Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere

  • rojane
  • 09:05 11 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Hevserokê Şaxa OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi lêv kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li ser girtiyan ferz dike ku fikir û ramanên xwe bêjin lê ev yek li gor qanûnan sûc e. Oyke got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere. 
 
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku di 29’ê kanûna 2020’an de ket meriyetê, dema girtî cezayê xwe diqedînin rewşa wan a ragirtin û berdanê dinirxînin û li gor wê biryarê didin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2020’an heta niha înfaza gelek girtiyan dirêj kir û şewitand. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) heta niha înfaza 313 girtiyan gelek caran 3 meh û 6 mehan hatiye taloqkirin. Navenda Giştî ya ÎHD’ê der barê Lijneya Îdare û Çavdêriyê de di 12’ê kanûna 2020’an de doz vekir ku ew li dijî hiqûqeyê û divê bê girtin. Lê tevî ev qas salan jî ev doz hê encam negirtiyê û hê jî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve înfaza girtiyan tê şewitandin an jî tê taloqkirin.   
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke diyar kir ku li Girtîgehên Tipa T-1 û Tipa T-2 yên Rihayê û Girtîgeha Tipa T-1 a Sêwrêgê heta niha înfaza 4 girtiyan hatiyê şewitandin û ya 16 girtiyan jî hatiyê dirêjkirin. 
 
HEM ÎŞKENCE DÎTIN HEM JÎ ÎNFAZA WAN HAT ŞEWITANDIN!
 
Oyke, bi lêv kir ku ji bo amadekirina rapora girtîgehan wan serdana Girtîgehên T-1 û T-2 yên Rihayê û Girtîgeha T-1 a Siwêregê kirine û înfaza gelek girtiyên ku divê bên berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiyê şewitandin. Oyke, diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta, 'Rewşa wan ne baş e' înfaza girtiyan dişewitîne û wiha got: “Dema em hincetên dirêj kirin û şewitandina înfazê dinêrin an dibêjin ne poşman e an jî ‘di rewşeke ne baş de ne’. Li Girtîgeha Rihayê 4 girtiyên ku divê bihata berdan înfaza wan hatiyê şewitandin. Sedema şewitandina înfazê jî rêveberiya girtîgehê di sala 2021'an de xwestiyê qawişên wan biguherînin wan jî ev yek qebûl nekirine û li ser vê yekê bi gardiyanan re nîqaş kirine. 4 girtî ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin û îşkence dîtine. Pişt re jî cezayê hucreyê danê van 4 girtiyan. Me jî li ser vê yekê gilî ew gardiyan gilî kirin, lê di encama polîtikayên bêcezakirinê de ji giliyê re biryara nepen hat dayin. Lê înfaza 4 girtiyan jî bi hinceta cezayê hucreyê girtine hat şewitandin. Yanî ji gardiyanên ku îşkence kirine re biryara nepen hat dayîn û înfaza girtiyên ku îşkence lê hatiye kirin hat şewitandin.”
 
‘LI DIJÎ QANÛNAN E’
 
Bi domdarî Oyke anî ziman ku înfaza hemû girtiyên ku dibêjin em nepoşman in tê şewitandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku tu peywîra Lijneya Îdare û Çavdêriyê nîne ku li ser girtiyan ferz bike ku ew fikir û ramanên xwe bêjin jî ji girtiyan pirsên weke, 'Hûn derbarê PKK'ê de çi difikirin?’ , ‘Hûn poşman in an ne poşman in?’ dipirsin û heke girtî bêdeng bimînin an jî nebêjin em ne poşman in înfaza wan dişewitînin. Li gorî destûra bingehîn a Tirkiyeyê û ya navneteweyî bi awayekî şenber hatiye diyarkirin ku tu kes ne mecbure fikir û ramanên xwe bêje û mafê tu kesê nîne ku li ser yekî ferz bike ku ew fikir û ramanê xwe bêje. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vê qanûnê binpê dike. Ya ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê dike li gor qanûnan suc e û heta bi cezayê girtîgehê jî dikarê bê darizandin. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê vî sûcî her tim dike. Tirkiye li gor qanûnên xwe bi tişta ku weke sûc pênase dike înfaza girtiyan dişewitîne.”
 
'JI BO MUÇEYA ZÊDE ÎNFAZA GIRTIYAN DIRÊJ DIKIN'
 
Oyke destnîşan kir ku yên tev li civîna Lijneya Îdare û Çavdêriyê dibin li gorî liyaqatê nayên hilbijartin û ev tişt anîn ziman: “Serdozgerê Komarê ji Lijneya Îdare û Çavdêriyê re serkeşiyê dike, gardiyan, mamosteyên dibîstanê, civaknas û derûnnas jî tev li civîne dibin. Lê dema ev kes tên hilbijartin ne li gor liyaqatê, rêveberiya girtîgehê ji saziyan re peyam dişîne sazî jî kê bixwazin wî dişînin. Her wiha yên tevli van civînan dibin mûçeyekê jî digirin. Ji ber wê jî gumana me heye ku ji bo muçeyeke zêde înfaza girtiyan dişewitînin. Yanî heke bikevin çend civînan ewqas mûçe distînin, heke înfaza girtiyan dirêj bikin wê cardin bikevin wê civîne ev jî dê ji wan re bibe mûçeyeke zêde. Me ji kesên tevli van civînan dibin re jî hevdîtin pêk anî. Ji me re gotin ku serdozger û gardiyan çi biryarê bidin ew jî li gorî wê biryarê tevdigerin.”
 
'LI GORÎ REWŞA SIYASÎ BIRYARAN DIDE'
 
Oyke bi lêv kir ku divê hiqûqnas li dijî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hem sepana Lijneya Îdare û Çavdêriyê û hem jî biryarên ku ew didin li dijî destûra bingehîn û qanûnên cihanê ne. Ji ber wê jî daxwaza me ew e ku doza ku ji bo betalbûna Lijneya Îdare û Çavdêriyê vebûye demildest encam bigire. Her çiqas mirov dikare bi rêya hiqûqê ji biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê re îtîraz bike jî ji ber ku li Tirkiyeyê polîtikayên bêcezahiştinê tên meşandin, ev îtîraz jî bê encam dimînin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ne li gorî qanûnan li gorî rewşa siyasî biryaran dide. Înfaza hemû girtiyên siyasî ku dibêjin em nepoşman in, an dirêj dikin an jî dişewitînin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

27/02/2024
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye