Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin

img
ŞIRNEX - Talankirina daran a cerdevanan a li gundê Sorbitnê yê li quntara Çiyayê Cûdî didome. Îlyas Yagan ê 70 salî, anî ziman ku qedexeyên ji salên 90’î hatine destpêkirin û li gundê wan bi awayekî fiîlî tê meşandin. 
 
Li herêma Besta û li quntara çiyayên Cûdî, Gabar û Cilênimêja di bin çavdêriya leşkeran de ev 3 sal in bênavber dar têne birîn. Hat zanîn ku cerdevan li gundên Biliga, Girêçolya, Serbitnê, Hesena, Gera Mihetnê ên girêdayî navçeya Silopiyaya Şirnexê daran dibirin. Cerdevanên ji Qilebanê tînin bajarokê Sêgirkayê, daran dibirin, leşkerên anîne herêmê jî gelek herêmên li ber quntara çiyayan dişewitînin. Herî dawî di 26’ê tîrmehê de daristana di navbera gundên Sorbitnê û Gera Mihetnê dimîne şewitandin. Hat destnîşankirin ku ji bo vemirandina agir tu mudaxile nehatin kirin û şewat 2 roj piştre ji ber xwe ve vemirî ye.  
 
Ji şêniyên gundê Sorbitnê Îlyas Yagan ê 70 salî destnîşan kir ku dewletê di salên 90’î de koçberî li ser wan ferz kiriye, gundên wan vala kirine. Yagan, got ku îro jî daristan tên şewitandin, qedexeyên fiîlî li ser gundê wan heye.  
 
‘BI HEZARAN TONÊN DARAN HATIN BIRÎN’
 
Yagan, diyar kir ku ew li gundên xwe di nava qadeke sînorkirî de çandiniyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jora gundê me bi hinceta 'ewlehiyê' hatiye qedexekirin. Ji Sêgirkayê cerdevan anîne herêma me û ev 3 sal in daran dibirin. Van cerdevanan heta niha bi hezaran tonên daran birîne. Hêj jî dibirin. Herwiha li gelek deverên gundê Girêçolyayê ku li rex me ve ne, bênavber dar tên birîn." 
 
‘DARÊN ŞEWITANDIN NIHA JÎ DIBIRIN’
 
Bi domdarî Yagan destnîşan kir ku dema li gundê wan dest birîna daran hatiye kirin bi tu şêniyên gund re neşêwirîne û wiha pê de çû: "Ma çi heqê wan bi vê yekê heye? Bi birîna darên me re heqeretê li me dikin. Berê li gundê me darên fêkiyan ên kezwan, fistiq, behîv û guzan hebûn û dahatûya me baş bû. Berê tenê darên me dibirîn lê niha hem dibirin hem jî difiroşin. Xweza û axa me xera dibe. Bi hinceta 'pevçûn heye', nahêlin kesek nêzî herêma dar lê tên birîn bibin. Em ne dixwazin pevçûn derkevin ne jî dixwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Êdî bila aştî çêbibe û ev pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe. Darek jî jiyanek e, kes ji birîna darekê jî razî nîne.”
 
‘FERQA XWEZAYÊ NÎNE’ 
 
Di berdewamê de Yagan bal kişand ser hesasiyeta ji bo daristanên li Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: "Heman hesasiyet ji bo şewitandina daristanên me nayê nîşandan. Dema li rojava şewat derdikeve, leşker, sivîl, helîkopter û hwd. dibin yek û ji bo vemirandina agir her tiştekî dikin. Lê dema ku li vê derê agir derdikeve, dev ji vemirandina agir berde yên dixwazin vemirînin jî asteng dikin. Çima vê ferq û cudahiyê dikin? Divê tu ferq di nava xwezayê de tune be.” 
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

10/08/2023
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!