Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin

img
WAN - Parlamentera Partiya Çepên Kesk Newroza Uysal Aslan di panela têkildarî tecrîdê axivî û wiha got: “Sedema pirsgirêkên heyî tecrîd e. Dixwazin bi tecrîdê re birêz Ocalan bidin jibîrkirin.” 
 
Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (TUHAY-DER) a Wanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah, li eywaneke dawetan bi dirûşma “Berxwedan dê bi xwe re tecrîdê têk bibe û azadiyê bîne” panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panelê Heval Dilbahar kir û li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, her wiha gelek kesên din tev li bûn. 
 
OZTURK: JI BO VEGOTINA TECRÎDÊ PEYVA ÎŞKENCEYÊ KÊM DIMÎNE 
 
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di panelê de wiha got: “Bi Girava Îmraliyê re tecrîd kete nava jiyana me. Tecrîda li Îmraliyê, pergala îşkenceyê ye. CPT jî sepanên li Îmraliyê weke îşkence dinirxîne. Êdî van sepanan sînorê îşkenceyê jî derbas kirin. Tecrîd bi tena serê xwe bi têrî vegotina rewşa li Îmraliyê nake. Ji ber ku pergala li vir li tu deverên cîhanê nîne. Li tu deverekê cîhanê rewşeke qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatan re nabe.” 
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku Rêberê PKK’ê ev demekî dirêj e bi tena serê xwe tê ragirtin û wiha pê de çû: “3 kes şandin cem birêz Ocalan. Ev bû demekî dirêj em derheqê rewşa wan de tu agahiyan nagirin. Herî dawî di 25’ê adarê de li ser telefonê axaftin pê re hate kirin. Piştî wê rojê me tu agahî ji miwekîlê xwe negirtine. Di destê me de niha tenê agahiyên CPT’yê parve kirin hene. Rewşa birêz Ocalan dişibe ya Mandela. Dema parêzerê Mandela hatî Tirkiyeyê, me pê re hevdîtin kir. Ji me re got; ‘li ser Mandela îzolasyonek hebû lê tu caran hevdîtina bi parêzeran re nehatin astengkirin. Lê belê birêz Ocalan bi meha ye nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji sala 1999’an heta niha birêz Ocalan li derveyî hemû sererastkirinan hate hiştin. Sererastkirinên piştre hatin kirin jî ji bo Ocalan û girtiyên din ên siyasî neketin meriyetê.” 
 
‘TIŞTÊN LI ÎMRALIYÊ TÊN JIYÎN LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛN’ 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî têkildarî aliyê siyasî yê tecrîdê axivî. Aslan, wiha got: “Ji roja birêz Ocalan hatiye girtin heta niha tecrîd her tim di rojeva me de ye. Tiştên li Îmraliyê tên jiyîn, li tevahiya Tirkiyeyê belav dibin. Bi girtina Abdullah Ocalan re xwestin gelê kurd jî bigirin. Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re şerê li Rojhilata Navîn êdî bomdar bû. Dixwazin bi polîtîkaya tecrîdê re rê li ber siyaseta Rêya 3’yemîn bigirin. Sedema êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ev e. Dewlet hewl dide bi polîtîkaya zextê ya domdar re tecrîdê bide jibîrkirin. Di hevdîtinên bi gel re yên piştî hilbijartinê de ev rexne hate kirin; ‘ji gel dûr ketin. Paradîgma esas nehat girtin.’ Di esasê xwe dûrketina saziyan a ji gel jî mirov dikare weke bandoreke polîtîkaya tecrîdê binirxîne.” 
 
 ‘DIXWAZIN OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN’
 
Aslan, diyar kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Di şexsê birêz Ocalan de azadiya gelê kurd hatiye girtin. Tevahiya Kurdistanê veguherî şerê sêyemîn ê cîhanê. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê dinya bû du beş lê êdî dinya guherî û tenê du alî hene. Di şexsê birêz Ocalan de rêyeke sêyemîn derket holê. Birêz Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk vegot. Her du aliyan jî ev paradîgma ji bo xwe talûke dîtin. Fikrên birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû gelên cîhanê girîng in. Dewletên cîhanê digotin qey heke pêşengê vê paradîgmayê nebe dê ev paradîgma tune bibe lewma li hemberî tecrîdê bêdeng man. Dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Di bingeha pirsgirêkên li Kurdistanê rû didin de tecrîd heye.” 
 
Moderator Heval Dilbihar jî wiha got: “Rewşa birêz Abdullah Ocalan rewşeke gerdûnî ye ji ber ku fikrên wî ji bo hemû cîhanê girîng in. Fikrên Ocalan ne tenê mirovan lê hemû gerdûnê diparêzin. Ji Çînê heta Misrê, ji Efxanistanê heta Japonyayê, li hemû deverên cîhanê ji xwe re cih dît.” 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/08/2023
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye