birin, ez ê bêriya civaka girtîgehê bikim." Aydin diyar kir ku Vedat ji kesayeta milîtan a tevgerekê veguheriye kesayeta kurd a ku mafên gelan diparêze û wiha berdewam kir: "Vedat xwedî fikra ‘Dewletê di şert û mercên zehmet de em ji hev cuda nekirin, hewl da ku heman tiştî bîne serê me. Ji ber vê yekê dewlet me hemûyan weke kurd pênase kir û divê em jî li gor vê yekê tevbigerin. Divê em nakokiyên xwe deynin aliyekî û li ser xalên hevpar bisekinin’ bû."
 
‘JI BER KURDÎ BÛ HEDEF’
 
Aydin anî ziman ku ne tenê dewlet, gelek hevrêyên birayê wî jî li dijî axaftina bi kurdî bûn û ev tişt anîn ziman: “Nexwestin Vedat bi kurdî biaxive, hewl dan ku mudaxele bikin. Dema ku Vedat jî di axaftina kurdî de israr kir, demekê girtî ma. Ji ber ku Vedat bi zimanê gelê ku bi salane nayê qebûlkirin diaxivî, bû hedef."
 
‘BI HEBÛNA XWE BAWERÎ DA GELÊ KURD’
 
Aydin diyar kir ku birayê wî yê mezin di nava xebatên avakirina partiyê de bi gotina "Ez ji bo vî karî amade nîn im, lê dîsa jî ez ê bikim" erka serokatiya bajêr ya HEP'ê girtiye ser xwe. Aydin anî ziman ku Vedat bi hebûna xwe bawerî da gelê kurd û civaka xwe û diyar kir ku wê demê li hemberî cenazeyan bêhurmetî hebû û definkirina wan zehmet bû. Gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan dihatin dîtin û radestî malbatên wan dihatin kirin. Êdî her kesî dest bi xwedîderketina cenazeyên xwe dikir. Xwedîderketina li cenazeyan dewletê bêzar dikir û çareseriyê jî di hilweşandinê de didît. Li şûna ku Vedat bigirin û biavêjin girtîgehê, dest bi tasfiyekirina wî ya fîzîkî kirin. Vedat ji me re behsa gefên ku li wî hatine xwarin dikir. Ji ber ku çalak bû, di hedefê de bû.”
 
‘EM BI WÎ SERBILIND IN’
 
Aydin anî ziman ku birayê wî kesên li derdora xwe hişyar dikir ku bila hay ji xwe hebin û bi tena serê xwe neçin tu derî û wiha berdewam kir: “Teslîmiyetê li Vedat ferz kirin, lê wî qebûl nekir. Em vê yekê ji tomarên dengî yên ku derketine dizanin. Vedat çêr û heqaretê li wan dikir. Her wiha dengên îşkenceyê jî dihatin. Hin kes hene ku mirina asayî heq nakin. Divê mirina wan jî weke kesayetên wan awarte be. Taybetmendiyeke wiha ya Vedat hebû û mirina wî jî bi vî awayî bû. Weke malbata wî, me bi kuştina wî re li ber xwe da, lê me nedikarî mirina Vedat di nav nivînên wî de qebûl bike. Li gelê xwe xwedî derdiket, gelê wî jî li wî xwedî derdiket û hêj xwedî derdikevin. Ji ber ku em malbata wî ne, me gelek zehmetî dîtin, lê mîrateya ku wî ji me re hiştiye, her dem rûmet e. Ew nirxek ku bi pere, mal û milk nayê pîvandin e. Em hertim bi wî serbilind in.”
 
‘DOZA WÎ, WEKE DOZEKE EDLÎ HATE DÎTIN’
 
Aydin da zanîn ku lêpirsîna der barê qetilkirina Vedat Aydin de wekî dozeke edlî hatiye dîtin û di 5'ê Tîrmeha 2021'ê de bi biryara "dem di ser re derbas bûye" doz hatiye betalkirin û wiha domand: "Wê demê me dizanibû ku ev operasyona dewletê ye. Ew ne tiştek bû ku kesek bi serê xwe organîze bike û fikir aîdê hemû dewletê bû. Bi vî awayî lêpirsîn hat kirin û pêvajo her tim bi vî rengî pêşketiye ku heta piştî 32 salan qediya. Delîl nehatin nirxandin, ev yek ji aliyê dewletê ve hat kirin. Bi hesaba heke pêwîst be dê careke din bê kirin dozên Vedat Aydin, Musa Anter û gelek dozên bi vî rengî bi demborînê betal kirin. Dema Vedat hat qetilkirin, rêveberiya navendî ya rastgir desthilatdar bû. Pişt re rastgir û sosyal demokrat hatin ser desthilatdariyê û ev zîhniyet neguherî. Hewl dan ku vegerin zihniyeta berê ku kurdan paşguh bikin û heta niha jî xwedî wê hişmendiyê ne. Heta ku ev mejiyê dewletê neguhere, dosyayên Vedat Aydin û yên mîna wî neyên ronîkirin û heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd neyê qebûlkirin ev mejî jî naguhere."
 
‘KESAYETÊN BEDEL DANE, ZÛ NAYÊN JIBÎRKIRIN’
 
Aydin anî ziman ku Vedat Aydin doza çaraserkirian meseleya kurd dikir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêbazeke demokratîk a ku mirov qebûl bike, rêbaza Vedat Aydin jî bû. Gelê kurd jî dê vê rêbazê qebûl bike. Fikra Vedat hê jî nûjen e û hêj jî piştgirî dibîne. Kesayetên ku bedel dane ji bo gelê Kurd bi hêsanî nayên jibîrkirin. Wan erka xwe ya li hemberî gel pêk anîn, gel jî li hemberî wan erka xwe pêk anî."
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can
 

Sernavên din

07/07/2023
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn