ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî

  • rojane
  • 15:06 16 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Xizmên Windakiriyan aqûbeta Mahmût Onerari, Îsmaîl Bahçecî, Îsa Soysal, Îbrahîm Demîr û Agîk Akîpa yên di navbera salên 1988-1996’an de hatin windakirin û qetilkirin pirsî. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Şirnex û Îzmîrê û Xizmên Windakiriyan her hefteyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên  darizandin” çalakiyê li dar dixin. ÎHD û Xizmên Windakiriyan di çalakiyên vê hefteyê de diyar kirin ku dê ji bo cezakirina faîlan û dîtina windakiriyan têkoşîna xwe bidomînin. 
 
AMED
 
Parastvanên mafên mirovan û Xizmên Windakiriyan di hefteya 775’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin gel hev. Rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Xizmên Windakiriyan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar û di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. 
 
Di çalakiyê de ji ewil endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî û êrişê li dijî Şêx Seîd û rewşenbîrên kurd bi bîr xist. Guven, bertek nîşan da û got ku Şêx Seîd û pêşengên din serfiraziya gelê kurd in. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Onerari hate pirsîn ku di 8’ê kanûna 1996’an de li Liceyê ji hêla polîsan ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin. Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya Onerari xwend. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Êlihê jî di hefteya 611’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Her wiha wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate vegotin ku di 24’ê kanûna sala 1994’an de li Aksaray a Stenbolê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Serpêhatiya Bahçecî ji hêla Rêveerê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Şirnexê jî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li Parka Engelsîz Yaşam a navçeya Silopiyayê hatin cem hev. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Şirnexê Esîn Yilmaz daxuyanî xwend. 
 
Yilmaz, serpêhatiya Îsa Soysal vegot ku di sala 1988’an de li mezraya gundê Bozalan ê navçeya Silopiyayê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bê darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ku li gundê Çukurlu yê navçeya Hezex a Şirnexê hatibûn binçavkirin û piştre hatin qetilkirin hate pirsîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş û ya tirkî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Bahadir Altan ve hate xwendin. 
 
Gumuş wiha got: “Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akipa(39) li gundê Çukurlu yê Hezex a Şirnexê diman. Agît Akîpa keyayê gund bû. Ji bo bibin cerdevan zextên giran li gundiyan dihat kirin. Ketin û derketina gund di bin kontrola leşkeran de bû. Dibistana gund veguherandin qereqolê, malên hin gundiyan hatin desteserkirin û leşker li wir bi cih bûn. 
 
Îbrahîm Demîr û Agît Akipa ji bo leşker dibistan û xaniyan vala bikin, ewil serî li qeymeqamtiyê û piştre jî serî li Wezareta Karên Hundir dan. Piştî serlêdanê zexta li ser wan hîn zêdetir bû. Di 12'ê kanûna 1991'an de Îbrahîm Demîr û Agît Akipa bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji qirkirina siyasî ya li Hezexê vegeriyan malê. Traktor li ser rê ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin. Îbrahîm Demîr û Agît Akipa li gundê Agaçli yê Fermandariya Tabûra Dargeçît Anitli ji aliyê Fermandarê Tîmên Piyade û leşkerên wî ve hatin binçavkirin. Ji malbatên ku çûn qereqola cendirmeyan jî Fermandarê Qereqolê got, ‘Me qet nedîtiye.’ Leşkerek bi dizî şîret li malbatan kir ku ‘herin şikeftan.’ Malbatan bi gundiyan re li qada ku leşkeran îşaret pê kiribûn bost bi bost lêgerîn kirin. Di 13'ê kanûna 1991'an de di şikefteke ku ketina wê bi keviran hatibû girtin de cenazeyên windayan ên îşkencekirî hatin dîtin. Di lêpirsîna der barê bûyerê de hatibû destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der barê Fermandarê Tîmên Piyade Temûlê Yekem û tayfe û efserên eleqedar ên li gundê Agaçliyê de bi sûcê ‘kuştinê’ gumanbar hatin kirin. Li ser vê yekê di 18'ê Kanûna 1991'an de ji bo destûra vekirina lêpirsînê ji qeymeqamtiya Dargeçîtê re dosya şand. 
 
Lijneya Îdareyê ya navçeya Dargeçîtê di 20’ê gulana 1992’yan de biryara ‘qedexekirina darazê’ da. Malbatan di sala 2011’an de bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê dan. Serdozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo bi destxistina dosyeyê serî li saziyên pêwendîdar da. Lê hemû saziyan ragihandin ku di arşîvên xwe de tu dosya, agahî û belge nedîtine. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der barê Qeymeqamtiya Dargeçîtê yên ku dosya winda kiribûn de bi îdiaya ‘îstîsmarkirina peywirê’ lêpirsîn da destpêkirin lê ji lêpirsînan tu encam bi dest neket. Di dawiyê de, dosya bi hinceta qanûnên sînorkirinê hate girtin.” 

Sernavên din

23/05/2024
16:38 Zarokê 17 salî yê di çarçoveya MESEM’ê de dihat xebitandin mir
16:25 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:20 Li Enqereyê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:13 Di doza îşkenceyê de 14 sal û nîv ceza ji polîsan re hat xwestin
16:07 Li Bîstanê Bajêr ê Denîz Poyraz şitil hatin danîn
15:58 Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
15:56 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:05 Rûsyayê çolterên Laziqiye û Idlibê bombebaran kir
14:59 Şandeya Rêveberiya Xweser çû serdan Swêdê
14:04 Dê li Amedê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin
13:45 Di doza Aktar de dê mutalaa bê amadekirin
13:26 Ji Zelandaya Nû ji bo Dayikên Şemiyê ji Erdogan re name şandin
13:16 Parêzerê ji ber îfadeyên îtîrafkar dihat darizandin beraet kir
13:05 Li Mêrdînê zarokek a 16 salî rastî destdirêjiyê hat
12:38 Kekê girtiyê jiyana xwe ji dest dayî: Destûr nedan em birayê xwe bibînin
12:29 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek jiyana xwe ji dest da
12:21 Dê di 25’ê gulanê de li Erdîşê mitînga ziman bê lidarxistin
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan ji bo raporê sewqî nexweşxaneyê kirin
12:06 Deklarasyona jinan a têkildarî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12:06 Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin!
11:50 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara ‘pergala rêhesin a sivik’
11:36 Koçyîgît: Bi rêziknameya ş er dixwazin kurdan bikin hedef
11:22 Hejmara nû ya Demokratîk Modernîteyê derket
11:11 Piştî 30 salên girtî li Amedê hate pêşwazîkirin
11:06 Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin