Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin

  • rojane
  • 11:31 27 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-nivîskar Seyît Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi tevlibûna hezaran kesan hatin oxirkirin. 

 
Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran (Seyît Mahmût Evran) di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aslan Qamişlo jî di encama êrişeke hewayî ya dewleta tirk a di 17’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo definkirina cenazeyên Evran û Qamişlo bi hezaran kes li Qamişloyê hatin gel hev, ji Taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan. 
 
Cenazeyê rojnameger Evran bi çîçek û alaya YRA’yê, cenazeyê Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo jî bi alaya YPG’ê û çîçekan hatibû xemilandin. Di merasîma cenazeyê de wêneyên her duyan hatin hilgirtin. Endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin, leşkerî û ewlehî, şêx û rûspiyên eşîrên ereb û kurd, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û hevrêyên Evran û Qamişlo, nivîskar, rewşenbîr û oldar beşdarî meşê bûn. 
 
‘EM ÎRO DU FERMANDARAN OXIR DIKIN’ 
 
Piştî ku cenaze gihiştin goristanê, merasîm hate lidarxistin. Merasîm, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şêro Şero axivî. Şero, wiha got: “Em gelê xwe yê berxwedêr ku li dora têkoşîna şehîdan xwe civîne û li kêleke cenazeyên şehîd Aslan û Seyîd sekinîne, berxwedan û israra we silav dikin. Di şexsê her du şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim. Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye. Em îro 2 fermandarên binirx oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê hevrê Rûstem Cûdî, Rûken û Sara bi bîr tînin û ji wan re diyar dikin ku ew ê di dilên me de bimînin û dê ji her xayînekî hesab were pirsîn.” 
 
‘DÊ ASLAN Û SEYÎD MIZGINIYÊ BIGIHÎNIN RÛKEN Û RÛSTEMAN’
 
Bi domdarî Şero bal kişand ser têkoşîna Qamişlo û Evran û ev tişt anî ziman: “Têkoşer Aslan ji destpêka şoreşê ve fermandarekî Hêzên Ewlekariya Huddirîn û şêwirmendê şoreşa me bû. Ewlehiya zarok, dayik û destkeftiyên şehîdên me di dirêjahiya salên xebata xwe de parastin, di oxira parastina gel de çavên xwe negirtin. Dê şehîd Aslan û Seyîd mizgîniyê bigihînin Rûken, Sara û Rûstem û silavên we bigihînin wan û ji wan re bêjin felsefeya neteweya demokratîk û şargirtên Rêber Abdullah Ocalan hîna li ser soza xwe ya gihandina heqîqetê ne û ev gel her tim amade ye li dijî dijmin bisekine. Bêguman parastina mafên van şehîdan li ser milê her ferdekî/ê ku metoda wan bigihîne dawiyê.”
 
‘PARTIYA ŞEHÎDAN SERÎ LI BER ZILM Û DAGIRKERIYÊ NATEWÎNE’ 
 
Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Ger ku xelkek bi vî rengî li dora şehîdên xwe bisekine, bêguman dê ev şoreş bigihije armancên xwe. Partiya me partiya şehîdan e lewma serî li ber zilm û dagirkeriyê natewîne. Hevrê Seyîd bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da. Li ser şopa şehîdên çapemeniya azad, ji bo dengê gelê xwe, rûyê hovîtiya dewleta tirk a dagirker ji cîhanê re aşkera bike, meşiya. Têkoşer Seyîd sînorên zehmetiyan nas nedikir. Ji ber heqîqetê raber bike, li hemberî tevahiya rewşên zehmet sekinî û gelek rojnameger li ser vê prensîbê perwerde kirin.”
 
‘BI DILNIZMÎ Û RÛKENIYA XWE DIHAT NASKIRIN’
 
Têkildarî Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Aslan bi ruhê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate naskirin. Di aliyên perwerde, parastina hundirîn û aliyê civakî de bê dudilî xebat kir. Bi eşq û baweriyeke mezin li ser rêxistina gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî xebat kir. Li tevahî qadên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya. Ji lew re divê em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir bikin, da ku em mafên wan bidinê û armancên wan pêk bînin. Heke gelê me îro li dora şehîdan hatibe cem hev, wê demê divê em nehêlin xayîn li ser xaka me bijîn. Divê em wan ji xaka xwe ya pîroz derxin. Ger ew yek pêk hat, wê demê em hêza rêxistina gel nîşan didin.” 
 
'DENGÊ GELÊ XWE GIHAND CÎHANÊ'
 
Ji hempîşeyên Evran, Stêrk Gulo jî li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) axivî û wiha got: “Şehîd Seyîd ji 30 salî ve hevrêyê min e û şehîd Aslan jî ji 25 salan ve hevrêyê min e. Em nikarin mafên şehîdan bi axaftinan bidinê. Seyîd ji gelê Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr hez dikir. Kurdê navçeya Hênê ya ku di Şoreşa Şêx Seîd de li dijî zulm serî hildaye. Seyîd got ‘bapîrê min tevî Şêx Seîd têkoşiya û ez neviyê wî me û kurdek im û dixwazim gelê min azad bibe.’ 
 
Ji Zap heta Qendîlê û Zagrosan têkoşiya. Şervan, fermandar û rojnameger bû û rojekê ji bo îsbatkirina heqîqetê gav bi paş ve neavêt. Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Seyîd berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe têkoşiya da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûsa û nivîsên hevrê Seyîd bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahî Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû.
 
Ragihandina azad bîrewerekî mezin winda kir. Di dirêjahiya 24 salan de Seyîd fedakariyên mezin di çapemeniyê de dan. Her kesî jê hez kir. Divê em bi pênûs û çeka xwe wî her tim zindî bihêlin. Bi hezkirin û îsrareke mezin em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bikin û her tim hildin çeka wan.”
 
Piştî axaftinan, wesîqeyên rojnameger Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo radestî hevalên wan hatin kirin. 
 
Herî dawî jî cenazeyên Evran û Aslan hatin oxirkirin. 

Sernavên din

01/10/2023
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'