Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Almanyayê û Fransayê meş û çalakiyên ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” tên lidarxistin, dest pê kirin. 
 
Ev 30 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdan girankirî de ye. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo Abdullah Ocalan li bajarên Hambûrg, Dusseldorf, Berlîn, Hannover ên Almanyayê û bajarên Rennes, Parîs û Strasboûrg ên Fransayê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statur” meş û mitîngan li dar dixin.
 
Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi meşê dest pê kir.
 
Ji bo meşa ku bi banga hevpar a KCDK-E, TJK-E, TCŞ û ADGB’ê hatî lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan ên li başûrê Almanyayê, Swîsre û Rojhilatê Fransayê dijîn, ji saet 10.00’an û şûn de li Qada Strasboûrg Place de la Repûblîqûe yê kom bûn. Gel bal dikîşîne ser durûtiya Meclisa Parlameteran a Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û CPT’ê.
 
Gel di derdora saet 12.30’an de dest bi meşê kir. Piştî meşê li Qada Avenûe de l’Eûrope mitîng tê lidarxistin. 
 
Li qada mitîngê Parlamenterê Konseya Ewropa ya Fransayê Emmanûel Fernandes, ji parêzerên Abdullah Ocalan, Omer Guneş, hevserokên KNK û KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, li ser navê TJK-E’yê Selma Surer û li ser navê rêxistinên ciwanên kurd ên Ewropayê jî Baz Mordem Koçer wê biaxivin.
 
DUSSELDORF
 
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeyên “Ji Kurdan re statu” û “Ji Rêber Apo re azadî” li ber stasyona trenê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê daxuyanî da.
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê li hev civiyan, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Faşîst Erdogan” berz kirin.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Ayten Kaplan bi almanî axaftinek kir. Kaplan bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama hevkariya dewletên navnetweyî de hatiye girtin û got: “Tecrîda ku 25 sal in li dijî Rêber Apo tê meşandin, ev 30 meh in veguheriye êşkenceya bênavber. Hemû sazî û dewletên ku ji dîlgirtina Rêber Apo berpirsiyar in, şirîkên polîtîkayên tecrîdê ne ku îro tê meşandin. Gelê Kurd wê ji bo azadiya Rêber Apo li seranserê cîhanê dakevin qadan.”
 
Hevseroka FED-MED’ê Şevîn Sîncar jî axivî û wiha got: “Berpirsên yekem ên tecrîda li ser Rêber Apo, dewletên navteweyî ne ku Rêber Apo dîl girtin. CPT’yê divê derbarê Rêber Apo de demildest daxuyaniyek bide. Heta ku Rêberê me azad bibe wê çalakiyên me bidomin.”
 
Piştî axaftinan girse bi posterê mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji stasyona trenê heta kolana herî qerebalix a Dusseldorfê Konigsallee ve meşiyan. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.
 
STRASBOURG
 
Kurdistanî û dostên xwe ku li qada Place de la République a Strasboûrgê hatin ba hev, bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" saet di 12.30’an de dest bi meşê kir û heta ber Konseya Ewropayê dirûşme berz kirin û meşiyan. Gava meşê bal bi ser tecrîdê de hat birin. Bi pişt re li ber avahiya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê mîtîng hat lidarxistin.
 
Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê bû. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde Zumrut îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Em bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê dikin. Hûn bi erka xwe ranabin. Dewleta Tirk li Îmraliyê êşkenceyê dike. Hûn jî ji vê tecrîdê berpirs in. Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Aştiyeke mayînde bi pêkhatina azadiya Rêber Apo pêkan e."
 
 ‘BILA PKK JI LÎSTA TERORÊ BÊ DERXISTIN’
 
Parlamenterê Konseya Ewropayê ya Fransayê Emmanûel Fernandes ku tev li mîtîngê bû, wiha got: "Ji bo dawî li vê tecrîdê were, em ê hewil bidin. Divê PKK ji lîsta terorê bê derxistin."
 
‘PEYAMA DEWLETÊ KU DIDE ME: EM Ê HEMÛ RÊBERÊN WÊ JI HOLÊ RABIKIN’
 
Omer Guneş ku parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, diyar kir ku wan miwekîlên xwe her serlêdanên hiqûqî kirine û wiha axivî: "CPT’yê neh caran li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rapor weşandin. Bi wan raporan derket holê ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke çiqas giran de ye. Rêzdar Abdullah Ocalan hem rêberekê gel e hem jî teorîsyenê aştiya li Rojhilata Navîn e. Berê jî dewleta Tirk bi awayên cur bi cur zext û mielemeya xerab kirin. Hevdîtina ku sala 2007’an me pê re kir, bi eşkerehî behs ji me re kir. Dewletê cezayê ku da birêz Abdullah Ocalan salvegera roja bidarvekirina Şêx Saîd diyar kir. Dewlet ji me re wiha dibêje. Em ê hemû rêberên we tune bikin. 25 sal in li dijî van têdikoşin û em ê ji niha û pê ve jî têbikoşin."
 
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Selma Surer axavtin kir. Surer, got ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin û ev gotin kirin: "Heta Rêber Apo azad bibe em ê li kuçeyan bin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye jî. Di dîrokê de tu rêberî ew qas rêya azadiyê li ber jinan venekiriye. Ji wê boneyê heta Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin."
 
Dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji bo Ocalan" hatin berzkirin û mîtîng qediya.
 
PARÎS
 
Bi dirûşmeya "Azadî ji bo Kurdistanê" Kurdistaniyan û dostên wan careke din li Parîsa paytexta Fransayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
 
Çalakî saet di 16.00’an de li qada Paris Républiqueê dest pê bû. Partiya Komunîst a Fransî, Komeleya France – Kurdistanê, MRAP û nûnerên rêxistinên Fransayî jî tev li çalakiyê bûn. Flamayên "Azadî ji bo Abdullah Ocalan" di çalakiyê de hatin hildan û bêyî sekin dirûşme hatin berzkirin.
 
Danezana hevpar a Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) gava meşê hat belavkirin. Meş qada Bastîlleê berdewam bû û bal bi ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat birin.
 
Meş li qada Bastîlleê bi dawî bû û mîtîng hat lidarxistin. Bi deqeyekê rêz hat girtin û Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan wiha axivî: "30 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Hiqûqa herêmî û navneteweyî nayên hesabkirin û tecrîdeke bi giştî li ser Kurdan û rêberê wan berdewam e. Me bang li hemû hêzên navneteweyî û dewletan e; dengê xwe ji vê êşkenceya bi faşîzanî ya Erdogan re bikin."
 
Hevserokê MRAP’ê Renée Lemînot û Serokê Koordînasyona Dostaniya Kurdan Pascall Tore ku tev li çalakiyê bûn, axivîn û got: "Rêberê Gelê Kurd, hemû exlaqê mirovahiyê û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û tê tecrîdkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi berdana Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ye."
 
Dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin û çalakî qediya.
 
RENNES
 
Kurdistanî, saet di 17.00’an de li Place du Colombier a Rennesê ku bajarekê Fransayê ye, hatin ba hev û bi deqeyekê rêz girt. Têkildarê tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Girseyê da xuyakirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew ê terka qadan nekin.
 
HAMBÛRG
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe li Hambûrgê ku bajarekê Elmanyayê ye, li dijî polîtîkayên tecrîdê meşiyan. Meş bi şiara "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" saet di 15.30’an de li îstgeha navendî ya Hambûrgê dest pê bû.
 
Meş bi rêzgirtinê dest pê bû. Parlamenterê berê Dîe Lînkeê Martîn Dolzer ku gava meşê axivî, îşaret bi polîtîkayên şer û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Me daxwaz ew e ku zû bi zû derfeta xwegihandina Abdullah Ocalan û hevalên wî yên girtî  li Îmraliyê bê dayîn. Divê dawî li şertên îzolasyonê bê. Me her wiha bang li saziyên navneteweyî û Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) ew e ku bi erka xwe rabibin û dawiyê li tecrîda li Îmraliyê bînin.
 
Martîn Dolzer bang li dewleta Elman kir û got: "Bi polîtîkayên bi êrîşkarî yên dewleta Tirk re nebin piştgir."
 
Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn jî anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîdê bên şikandin û wiha got: "Divê kêfa me were ku Rêbertiyeke wiha ji nava Kurdan derketiye. Lê em têr li Rêbertiya xwe nabin xwedî."
 
Girse bi pişt re heta ber rojnameya Bîldê ku li Axel-Sprînger-Platzê ye, meşiya.
 
Kurdistaniyan û dostên xwe di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê li ser "Azadî ji bo Ocalan" hildan û bêyî sekin dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi hezaran caran silav li Îmraliyê", "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
HANNOVER
 
Li Hannoverê ku bajarekê Elmanyayê ye, bi şiara "Azadî ji bo Rêber Apo, statu ji bo Kurdistanê" ji îstgeha trenan ta Georgeplatzê meş û mîtîng hatin lidarxistin.
 
Ji xeynê Kurdistaniyan û dostên Kurdistaniyan ên Elman, Women Defend Rojava û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) a Hannoverê tev li meşê bûn.
 
Gava meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, bêyî sekin dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji bo Abdullah Ocalan" û "Erdoganê faşîst" hatin berzkirin.
 

 

Sernavên din

17/02/2024
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin