Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe

  • rojane
  • 15:15 12 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de hat diyarkirin ku çareserkirina pirsgirêka kurd tê vehêlandin û wiha hat gotin: “Li herêmê şerekî dijwar heye. Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe.” 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê 17’emîn Lijneya Giştî li dar xist û diyarî Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan hate kirin. Lijne, li eywana konferansan a hotêlekê hat lidarxistin û pankartên “Deng bide jiyanê û tecrîdê rake”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji bo girtiyên nexweş edalet” û “Ji bo hevrûbûn û hesabpirsînê bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hatibûn daliqandin. Her wiha wêneyê Melîke Alp a ÎHD’î ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû hate daliqandin. 
 
Dayikên Şemiyê, Rêveberiya Partiya Çepên Kesk a Amedê, parlamenter Ceylan Akça, Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komelay Jinan a Rosayê, Egîtîm Sen, Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li lijneyê bûn. 
 
Lijne, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Serokatiya Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Yek ji qadên ji ber zextên siyasî dibe hedef jî ÎHD ye. Bi zêdebûna zexta dewlet û îktîdara siyasî re berpirsyartiya me jî zêde dibe. Çavkaniya hêviya me, Xizmên Windakiriyan û Dayikên Şemiyê ne. Lewma em kongreya xwe diyarî wan dikin.” 
 
‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NECEZAKIRINÊ BERPIRSYARTIYA SEREKE YE’
 
Zeytûn, bal kişand ser sepanên îşkenceyê yên li herêmên kurdan û wiha pê de çû: “Polîtîkayên necezakirinê roj bi roj zêdetir dibin. Kujerên Rozerîn Çukur, Helîn Şen û hêj gelek kesên din nehatine darizandin. Sepanên derhiqûqtiyê zêde bûne û herêmên kurdan weke cihê cerebeyê tên bikaranîn. Têkoşîna li dijî necezakirinê, yek ji berpirsyartiyên me yên sereke ye. Tekane rêya xelasiya ji vê krîzê, têkoşîna mafan e. Weke parastvanên mafan, li gel daxwaza demokrasî û edaletê, em ê ji bo avakirina van jî têbikoşin. Ez dixwazim bibêjim ku peywira min îro bi dawî dibe. Spasiya sazî û hevalên xwe dikim ku gelek tişt li jiyana min zêde kirin. Her wiha serkeftinê ji bo hevalê/a nû dixwazim.” 
 
‘ME REWŞA XWE YA LI DIJÎ ŞER PARAST’
 
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan jî têkoşîna 37 sal a ÎHD’ê bi bîr xist û wiha got: “Ji roja saziya me hatiye avakirin heta niha me gelek hevalên xwe winda kirin. Em hatin îşkencekirin lê meşa tevgerê tu caran neguherî. Ev 37 sal in em li dijî şer, pevçûn û înkarê têdikoşin û me sekna xwe parast. Ji ber ku dema me dev ji vê berda, wê demê em dev ji mirovbûna xwe ber didin. Wezareta Parastinê dibêje ku di salekê de 991 milîtan kuştine. Li herêmê şerekî dijwar heye. Pêdiviya vê axê dîsa bi aştiyê heye. Divê em ne kesên dixwazin lê yên ava dikin bin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, hinek daxwazên me hene. Banga me ji bo îktîdarê ye; we ev pirsgirêk veşart û polîtîkaya tepisandinê bi kar anî. Banga me ji bo serokkomar jî ew e ku ji bo çareseriyê rûpelên nû vekin.”
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Rehşan Bataray Saman jî destnîşan kir ku ÎHD’ê bedelên giran da û dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî axaftinan, sînevîzyona ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirinên li bakurê Kurdistanê pêşan da. Piştre jî beşdaran daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan, Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Mûrat Aba û ji KESK’ê Siraç Çelîk qala girîngiya xebatên ÎHD’ê kirin û ji bo serdema nû serkeftin xwestin. 
 
‘ÇARESERÎ LIHEVKIRIN E’ 
 
Yek ji endamên damezirîner ên ÎHD’ê Mehmet Vural got ku pêdivî bi pêvajoyeke çareseriyê heye û çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê yê berê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku ji bo tu kes li Kurdistanê neyê kuştin û şer bi dawî bibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Parlamenter Ceylan Akça jî daxuyand ku di her rewşên nebaş de ÎHD li cem wan bû û ÎHD diçe her cihê ku tu kes neçûyê. 
 
Piştre jî peyamên nûner û endamên berê û rapora xebatan hatin xwendin. 
 
Herî dawî jî ji bo serdema nû hilbijartin hate kirin. 
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE DIYARKIRIN 
 
Ercan Yilmaz, Sûzan Mehmetoglû Aksoy, Omer Saman, Jiyan Ormanli, Yakup Guven, Esra Saçaklidir û Alî Îhsan Demîrtaş ji bo Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

15/08/2023
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn