Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn

img
AMED/ WAN - HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk û TJA’yê di salvegera Komkujiya Şengalê de bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku divê ev roj weke “Roja Qirkirina Jinê’ bê naskirin. Li Wanê jî Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn wiha got: “Êriş li ber çavê cîhanê pêk hat lê hemû cîhan ji komkujiyê re ker, kor û lal ma.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê li Parka Xezalê ya navçeya Bajarênû ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Qirkirina jinên êzidî, qirkirina mirovahiyê ye, em ji bîr nakin” hat vekirin. Parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, Însiyatifa Dayîkên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê, endam û rêveberên DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy axivî û got ku: "Tevî 9 salan jî ev komkujî ji aliyê gelek welatan ve weke qirkirin nehatiye qebûlkirin. Wê rojê zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin. Bi hezaran jin û keç di bin gefa destavêtin û tecawuzê de hê jî li benda rizgarkirinê ne. Em li vir kom bûne ku em bi gelê Şengalê re biqîrin û diyar bikin ku em ê pirsîna hesabê vê komkujiyê bidomînin.”
 
‘BI DEHAN CARAN KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ MANE’
 
Daxuyanî ji hêla Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvençê ve hat xwendin. Guvenç, di daxuyaniyê de wiha got: “Êzidî, di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de yek ji herî kevnar û qedîmê civaka kurd e ku di dîrokê de bi awayekî pergalî-sîstematîk bi cudakarî, komkujiyan re rû bi rû maye. Hema bêje li kê derê bûye, li ser kîjan erdnîgariyê be di warê aborî, civakî, çandî, olî û netewî de ji van hemû mafên xwe bêpar hatiye hîştin. Ev jî hê têr nekiriye ku bi dehan cara bi komkujan re rû bi rû maye.
 
HÊ JÎ BI HEZARAN JIN Û ZAROKÊN EZIDÎ WINDA NE
 
Êzidî, di tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi komkujiyê re rû bi rû dimînin. Ji 5 hezaran zêdetir êzidî li ber çavê hemû dinyayê hatin qetilkirin, 200 hezar êzidî bi darê zorê ji warê xwe hatin koçkirin. Hê jî destûr nayê dayîn, nahêlin di warê bav û kalên xwe de bijîn. Her dem û gav bi êrîş û komkujiyan re rû bi rû dimînin. Di nava van çend salên dawî de bi hezaran keç û jinên êzidî bi tevî zarokan ve di bazara koleyan de hatin firotin. Hatin tecawizkirin, mêrên êzidî hatin gulebarankirin. Cih û warê perestgehên wan hatin guhertin, hatin wêrankirin. Ola wan ya ku di dîroka mirovahiyê de yek ji ola herî kevnar e tune hat hesibandin. Ew bi zor û zextan ji ola wan hatin dûrxistin, kirin bisilman! Hê jî bi hezaran jin û zarokên Êzdî wenda ne. Êzdî, ew tiştên li Şengalê rû da, bi ser wan de hat wek berdewamiya qetlîamên berî vê dihesibînin ku; jê re 'Fermana 74’emîn' dibêjin 
 
GEFA LI SER WAN DIDOME
 
Êzidiyên ku piştî bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû man û ji neçarî koçî welatên derve kirin, li wan welatên tê de wek penaberî lê dijîn hê jî pirsgirêkên wan yê jiyanî-mirovî didomin. Bi awayekî komkujî hê jî gefa li ser wan didome. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî ewlehî, bêyî ku gef û xeterî li ser jiyana wan hebe vegerin li welatê xwe bi aramî bijîn ji bo vê divê ewlekariya wan ya jiyanî were misogerkirin. Ji du hezarî zêdetir êzidî ev neh sal in winda ne. Nehatine dîtin. Piraniya van windahiyan jin û zarokên keç in. Qismekî ji wan di destê DAIŞ'ê de ku di bin ewlehiya paytexta Tirkiyê de dimînin dizanin. Tew van kesan di malpereke înternetê ya bi navê “dark web” de wek koleyan tên firotin. Bi saya serê hewldanên xizmên wendahiyan malên ku wek şaneyan de têne girtin derketin holê û jinên êzidî yên tên rizgarkirin yek cara diteyîse çapameniyê. Başe, lê yên ku ew qas xwedî şans nînin?
 
TIRKIYEYÊ TEMAŞE DIKIR
 
Di 2014’an de ku ev komkujî pêkdihat, rayedar û hikumeta Tirkiyeyê lê temaşe dikirin, ji bo rizgarkirina wendahî û jinên ezidiyan gavek jî neavêtin. Di ser de jî ji yên dixwazin ew rizgar bikin re astengiyan derdixin. Di encamê de Tirkiye, ev êrîş û komkujiya ku bû sedema xwediyê nasnemeya xwe ya êzdiyatiyê û çanda xwe ya herî kevnar ku ji netewa kurd e hat kirin wek komkujî nabîne. Sed mixabin, ev komkujî û karestên bi ser êzidiyan ve hat ji aliyê hemû cîhanê ve jî pir bi derengî hat dîtin. Ev komkujiya ku di 2014’an de pêk hat, ji aliyê Lijneya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (BM) ve hat lêkolînkirin û wek komkujî hatiye qeydkirin (raporkirin), lê ji wê pê de tu gavek din nehatiye avêtin. Lê belê ev êrîşa li ser Şengalê divê ji aliyê hemû cîhanê ve wek komkujî were nasîn, hemû divêtî û pêdiviyên wê yên hiqûqî û navneteweyî were bicihanîn. Nemaze, di heremê de ji ber ev êrîş û gefên hê didomin, bibînin û hemû tedbîrên pêwîst werin girtin.”
 
‘JINÊN ÊZIDÎ LI ENQEREYÊ KOLE NE’
 
Parlamentera Partiya Çep a Keskan a Amedê Ceylan Akça ku pişt re axivî jî kesên di Fermana Êzidiyan a 74’an de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: “Dema ku em îro vê komkujiyê bi bîr tînin, dema ku em diaxivin, çekdarên DAIŞ’ê yên li paytexta vî welatî Enqereyê, jinên êzidî weke kole digirin. Ev li ber MÎT’ê li pêşberî dewleta tirk pêk tên. Em ê ji bo ku ev roj weke ‘qirkirina jinê’ bê îlankirin tekoşîna xwe bidomînin. ”
 
Daxuyanî bi 2 deqîqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Bi boneya salvegera komkujiyê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Wanê jî bernameyeke bîranînê hate lidarxistin. Bernameya ku li baxçeyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyûn a pişt re axivî wiha got: “Êriş li ber çavê cîhanê pêk hat lê hemû cîhan ji komkujiyê re ker, kor û lal ma. Li Şengalê bi çîroka qehremantiya jinê berxwedanek hate pêşkeşkirin. Li Şengalê di kesayeta jinan de êrişek hebû, ev êriş bi berxwedana jinan hate rawestandin û ji hemû cîhanê re hate ragihandin.”
 
Piştî axaftinê sînevîzyon hate pêşandan. 
 

Sernavên din

10/08/2023
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!