Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in

  • rojane
  • 09:00 8 Kanûn 2023
  • |
img

STENBOL - Parêzera endama OHD’ê Berîvan Bekçî anî ziman ku daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê ya “Ji Ocalan re aşitî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji daxwazên gel dûr nîn in û destnîşan kir ku divê civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê li çalakiyê xwedî derbikevin.  

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ev 33 meh in tu agahî nayên girtin. Grevên birçîbûnê yên demkî û dorveger ên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê mijdarê de hatine destpêkirin, di roja 12’emîn de berdewam dikin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Berîvan Bekçî derbarê tecrîda li Îmraliyê û daxwazên girtiyan ji ajansa me re axivî. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Berîvan Bekçî
 
‘DÊ JI BO DAXWAZAN PÊVAJOYEK WERE MEŞANDIN’
 
Parêzer Bekçî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehan û civakê bûye û diyar kir ku tecrîd di peymanên neteweyî û navneteweyî de jî nîn in û got: “Birêz Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axaftineke kurt kir û ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayên girtin. Derbarê tendurstî û rewşa wî de tu agahî tune ne. Herî dawî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serdanek kir. Lê belê têkildarî serdanê tu agahi bi rayagiştî re nehat parvekirin. Anku bi gelê, derbarê tenduristî û rewşê de ketiye gumanan re tu agahiyan parve nakin.”
 
Bekçî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên têkildarî mijarê girtiyan dane destpêkirin û wiha axivî: “Ev grevên birçîbûnê ji bona serdanek ji girtîgeha Îmraliyê re were kirin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo ku ev daxwaz werin pêkanin, dê pêvajoyek were meşandin. Niha heya 15’ê sibatê demek hatiye diyarkirin.”
 
DÊ PÊVAJO GIRANTIR BIBE
 
Bekçî da zanîn ku di pêvajoya grevên birçîbûnê de hin pirsgirêkên ku dikarin rû bidin hene û derbarê van pirsgirêkan de ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyên grevên birçîbûnê de, di dema sewqên girtîgehan tên kirin de dê pirsgirêk werin jiyîn. Ji hêla me ve girtîgeh hêj nekarîne dermaneke hêsan peyda bikin, em ne li bendê ne ku girtîgeh ji bo girtiyan ketine grevên birçîbûnê vîtamîn û dermanên pêwîst temin bikin. Em pê qaneh in ku dê ev şert û mercên heyî, bi grevên birçîbûnê re girantir bibin. Mixabin dê bi awayeke cudatir nêz nebin û her ku diçe dê şert û mercên tundiyê derkevin holê. Em li bendê ne ku îşkence, binpêkirinên mafan û cezayên disîplînê rû bidin.”
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN 
 
Bekçî da zanîn ku ji ber ew neçûne serdana temamiya girtîgehên li Herêma Marmarayê û bi lêv kir ku ji ber vê jî ew derbarê hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê de, xwedî agahî nîn in. Bekçî derbarê hevdîtina bi girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin de axivî û got: “Pêvajoyek ji bo rakirina tecrîda giran û pêkanîna azadiyê hatiye destpêkirin. Daxwazeke din a wan heye; ew jî di rayagiştî de dengvedana çalakiya wan e. Ankû dengek an jî bersivekê bibîne. Ew dibêjin ‘Em li vir ketin pêvajoyeke grevên birçîbûnê. Daxwazeke me heye.’ Lê belê ev daxwaz ji daxwazên gel cudatir nîn e. Ji ber ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi demokratîk ev grev dest pê kir. Ji ber vê dixwazin bi daxuyaniyên çapemeniyê û serlêdanan ji nobeta wan re piştgirî were dayîn.”
 
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
 
Bekçî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di serî de bang li saziyên sivîl û hiqûqê dikin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derbikevin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku di vê pavajoyê de erk û berpirsyariyên xwe bîne cih û ji bo tecrîda li Îmraliyê rake, hin gavan biavêje. Herwiha em weke OHD'ê destnîşan dikin ku em ê bibin şopdarên pêvajoyê.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

15/05/2024
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn