Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne

  • rojane
  • 09:02 9 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Li navçeya Çinar a Amedê malbata ciwanên winda bûbû îxbara malbata Akbogayê kiribû. Piştî vê, xaniyê malbata Akboga hatibû xerakirin. Malbata Akboga ku zirara wan nehatiye dayîn, bi mehan e di konteynereke 21 metrekareyî de dijî. 
 
Li gundê Rûbare yê navçeya Çinar a Amedê xaniyê malbata Akbogayê di meha çile ya 2023'yan de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Çinarê hate xerakirin. Ji bo xerakirina xanî jî wekî hincet giliya malbata ciwanê bi navê Osman G. hat nîşandan ku Osman G. ji sala 2017'an ve winda ye. Malbata ciwanê winda ku li Taxa Bepinarê dijî, derpêş kir ku kurê wan hatiye kuştin û di xaniyê malbata Akboga de hatiye veşartin. Piştî di çarçoveya lêpirsînê de xanî hat xerakirin. Lê belê di bin xanî de tu cenaze nehatin dîtin. 
 
Leşkeran, Mahsûm Akboga jî wekî gumanbar binçav kirin. Akboga paşê bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan û biryara veşarî ji bo dosyeyê hat dayîn. Biryara li ser dosyeyê hê jî didome û serlêdanên parêzerê malbata Akbogayê Mehmet Şik ên ji bo naveroka dosyayê jî bêencam man. 
 
Malbata Akboga ji roja xaniyê wan hatiye xerakirin heya niha di konteynereke 21 metrekareyî de dijî. Tekane daxwaza malbata Akbogayê ew e ku mexdûriyeta wan were çareserkirin. 
 
MALBAT DIXWAZE MEXDÛRIYETA WAN BÊ ÇARESERKIRIN
 
Bavê 3 zarokan Mahsûm Akboga (27) ragihand ku di 25'ê çileyê de leşkeran avêtiye ser mala wan û ew bi kuştina ciwanekî û li bin malê veşartina cenazeyê wî hatiye sûcdarkirin. Akboga bilêv kir ku çendî bi hin kamerayên taybet hatiye tespîtkirin ku di bin xanî de tiştek tune ye jî lê gefa "ger tu cihê cenaze nebêjî, em ê xaniyê te xera bikin" lê hatiye xwarin û bêbextî lê hatine kirin. Akboga diyar kir ku paşê xaniyê wî hatiye xerakirin û got ku ji ber vê derûniya ferdên malbatê xera bûye. 
 
Akboga destnîşan kir ku ev qas wext derbas bûye lê hê jî mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin û tevî malbata xwe ya 5 kesî di konteynereke du odeyî de dimîne û got: "8-9 meh derbas bûne lê ne kesek geriya ne jî pirsa me kir. Hevjîna min di vê konteynerê de zarok anî dinê. Em diçin serşo û daşirên cîranan. Ger ew jî destûrê nedin em ê nikaribin serê xwe jî bişon. Hindik ma zivistan bê, lê em nizanin dê çi bikin." 
 
Akboga destnîşan kir ku ew gilîdarê kesên ku îxbara wan kiriye û ev tişt anî ziman: "Ez gilîdarê leşkera me ku hatin vir. Ez zilma wan ji bîr nakim. Ez doza xaniyê xwe dikim." 
 
Mulkiye Akboga (27) ku gava xaniyê wan hat xerakirin ducanî bû, anî ziman ku tiştên di dema avêtina ser malê de ji bîr nake û got: "Li her derê geriyan, lê tiştek nedîtin. Fermandar paşê got ku dê vê malê xera bikin. Em niha di konteynerê de dimînin. Jiyana li vir pir zehmet e. Ne cihekî mayinê ne jî serşokek heye. Odeyek tenê heye. 3 mînder hene. Em 5 kes li ser 3 mînderan rûdinên." Akbogayê bilêv kir ku derûniya zarokên wê xirab bûye û got: "Em giliyê hemû kesên wê rojê hatin vir dikin. Bila heqê me bidin. Êvarê ceryan tune ye, em ê li vir çawa germ bibin?"
 
ZIVISTAN TÊ...
 
Azîze Akboga (75), dayika Mahsûm Akboga anî ziman ku ji ber nexweşîna şekir nigekî wê çûye û bertek nîşanî xerakirina xanî da. Dayik Akbogayê nerazîbûna xwe bi vî rengî anî ziman: "Ez li cem kurê xwe dimam. Leşker şeveqê zû hatin û xaniyê me bi ser serê me de xera kirin. Niha em di mercên nebaş de ne. Ez li mala kurê xwe yê din im. Lê ev xanî jî zirar ji erdhejê girtiye. Bila xaniyê me çêbikin. Bila Mahsûm û malbata wî perîşan nebin. Zivistan hat, em ê biçin ku?"
 
PARÊZER ŞIK: SERLÊDAN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN
 
Parêzerê malbatê Mehmet Şik jî anî ziman ku lêpirsîna ji bo rûxandina xanî di sala 2019'an de dest pê kiriye, lê belê ji ber biryara veşarî ya li ser dosyayê nizanin bê biryar li gor kîjan delîlê hatiye girtin. Şik, destnîşan kir ku gava delîleke şênber hebe biryareke wiha tê dayîn û wiha pê de çû: "Lê hûn radibin bi awayekî serobero xaniyê mirovan vala dikin û paşê xera dikin. Muwekîlê min Akboga, çendî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çinarê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibe kirin jî, lê ji ber nebûna delîlan hat berdan. Tevî hemû serlêdanên me jî ji bo wan cihê hêwirandinê nehat dabînkirin. Dewlet ew bi destê xwe avêtin derve, lê perîşaniya ku ew tê de ne hê jî didome. Di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Em hê jî nizanin ku bê xanî bi kîjan delîlê xera kirine." 
 
Parêzer Şik ragihand ku ji bo zirara malbatê bê dayîn, ji bo tazmînateke 5 milyon TL'yî serî li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dane. 
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş

Sernavên din

18/04/2024
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin