Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin

img
AMED - Rêvebera Ji bo Jinan Edalet Dr. Leyla Ferman da zanîn ku civaka êzidî bi parastina xwe ya cewherî bersiva herî mezin daye Fermana 74’an û wiha got: “Divê statûya Şengalê bê naskirin.” 
 
DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir ku weke “Fermana 74’an” tê pênasekirin. Bi ser qirkirinê re 9 sal derbas bûn. Di êrişan de zêdetirî 10 hezar êzidî hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de zêdetirî 6 hezar kes jî hatin revandin. Hêj niha jî aqûbeta bi hezaran êzidiyan nayê zanîn. Li gorî texmînan, 2 hezar û 700 jinên êzidî hêj di destê DAIŞ’ê de ne. Xebatên ji bo dîtina êzidiyên windakirî didomin. Derket holê ku gelek jin û zarokên êzidî yên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin, li Enqereyê bi pereyan hatine firotin. 
 
XEBATÊN PLATFORMÊ 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, di 17’ê sibata 2015’an de “Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Ragirtin” ava kirin. Platformê tevî jinên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin re ji bo tespîtkirina berpirsyartiyên di pêvajoya ber bi qirkirinê re xebat meşandin. Piştî ku êzidî ji Tirkiyeyê çûn û gelek jin û zarokên hatin rizgarkirin derbasî Almanyayê bûn, xebatên xwe li wir domandin. 
 
Ji bo Jinan Edalet di sala 2019’an de li Almanyayê hate avakirin û weke rêxistineke civaka sivîl xebatên xwe didomîne. Dr. Leyla Ferman di rêveberiya Ji bo Jinan Edaletê de cih digire û qala xebatan kir. 
 
Ferman, da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ’ê li Amedê bi tevlibûna hevşaredar, parêzer, rojnameger û aktîvîstên jin re platformek hate avakirin û ev tişt anî ziman: “Me bi vê platformê dest bi xebatan kir. Wê demê em xwedî li kesên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin derdiketin û têkildarî tiştên jinan jiya bûn hevdîtin dikirin. Di hevdîtinan de bi taybet jî daxwaza jinan a edaletê hebû. Me jî biryar da ku têkildarî qirkirina hatiye kirin xebatên hiqûqî bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jî me axaftinên jinan êdî qeyd kirin.” 
 
DAXWAZA ‘EDALETÊ’ 
 
Bi domdarî Ferman bal kişand ser tirsa jinên rastî komkujiyê hatin û wiha got: “Li gel ku malbatên wan di destê DAIŞ’ê de bûn jî daxwaza ‘edaletê’ dikirin. Tiştên bi serê wan hatibûn vedigotin. Jinan digotin ku ji bo têkoşîna hiqûqî dijîn. Malbatên gelek ji wan di destê DAIŞ’ê de bûn û nedixwestin ev agahî bi çapemeniyê re bên parvekirin. Hin kes hene ku hêj niha jî ditirsin. Êzidî ji Tirkiyeyê derketin û em jî hatin Almanyayê. Ji ber ku gelek kesên xwe ji DAIŞ’ê xelas kirin û gelek jin û zarokên hatin rizgarkirin hatibûn Almanyayê. Ji bo edalet pêk bê, tiştên jinên êzidî jiyayîn bikin rapor û di demên pêş de ji hêla hiqûqî ve bi kar bînin, me xebatên xwe veguhestin Almanyayê.” 
 
‘HEBÛNA DAIŞ’Ê HÊJ DIDOME’
 
Di berdewamê de Ferman diyar kir ku wan di sala 2022’yan de bi Komîsyona Edaletê ya Êzidiyan (YJC) re raporek amade kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê raporê hate bibîrxistin ku divê Tirkiye, Sûriye û Iraq ji ber hevkariya xwe ya di qirkirina li dijî êzidiyan de li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bên darizandin.  Bi gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re li ser esasê ‘Di qirkirina li Şengalê de dewletan çi kir? Diviya çi bihata kirin? Ji bo pêşîlêgirtina fermanê çi hate kirin û çi nehate kirin?’ raporek hate amadekirin. Ji ber ku Tirkiye, Sûriye û Iraqê pêşî li ber vê fermanê negirtin, sûcdar hatin dîtin. Dikariyan rê li ber fermanê bigirin lê negirtin. Gelek delîl hene ku Tirkiye û DAIŞ hevkar bûn. Ji ber vê sedemê tê sûcdarkirin. Hêj niha jî endamên DAIŞ’ê û yên jinên êzidî dîl digirin li Tirkiyeyê dijîn. Jinên êzidî hêj îro jî li paytexta Tirkiyeyê ji hêla malbatên wan ve bi pereyan tên kirîn. Ev yek nîşan dide ku hebûna DAIŞ’ê didome. Heke Tirkiyeyê bixwesta dikariya wan jinan rizgar bike.” 
 
‘EM LI DEWLETEKÎ KU DOZÊ VEKE DIGERIN’
 
Dr. Leyla Ferman anî ziman ku di destê wan de ewqas delîl hene ku li Dîwana Edaletê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dozê li Sûriye, Tirkiye û Iraqê vekin. Ferman, wiha pê de çû: “Lê belê ji ber prosedurên navneteweyî, em nikarin vê bikin. Ji bo ku li Dîwana Edaletê doz were vekirin, divê dewletek giliyê dewleteke din bike. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Tirkiye, Sûriye û Iraqê pêşî li ber fermanê negirtin û em li dewletekê digerin ku dozê li wan vekin.”
 
PROJEYÊN JI BO AVAKIRINA ŞENGALÊ
 
Leyla Ferman, destnîşan kir ku du daxwazên jinên êzidî yên ew pê re hevdîtinan dikin hene û wiha rêz kir: “Yek ji van daxwazan edalet e. Ya din jî jinûveavakirina Şengalê ye. Me jî di vê çarçoveyê de ji bo jinûveavakirina Şengalê gelek proje pêk anîn. Me li Almanyayê bi 10 endamên avaker dest bi xebatan kir û niha li Tirkiye, Qibris, Swîsre, Belçîka, Iraq û Sûriyeyê bi zêdetirî 40 endam û dilxwazan em xebatên xwe didomînin. Em niha li gel hêzên herêmî yên Şengalê, nexweşxaneya jinan, Ji bo Xwezayê Jin,  ji bo zarokan kreşan û xebatên piştevaniya psîkolojîk ên bi jin û zarokan re dimeşînin. Jinên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin jî di nava xebatan de cih digirin. Vê yekê hinek dem girt ji ber ku hewcehî bi bawerî û demê hebû. Di hevdîtinên me bi wan re kirin de cara ewil bû em didîtin. Lewma hinek bifikar bûn. Ev jî tiştekî asayî ye. Lê bi demê re ev fikarên wan neman.”
 
KAMPANYAYA ‘LI ŞENGALÊ DAREK’
 
Ferman, daxuyand ku di çarçoveya projeya “Ji bo Xwezayê Jin” de wan di sala 2020’an de li Şengalê kampanyaya “Li Şengalê Darek” daye destpêkirin û wiha axivî: “Me li ser daxwaza jinan li Şengalê dest bi kampanyaya çandina daran kir. Jin dixwazin ku bi jinûveavakirina Şengalê re êdî qadên şîn bibînin. Heke êrişên hewayî nehatina kirin dê ev projeya me pir baştir bidomiya. Lê belê rewşa siyasî ya li wê derê xebatên me jî asteng dike. Tevî van şert û mercên giran jî xebatên me yên ji bo jinûveavakirina Şengalê didomin. Heke ew der biewle bûya dê jinûveavakirina Şengalê hêsantir bûya.” 
  
‘BILA STATÛYA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN’
 
Herî dawî jî Ferman ev tişt anî ziman: “Êrişên li ser Şengalê bi xwe re pêvajoyeke giran ji bo civaka kurd û êzidiyan anî. Ew roj, roja reş e. Civak mat bûbû. Tu kes li benda astekî wiha nebû. Jinên êzidî îro çand û xaka xwe diparêzin. Ev tişt di dîrokê de tiştekî yekemîn e. Heke ev kes ji bo xak û çanda xwe canê xwe bidin, ma çi ji vê binirxtir e. Di pêvajoyên ewil de ferman pêvajoyeke giran e lê bi xwe re hişyarbûnek jî anî. Vê fermanê kir ku civaka êzidî û jinên êzidî xwe birêxistin bikin. Lewma jî gavên li Şengalê hatine avêtin, avakirina meclisan û xwebirêxistinkirina wan, mezintirîn bersiva li dijî fermanê ye. Heta ku êzidî xwe birêxistin nekin û xwe ne parêzin dê pêşerojeke wan jî nebe. Civaka êzidî mecbûr nîne destûra xweparastinê ji tu kesekî bigirin. Divê statûya Şengalê tavilê bê naskirin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

23/01/2024
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn