Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe

  • rojane
  • 15:57 11 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civînên gel ên li Îdir û Agiriyê beriya “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve bê lidarxistin pêk hatin de tecrîda Îmraliyê hate axaftin. Di civînan de peyama “Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe” hate dayîn û banga tevlibûna meşê hate kirin. 
 
Beriya “Meşa Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlikê ve bê lidarxistin li navçeya Bazîd a Agiriyê û Îdirê civînên gel hatin kirin. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (HEDEP) ê Agiriyê Sirri Sakik, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî beşdarî civîna li eywaneke dawetê ya li navçeya Bazîdê hate lidarxistin bûn. Li eywanê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin. Bernameya civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. 
 
Hevseroka MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û mudaxileya li ser cenazeyên endamên HPG’ê. 
 
‘AŞTÎ ENCAX BI OCALAN RE PÊKAN E’ 
 
Kaya, anî ziman ku li dijî polîtîkayên qirêj ên dewletê dikarin bi têkoşîna mîna ya Dayikên Aştiyê encamê bigirin û wiha got: “Dewlet bi awayekî dijminane li dijî cenazeyan û malbatên şehîdan tev digerin û destûr nadin ku wecîbeyên xwe yên olî jî pêk bînin. Divê em xwedî li cenazeyên xwe û birêz Ocalan ê di bin tecrîdê de ye derkevin. Ji ber ku em gelek deyndarê wan in. Birêz Ocalan bi salan e di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û ev tecrîd êdî li hemû qadên jiyanê belav bûye. Em roja 18’ê mijdarê hemû malbatên xwe vedixwînin meşa Gemlîkê. Heke aştiyek were avakirin dê ev di kesayeta Ocalan de be. Em hemû dê bi awayekî xurt tev li meşê bibin û bi yek dengî daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bikin.”
 
‘EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN DENG DERXÎNIN’  
 
Hevserokê TUHAYDER’a Wanê Çetîn Ûyar jî anî ziman ku weke gel bi dayîna bedelên giran hatine van rojan û herkes vexwend meşa ku dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin. Ûyar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrîdeke ku di kesayeta Ocalan de belavî her qada jiyanê hatiye kirin heye. Gelê kurd bi salan eli dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe didomîne û wê bidomîne jî. Gelê kurd li dijî tu polîtîkayan teslîm nebû û serî netewand. Em ê di 18’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan deng derxînin. Bi mehan e hêj pê re hevdîtin nehatiye kirin. Em êdî daxwaza hevdîtinê nakin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê em ê li malên xwe nerûnin. Em hemû tevli meşa Gemlikê bibin. Bila dengê gelê kurd olan bide.”
 
‘DAXWAZA ME YA AŞTIYÊ DÊ TECRÎDÊ RAKE’  
 
Dayika Aştiyê Aynûr Karatay a pişt re axivî jî girîngiya aştiyê destnîşan kir û wiha got: “Em ê bi parastina aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Dê tecrîdê daxwaza me ya aştiyê rake.”
 
Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan jî wiha got: “Ocalan bi salan e di bin tecrîdê de ye û destûra hevdîtinê nadin. Ji bo ku Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ê di 18’ê mijdarê de li dijî tecrîda mezin meşekê li dar bixin. Ji bo ku em tecrîdê bişikînin û azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin divê herkes tev li meşê bibe.”
 
‘HEKE EM BI MILYONAN BIMEŞIN DÊ TECRÎD RABE’ 
 
Gelek kes tev li civîna ku li eywaneke dawetê ya Îdirê hate lidarxistin jî bûn. Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a piştî rêzgirtinê axivî wiha got: “Li ser birêz Ocalan û girtiyên me tecrîdeke giran heye. Divê em xwedî li evqas nirxên hatine afirandin derkevin û li pişt wan bimeşin. Rêberê gelekê 32 meh in ne bi parêzer ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê dive gelê kurd berxwedaneke xurt bide meşandin. Em bawer dikin ku gelê me yê Serhedê tişta dikeve ser milê wan dê bike. Heke em bi milyonan bimeşin em ê bikarin tecrîdê û zexta li ser gelê xwe rakin. Ji ber vê yekê divê di 18’ê mijdarê de hemû gelê me bi ruhê seferberiyê li qadan be.”
 
 
 
 

Sernavên din

21/04/2024
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin