Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan

  • rojane
  • 09:08 10 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka Herêma Yekemîn a MATUHAY-DER'ê Sebat Karul ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 86 rojan  di greva birçîbûnê de ma, wiha got: "Divê em bi berxwedaneke topyekûn biqîrin û bibêjin ku em li cem girtiyan e û bi têkoşîna wan re ne." 
 
Kampanyaya navneteweyî ya ku di 10'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest pê kir, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkê, didome. Ji ber ku xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin, di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Hevberdevka Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ya Herêma Yekem Sebat Karul ku wê demê tev li greva birçîbûnê bûbû, greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan dest pê kir û daxwazên girtiyan nirxand. 
 
Hevberdevka Herêma Yekemîn a MATUHAY-DER'ê Sebat Karul
 
86 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBNÊ DE MA
 
Karûl ku wê demê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de bû û 86 rojan di greva birçîbûnê de mabû, diyar kir ku di sala 2017'an de li navçeya Sancaktepeyê di dema xebatên hilbijartinê de bi 16 kesan re hatiye binçavkirin. Karul ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û sal û nîvek cezayê lê hat birîn, bi bîr xist ku di 1'ê adara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kiriye û piştî ku Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran peyam şandiye dawî li çalakiya xwe anîne. 
 
‘DENGÊ JI DERVE DIBE MORAL'
 
Karûl, bal kişand ser girîngiya manewî ya di grevên birçîbûnê de û got ku li ser vî esasî dengê ji derve tê ji bo girtiyan gelekî girîng e. Karûl, bal kişand ser helwesta li girtîgehan ya li hemberî girtiyan di greva birçîbûnê de bû û got ku girtîgehên Tirkiyeyê der barê grevên birçîbûnê de "di polê de mane." Karul, axaftina xwe wiha domand: “Di qonaxên ewil ên greva birçîbûnê de şekir û lîmon qet nehat dayîn û dema ku me xwest em wan bi derfetên xwe bikirin jî, digotin li kantînê tune ne. Dîsa di warê tenduristiyê de jî li gorî rêziknameyên xwe, tenduristî nehat kontrolkirin. Vîtamîna B12 nehat dayîn. Serê sibê dihatin, şekirê xwînê dipîvandin û diçûn. Bi mirinê re rû bi rû dihiştin. Kesê ku bedena xwe didin ber birçîbûn, bawerî û hêviyan mezin be, sistbûna fonksiyonên laş zêde bandorê li wan nake. Ji ber ku hûn ji bo armancekê tevdigerin. Di vî warî de gava ji derve dengekî biçûk jî vê, ev dxwedî wateyeke mezin e. Hêz û piştgiriya rêxistinên sivîl, rêxistinên mafên mirovan û malbatan ji bo van çalakiyan dibe hêz û bandoreke pozîtîf li girtiyan dike. Dengê derve ji bo hundir dibe moral, motîvasyon û hêvî." 
 
‘TECRÎD DÊ BI TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN BIŞIKÊ'
 
Karûl, diyar kir ku li 104 girtîgehên Tirkiyeyê û li herêma Marmarayê jî li 12 girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "Li girtîgehê alternatîfek din nîn e. Ger hûn ji tiştekî bawer bikin, çalakiya herî mezin a ku hûn dikarin bikin, birçîkirina bedena xwe ye. Li girtîgehên ku xwegihandina tenduristî, perwerde û xwarinê pir kêm e, lidarxistina çalakiyeke wiha pir watedar e. Pêdivî ye ku ev yek were zanîn. Her ku hest û bawerî mezin dibin, xemên ferdî piçûktir dibin. Ji bo ev hest û bawerî zêde bibin, li girtîgehan pêngaveke bi vî rengî hat destpêkirin. Şikandina tecrîdê tenê bi têkoşîneke topyekûn pêkan e."
 
‘VÎNA GELÊ KURD DI BIN TECRÎDÊ DE YE'
 
Karul, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan rewa ye û got ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Karul, bi bîr xist ku 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê binpêkirina mafan e, di heman demê de girêdayî meseleya kurd e jî. Karul, destnîşan kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî rêber dibîne. Karul, anî ziman ku ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin vîna gelê kurd e û got: Têkoşîna ku gelê kurd bi salan e dide, dixwazin di şexsê birêz Ocalan de li Îmraliyê bê tepisandin. Gelê kurd bi vî rengî li vê bûyerê dinêre."
 
Karul, diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bûne û got ku hemû civak di bin tecrîdê de ye.
 
PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
 
Karul,  da zanîn ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan ji hemû cîhanê re alternatîfekê pêşkêş dike û got ku fikra "Rêya Sêyemîn" hemû beşên cîhanê yên bindest li dor xwe civandiye. Karul, diyar kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan têdikoşe.
 
BANGAWAZÎ
 
Karul, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li raya giştî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên mafan kir ku bibin dengê vê çalakiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li welatekî wisa dijîn ku her kes wekî sûcdarekî potansiyel tê dîtin. Divê em bi berxwedaneke topyekûn biqîrin û bibêjin ku em li cem girtiyan e û bi têkoşîna wan re ne." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

18/05/2024
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan
08:47 Tuncel: Divê em têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin
16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'