Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin

  • rojane
  • 10:32 25 Tebax 2023
  • |
img
 
STENBOL - Hevdîrektorê MLKA’yê Veysel Ok diyar kir ku şîrketên BTK û GSM’ê ji bo erdheja Stenbolê amade nînin û wiha got: “Heke li Stenbolê bi ser pileya 7’ê re erdhejek çêbibe, dê li Tirkiye bi rojan kesek nekare peywendiyan deyne.” 
 
Di 6’ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên mezin çêbûn û bandoreke mezin li 11 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî, zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Xemsariyên bûne sedema windahiyên canî hêj jî di raya giştî de tên nîqaşkirin. Di dema erdhejê de ji sedî 30’ê stasyonên bazê betal bûn û bi rojan pirsgirêka şebeke û înternetê hate jiyîn. Vê yekê jî binpêkirinên heyî zêdetir kir. Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê (BTK) ya girêdayî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê li ser medyaya dijîtal serî li tengkirina bandê da, nehişt ku cihê welatiyên di bin kavilan de were parvekirin û bi vê yekê re rê li ber mirina bi hezaran kesan vekir. 
 
Rayedarên operatorên Pergala Kûrewî ya ji bo Peywendiyên Mobîlê (GSM) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ji ber berpirsyartiya wê ya di erdhejê de çendek roj berê bi sedemên “Astengkirina peywendîdanînê”, “Bi zanebûn kuştina mirovan” û “Bi zanebûn bûne sedema birîndarkirina mirovan” derheqê BTK’ê de serlêdana sûc kir. 
 
Di 26’ê îlona sala 2019’an de li behra Sîlîvrî ya Stenbolê bi pileya 5,8 erdhej çêbûbû û hema hema hemû operatorên GSM’ê betal bûbûn. Ji ber vê yekê niha çavê her kesî li ser erdhejeke îxtîmalî ya li Stenbolê ye. Heke erdheja mezin a îxtîmalî ya li Stenbolê çêbibe, nayê zanîn bê ka operatorên GSM’ê û BTK ji bo pêvajoya erdhejê çiqasî amade ne. Têkildarî mijarê em bi Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok re axivîn. Ok, got ku di erdhejên Mereşê de operatorên GSM’ê û BTK betal bûn û heke heman tişt di erdheja Stenbolê de jî çêbibe dê bi karesateke pir mezin re rû bi rû bimînin. 
 
BTK Û OPERATOR AGAHIYAN NADIN
 
Ok, got ku di erdhejên Mereşê de welatî bi rojan ji şebekeyê mehrûm man û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê rewşa peywendînedanînê, bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Dema em li erdheja Mereşê dinêrin, dibînin ku Turkcell, Vodafone, Turk Telekom, BTK û şîrketên taybet û cemaweriyê tu amadekarî nekirine. Ji ber ku tevdîr tune bûn. Me dît ku stasyonên bazê yên gerok tune ne. Heta fîrmaya Turkcell’ê di reklaman de digot ku dê bi rêya droneyan stasyonên bazê bidin. Lê me ev tu caran nedît. Heta rojek piştre ev reklam rakirin. Heke di mijara peywendîdanînê de tevdîrên rast bihatina girtin, niha dibe ku bi hezaran mirovan jiyabûna. Piştî ku cenazeyên wan derxistin, peyamên wan nû hatin.” 
 
JI BO SERLÊDANA SÛC BIRYARA NEŞOPANDINÊ YA BÊSEDEM 
 
Ok, bi lêv kir ku ji ber erdhejên Mereşê derheqê BTK û şîrketên GSM’ê de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirine û wiha derbirî: “Dozgerî bêyî ku sedemekî nîşan bide ji bo vê serlêdana me biryara neşopandinê da. Me jî îtîraz kir. Me ev doz ji bo pêşîlêgirtina erdhejeke îxtîmalî ya Stenbolê vekir. Heke îro derheqê GSM û BTK’ê de doz bihata vekirin, dê ji bo erdheja Stenbolê hemû tevdîr bigirtina. Dewlet û daraz van şîrketan diparêze. Tevî van xemsariyan jî dewlet wan sûcdar nabîne. Heke wisa nefikiribûna em ê ji bo erdheja Stenbolê bêhtir amade bûna. Ev şîrket û BTK xwe berpirsyar nabînin lewma dibêjin qey dê hesabê nedin. Lewma tu amadekariyan nakin.” 
 
FRAGMANA KARESATA DÊ PÊK BÊ
 
Di berdewamê de Ok erdheja bi pileya 5,8 a di sala 2019’an de li Stenbolê pêk hatî bi bîr xist û wiha axivî: “Şebeke têk çûn. Heke li Stenbolê erdhejeke bi ser pileya 7’ê re çêbibe dê Tirkiye bi rojan bê peywendî bimîne. BTK û şîrketên GSM’ê têkildarî tevdîrên xwe tu agahiyan nadin raya giştî. Em nizanin bê ka çend stasyonên wan ên bazê yên gerok hene, çend binesaziya fîberê hene. Nebûna agahiyên têkildarî plana çalakiyê ya lezgîn, dikarim bibêjim fragmana karesata em ê bijîn e. Di vê mijarê de bersiva pirsên me jî nadin. Heke erdhej çêbibe dê li gelek deverên Stenbolê pirsgirêka şebekeyê derkeve. Bacên gel ji bo binesaziya ragihandinê nayên xerckirin. GSM hatine yekdestîkirin. Îktîdar mudaxileyî vê rewşê nake. Avakirina vê binesaziyê karê BTK û şîrketên GSM’ê ye. Divê dewlet jî venihêrîna wê bike. Di sektora ragihandinê de bacên herî zêde li Tirkiyeyê tên dayîn û şîrketên GSM’ê pereyekî pir mezin qezenc dikin. Tevî vê jî tu amadekariyan nakin.” 
 
‘RAGIHANDIN MAFEKÎ CEMAWERIYÊ YE’
 
Ok, bal kişand ser tevdîrên Ewropayê yên ji bo erdhejê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo kesên di bin kavilan de mane bikarin cîhazê xwe şarj bike li nêzî kavilan stasyona şarjê didanin. Bi vê yekê re ewkes bi derve re peywendiyan dane. Li welatên demokratîk ragihandin mafekî cemaweriyê ye. Ragihandin mafekî cemaweriyê yê di bin venihêrîna dewletê de ye. Ev şîrketên GSM’ê heta ku berjewendiyên cemaweriyê esas negirin, nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin. Ji bo erdhejên îxtîmalî jî planên wan ên çalakiyê yên lezgîn hene. Ev plan bi civaka sivîl û saziyên cemaweriyê re hatine parvekirin. Lê li Tirkiyeyê di navbera BTK û şîrketên GSM’ê de tu hevkariyeke wiha nîne. Em nizanin ka plana çalakiyên lezgîn a wan hene yan na. Tu tiştek nîne. Erdhejên Sîlîvrî û Mereşê delîla vê ya herî şênber bûn. Banga min ji bo partiyên siyasî ew e ku li Meclisê hesabê ji BTK û şîrketên GSM’ê bipirsin.” 
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

26/08/2023
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê