Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin

  • jin
  • 10:10 19 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier diyar kir ku têkoşîna tevgera jinên kurd a ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin, xweza û civakê bandoreke mezin li Ewropayê kir û wiha got: “Kirin ku em li ser hinek aliyên femînîzmê jinûve bifikirin.” 

Sekretera Giştî ya BastA’yê (Basels Starke Alternative/Alternetîfa Xurt a Baselê) Franziska Stier tev li kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a di 15’ê cotmehê de li Enqereyê hate lidarxistin. Stier, got ku li ser navê piştevaniya jinê tev li kongreyê bûye û ev demekî dirêje bandora tevgera jinên kurd a li ser Ewropayê dişopîne. Stier, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd bandorê li seranserî jinên cîhanê dike. 
 
'TÊKOŞÎNA ME HEMAN TÊKOŞÎN E’
 
Stier, destnîşan kir ku têkoşîna wan û ya HEDEP’ê heman têkoşîn e û ev tişt anî ziman: “BastA, partiyeke femînîst, ekolojîk û sosyalîst e. Li gorî me, di cîhaneke kapîtalîzmê de edaleteke civakî mimkin nîne. Di cîhana kapîtalîst û emperyalîst de tiştekî gelek girîng e ku em piştevaniyê bidin hemû gelan. Xeta me û HEDEP’ê heman xet e. Em li dijî rastigirî û faşîzmê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Em ji bo mafên jinan têdikoşin. Ji b edaleta civakî, femînîzm û ekolojiyê têdikoşin. Ji bo avakirina jiyaneke nû têdikoşin. Divê em bi hev re hînî avakirina rêya nû bibin.” 
 
‘EM HÊZA JINÊN KURD HÎS DIKIN’
 
Bi domdarî Stier got ku di kongreya HEDEP’ê de dîsa bûye şahida girîngiya tevgera azadiyê ya jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ derketî heta niha pir bihêz e. Li Swîsreyê me ji bo greva jinan a ewil konferansek li dar dixist. Jinên kurd jî di nav de li pêşberî nêzî 500 jin û LGBTQ+’yiyan em qîriyan. Kêliyeke pir xweş bû. Her wiha piştî qetilkirina Jîna Emînî, femînîstên lîberal jî dest bi berzkirina vê dirûşmê kirin. Dirûşma jin, jiyan, azadî ji bo min gelek girîng e. Ji ber ku ev dirûşm vê dibêje; divê jin xwe azad bikin û ji bilî jinan tu kes nikare vê ji bo jinan bike. Bi taybet jî divê em li gel xwişkên xwe têbikoşin û weke komunistên alman gotine, heke em nekarin xwe azad bikin û heke em bi tena serê xwe vê pêk neyînîn, dê ev têkoşîn bi ser nekeve. Jin, jiyan, azadî jî têkoşîna jiyan û azadiyê ya jinan vedibêje. Dibêje ku divê jin di nava azadiyê de bijîn. Gelek komên femînîst bi vê dirûşmê dizanin. Gelek komên femînîst, gelek femînîst an jî komên femînîstên çep di her xwepêşandanan de vê dirûşmê berz dikin. Dibêjin ku dê xwe azad bikin. Ji ber ku heke hûn vê dirûşmê bi zimanên kurdî, almanî, tirkî yan jî ingilîzî berz bikin, hûn wê demê hêza dirûşmê û ya tevgera jinên kurd hîs dikin.” 
 
‘BI PIRSGSIRÊKÊN CIVAKÎ RE ELEQEDAR E’ 
 
Di berdewamê de Stier daxuyand ku tevgera jinên kurd bandor li têkoşîna jinan a li Swîsreyê jî kiriye û ev tişt anî ziman: “Grevên jinan bandoreke mezin li ser gelek komên çepgir û femînîst kir. Bi vê yekê re me paradîgmaya Ocalan bêhtir nas kir. Me ferq kir ku dema em li ser mijarên weke mafên xebatkarên xizmetên civakî yan jî karkeran, girîngîdayîna xwezayê û hwd. nîqaşan dikin, divê em jinûve bifikirin. Ji ber ku gelemperiya jinên femînîst ên rojavayî tenê li ser keda jinê û bedena jinê disekinin. Têkildarî mijarên din ên civakî pir kêm disekinin. Lê belê tevgera jinên kurd pir hûr û kûr li ser pirsgirêkên jin, xweza û civakî disekine. Ya herî girîng jî dike ku jin di siyasetê de hebe û li gorî xwe rê û rêbazan bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de tevgera jinên kurd kir ku ji bo avakirina femînîzmeke nû, em li ser hinek aliyên femînîzmê jinûve bifikirin.” 
 
‘JIN JIYAN AZADÎ BANGAWAZIYA HERÎ BAŞ E’
 
Stier, got ku ji bo temamiya jin bi hev re têbikoşin bangawaziya herî baş “Jin, jiyan, azadî” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bangawaziya mezinkirina têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û Ewropayê di vê dirûşmê de dibînim. Li her devera cîhanê têkoşîna jinan û LGBTQ+’yan a li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û baviksalariyê heye. Heke em bibin yek, em ê bikarin li dijî wan şer bikin. Rewşa min û ya hemû xwişkên min ên cîhanê heman e. Tevgera jinên kurd, ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşe. Tevgera jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn hêzeke pir mezin dide me. Ji ber ku em dibînin bê ka ew çiqas têdikoşin. Em gelek tiştan ji wan hîn bûn. Li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û baviksalariyê em gelek caran bi rêbazên cuda têdikoşin. Û ez, xwişkeke wan im ku piştevaniya wan dikim.” 
 
MA / Stêrk Sutcu
 

Sernavên din

02/04/2024
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt