‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’

  • rojane
  • 09:00 14 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş ku têkildarî bêtehemûliya li dijî zimanê kurdî axivî, diyar kir ku sed sal in ev polîtîkayên bişavtinê tên meşandin û got: “Armanc tunekirina nasnameyekê, neteweyekê ye.”
 
Zimanê kurdî bi giştî zimanê zêdetirî 50 milyon kurdan e, bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ye. Di sedsala 21’emîn de hêj jî heman polîtîka tên meşandin û tabelayên bi kurdî tên rakirin, di nava saziyên dewletê de nayê bikaranîn û di parlementoya Tirkiyeyê de weke “zimanê nediyar” tê pênasekirin. Li dijî vê yekê sazî û dezgehên kurdî bi xebat û sekna xwe li ber xwe didin, rê nadin ku zimanê kurdî winda bibe. 
 
Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaşê bertek nîşanî bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî tê kirin da.
 
Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş
 
‘ARMANC TUNEKIRINA NETEWEYEKÊ YE’
 
Karakaşê anî ziman ku zimanê kurdî ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha tê înkarkirin û bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû dimîne. Karakaşê diyar kir ku înkarkirina zimanekî înkarkirina gel, çand û dîrokekê ye. Karakaşê da zanîn ku ne tenê zimanek tê înkarkirin, di heman demê de nasnameya gelekî jî tê înkarkirin û wiha got: “Ev tiştên tên kirin ne tiştekî nû ye, lewre tabela rakirin jî ne tiştekî nû ye. Bi hatina qeyûman û KHK’yan gelek saziyên kurdî jî hatin girtin. Navên kuçe û kolanan hatin guhertin, tabelayên dikandaran hatin daxistin û gelê kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dijîn nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Gava zimanê xwe diaxivin û stranan dibêjin bi êrîşan re rû bi rû dimîn, tên kuştin. Lewma mesele ne tenê tabela daxistin an jî guhertina navên gund û bajaran nîne, armanca wan tunekirina hişmendiyekê û nasnameyekê ye. Aramanca wan tunekirina netewekê ye.”
 
‘GEL JÎ BERTEK NÎŞAN DIDE’
 
Karakaşê diyar kir ku çiqas êriş li ser zimanê kurdî hebin jî, bi qasî van êrişan tekoşînek jî heye. Karakaşê bi lêv kir ku gelek saziyên me hene ku li ser kurdî dixebitin û tekoşîn didin. Karakaşê anî ziman ku ev kiryarên li dijî kurdî rastî bertekên gel jî tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzîkbûna li dijî kurdî tiştekî bê qebûlkirin nîne, lewma gel jî bertek nîşan dide. Kurd hene, kurdî heye û mafê zarokên kurdan ê bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin heye. Ev mafekî bingehîn ê mirovahiyê ye û tu kes nikare vê yekê înkar bike. Bi qasî ji destê me tê, heta zêdetir em ê li dijî van kiryaran tekoşînê bikin. Em nahêlin zimanê me tune bibe û wê dê li dijî bişaftinê jî her tim tekoşîna me hebe.”
 
‘BI ZAROKÊN XWE RE KURDÎ BIAXIVIN’
 
Karakaşê banga xwedîderketina li zimanê kurdî kir û anî ziman ku divê gelê kurd jî li kuçe û kolanan, di malên xwe de bi zimanê xwe biaxive. Karakaşê diyar kir ku divê danûstandin jî bi kurdî bê kirin û bi bîr xist ku heke wisa neyê kirin dê tabela jî bên daxistin, navên gund û kuçeyan jî bên guherandin. Karakaş anî ziman ku divê li dijî van kiryaran kurd bi zimanê xwe bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li parlementoyê jî zimanê kurdî tê înkarkirin û weke zimaneke nediyar tê nîşandan. Gava em lê dinêrin li nav sînorên Tirkiyeyê, li herêma Kurdistanê zêdetirî 20 milyon kurd dijîn. Heke zimanê kurdî neyê naskirin, tê vê wateyê ku 20 milyon kurd jî nayê naskirin. Banga me ji gelê me ew e ku bila her malekê weke dibistanekê bi kar bînin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Daxwaza me yên weke saziyên ziman jî, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Bi vî awayî ji bişaftinê jî xelas dibe.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

18/12/2023
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne