Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rêxistina Xurtkirina Başiya Jin û Zarokan a Efxanistanê Meryem Marof Arwîn diyar kir ku piştî Talîbanê mafên jin û keçan tune tên hesibandin û wiha got: “Em jinên efxan tu carî teslîmî dijminên mirovahiyê û azadiyê nabin.”
 
Talîban, bi vekêşana hêzên NATO’yê yên di pêşengtiya Amerîkayê de, ji ber Peymana Doha ku bi Amerîkayê re îmze kir, êrişî yekîneyên NATO’yê neke jî êrişên xwe yên li dijî hêzên hikûmetê domandin. Talîbanê di destpêka hezîrana 2021’an de bi lez û bez dest bi girtina gelek navçeyan kir û berê xwe da bakurê welêt. Talîban ewilî di 6’ê tebaxê de piştî pevçûnên giran navenda bajarê Nimrûzê Zaranc û di 15’ê tebaxê de jî paytext Kabûl bi dest xist. 
 
Maf û azadiyên di 20 salan de hatin bidestxistin hatin qedexekirin, jinên ku li dijî Talîban derketin kolanan di 5’ê îlona 2021’an de ji bo mafê xebatê yê jinan biparêzin çalakî kirin. Talîban êrişî çalakiya jinan kir û jin belav kirin. Pişt re mafên jinan û zarokên keç qedexe kirin. 
 
MAFÊN JINAN Û ZAROKÊN KEÇ TUNE HATIN HESIBANDIN
 
Rêveberiya Talîban, derketina jinan a bi tena serê xwe ya li kolanan, çûna dibistanê û xebata wan qedexe kir. Talîban ku mafê jiyanê yê jinan jî nas nake, navê welat jî weke “Emîrtiya Îslamê ya Efxanistanê” guhert. Li paytext Kabûlê tabelaya Wezareta Jinan hate daxistin û şûna wê tabelayeke bi nivîsa “Wezareta Pêşîlêgirtina Bêexlaqiyê û Teşwîqa Dûa, Rêbertî û Namûsê” daliqand. Talîban ji jinan re hemû deriyên civakî û çandî girtin. Li aliyê din jinên efxan li dijî Talîbanê ji roja ewil ve ji bilî mirinê tu tiştî ji wan re rewa nabîne, berxwedan mezin kirin. Gelek jin di binçavan de hatin îşkencekirn û tecawizkirin, gelek hatin girtin û qetilkirin, hin jinan jî ji ber xetereya darvekirinê neçar man ji welat derkevin. 
 
Seroka Rêxistina Xurtkirina Başiya Jin û Zarokan a Efxenistanê (AWCSWO) û Tevgera Şemiyên Mor Meryem Marof Arwîn, tiştên ku jin û zarokên keç ev du sal in di bin rêveberiya Talîbanê de dijîn, nirxand.
 
DIBISTAN 661 ROJ IN JI ZAROKÊN KEÇ RE GIRTÎ NE
 
Arwîn, anî ziman ku li welat nêzî 661 roj in dibistan ji zarokên keç re girtî ne û wiha got: “Şîrovekirina Talîban a zagonên îslamî bû sedem ku jin tev li perwerde, îstîhdam û jiyana cemaweriyê nebin û negihijin xizmetên tenduristiyê. Arwîn, pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin rêz kirin û da zanîn ku Talîban ji destpêka hikumetê 52 ‘ferman’ ên jiyana jin û zarokên keç ên efxan bisînor dike weşandin. 
 
‘DESTKEFTIYÊN ME JI HOLÊ RAKIRIN LÊ ME SERÎ NETEWAND’ 
 
Arwîn, bi bîr xist ku Talîban hemû destkeftiyên jinan ji holê radike û bi lêv kir ku tevî hemû qedexeyan jî jin hêj li qadan li ber xwe didin û serî natewînin. Arwîn, Talîban weke dijminê jinan penase kir û wiha berdewam kir: “Em keç û jinên Efxanistanê tu carî teslîmî dijminên mirovahiyê û azadiyê nabin. Em ê ji bo îdealên xwe û jiyana xwe têkoşînê bidomînin.  Ji ber rêgezen Talîban jin û zarok ketine ber tacîzê. Divê civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan bi tundî evan kiryaran şermezar bikin û jinên efxan ji van kiryaran û tundiyê biparêzin.”
 
‘EM Ê BI YEKÎNEYÊN JINAN BERSIVÊ BIDIN TALÎBANÊ’
 
Arwîn, destnîşan kir ku jin dê li ber Talîbanê serî netewînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên efxan wê bi cesaret û biryardariya xwe bersivê bidin Talîbanê. Weke jinên li Efxanîstanê şer dikin, em ê tifaqeke xurt ava bikin û têkoşîna li dijî Talîbanê bidomînin. Dema ku em vê dikin jî em ê zext û tundiya rêveberiya Talîbanê ya li ser me ji nedîtî ve neyên û dema ku gavên xwe biavêjin em ê vê li ber çavan bigirin. Divê neyê jibîrkirin ku şervanên jin ên efxan bi qedexe û gefan re rû bi rû bimînin jî, wê ev yek bandorê li biryardariya wan neke.”
 
‘RÊYA ME DIRÊJ Û ZEHMET E’ 
 
Arwîn bal kişand ku ew ê têkoşîneke demdirêj a li dijî Talîbanê bidin meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin wê bi baweriya ku xwedî derfetên afirandina guhertinê ne, tevbigerin. Jin wê bi bikaranîna hemû derfetan têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe û mafên jinên din bidomînin. Divê were zanîn ku rêya têkoşîna jinên efxan ya di bin serweriya Talîbanê de dê tevlihev û zehmet be, lê belê bi bikaranîna stratejiyên guncav, nîşandana hevgirtina bi şervanên jin ên din re, dikarin tevkariyê li guhertinên civakî bikin û rewşa jinan a li Efxanistanê baştir bikin.”
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

10/08/2023
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!