Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e

AMED - Fahriye Çukur ku keça wê Rozerîn a 16 salî di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hate qetilkirin, diyar kir ku kenê keça wê tu carî ji bîra wê naçe û wiha got: “Bi qasî ku sax bim dê her tim mafdariya keça xwe biparêzim û dev ji doza wê bernedim.” 
 
Di navbera 2015-2016’an de li Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û bi ser re demekî dirêj derbas bû. Lê hêj jî bûyerên di wê pêvajoyê de qewimîn di bîra xelkê bajar de mîna roja ewil in. Dema qala qedexeya derketina derve ya li Sûrê tê kirin, yek ji kesa ji ewil tê bîra her kesî jî Rozerîn Çukur e. Çukur, hêj 16 salî bû ku di 8’ê çileya 2016’an de ji hêla segvanan ve hate qetilkirin. Ji ber ku cenazeyê Çukur nehat dayîn, gora ji bo cenazeyî hatibû kolandin 4 mehan vala ma. 
 
Ji bo darizandina faîlên Çukur serlêdana sûc hate kirin lê ev serlêdan bi biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hate girtin. Serlêdana ji bo dadgeha jor hatiye kirin jî hate redkirin. Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku piştgiriya hiqûqî dide malbata Çukur, bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” di 18’ê mijdara 2020’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AM) da. AYM’ê jî ji ber serlêdanê, têkildarî “binpêkirina mafê jiyanê” ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. 
 
Wezaretê, di 12’ê kanûna 2022’yan de nêrîna xwe parve kir û îdia kir ku Rozerîn Çukur “endama rêxistinê ye.” Bi ser re demekî dirêj derbas bû lê hêj jî AYM’ê biryara dawî nedaye.  
 
'KENÊ WÊ JI BÎRA MIN NAÇE’
 
Dayika Çukur, Fahriye Çukur diyar kir ku bi ser qetilkirina keça wê re 8 sal derbas bûne lê hêj jî êşa wan mîna roja ewil e. Bi domdarî Çukur got ku keça wê tevî xeyalên xwe yên zaroktiyê hatiye qetilkirin. Dayik Çukur, da zanîn ku keça wê ji kişandina wêneyan gelek hez dikir û wiha pê de çû: “Ji kişandina wêneyên xwezayê pir hez dikir. Ji ber vê hezkirina wê, min ew li qursa wênekêşiyê qeyd kir. Ji xwendinê gelek hez dikir.” 
 
Bi domdarî Çukur got “kenê wê ji bîra min naçe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek xeyalên keça min hebû ku sûdekî bigihîne civakê. Min dil nedida ku karekî bi wê bidim kirin. Dixwest bixwîne û bibe parêzer. Lê piştre got; ‘Heke bibim parêzer ez ê beramberî pereyan mirovan biparêzim û weke ku mafdar bin nîşan bidim. Ez ji neheqiyê hez nakim. Dê bibim derûnnas. Dixwazim ji gelê xwe re bibim alîkar. Dixwazim mirûzê wan xweş bikim.’ Temenê wê biçûk bû lê mîna mirovên kamil diaxivî.” 
 
'GORA WÊ 4 MEHAN VALA MA’
 
Di berdewamê de Çukur bi lêv kir ku gora ji bo cenazeyê keça xwe kolandibûn 4 mehan vala ma û wiha derbirî. “Keça min di zivistanê de hate kuştin û li erdê berf hebû. Gora wê hate kolandin û ji ber ku cenaze li holê xuya nedikir, gora wê me bi naylonê girt. 4 mehan wiha vala ma. Ji bo wergirtina cenazeyan me 20 rojan greva birçîbûnê li dar xist. Du cenaze li derve mabûn û me karî wan bigirin. Lewma me çalakî bi dawî kir. Ji meha nîsanê ve dest bi dayîna cenazeyan kirin. Me cenazeyê Rozerînê karî di mehên havînê de bigirin. Tenê hestî jê mabûn.” 
 
Çukur, got ku êşa wan kişandî nayê vegotin û wiha axivî: “Tenê yên dijîn dizanin. Em xelkê vê xakê ne. Zarokên me li kolanên lê ji dayik bûne, lê mezinbûna hatin kuştin. Ev zilm e. Cenazeyên zarokên me bi hefteyan li naverasta kolanan man. Hin cenaze bi salan nehatin dayîn. Hêj jî li Sûrê 7 cenaze hene. Li dijî gotinên wezareta karên hundir ên têkildarî keça min, ez ê her tim mafdariya keça xwe biparêzim. Di destê keça min de çek tune bû. Xwendekara pola dawî ya dibistana amadehî bû. Di destê wê de çente, lênûs û pênûs hebûn. Tiştekî din tune bû. Heta ku sax bim dê dev ji doza keça xwe bernedim. Ez ê hesaba keça xwe bipirsim.” 
 
PARÊZER ZEYTÛN: MAFÊ JIYANÊ YÊ 300 SIVÎLAN HATIN BINPÊKIRIN 
 
Parêzerê ÎHD’î Abdullah Zeytûn ku pêvajoya dozê dişopîne jî got ku biryarên neşopandinê encama nêrîna ewlehîperestiyê ye û ev tişt anî ziman: “Di dema qedexeya derketina kolanan de herî kêm mafê jiyanê yê 300 kesan hate binpêkirin. Lê têkildarî van kuştinan tu kirariyeke hiqûqî nehat kirin. Lewma ji bo hemû sivîlên li Sûr û deverên din hatin qetilkirin, îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate kirin. Polîtîkayeke hiqûqê ya ku van kuştinan rewa dike heye. Di doza herî dawî ya Helîn Hasret Şen de tevî dîmenên kamerayan û îfadeyên şahidan jî têkildarî endamên hêzên ewlekariyê de ji ber ‘bi teqezayî bûne sedema mirinê’ ceza dan. Gelo ma delîlek êdî çiqas eşkere û şênber dibe?” 
 
Zeytûn, daxuyand ku nikarin biryarên darazê yên li Tirkiyeyê ji polîtîkayên ewlehîperestiyê cuda bigirin dest û axaftina xwe wiha qedand: “Rastiya necezakirinê ya di mirina Rozerînê de jî encama nêzikatiya necezakirinê ye. Ji berê ve di mijara bicihanîna pîvanên hiqûqa navneteweyî û înfazkkirina biryarên binpêkirinê de tu pêşketin nînin. Berevajî vê, biryarên binpêkirinê yên li DMME’yê didomin û prosedûrên binpêkirinê yên Komîteya Wezîran a Ewropayê yên li dijî Tirkiyeyê hene. Bêguman krîza edaletê bi tena serê xwe ji hêla dadgeran ve nehatiye afirandin. Lê dikarin li cem edaletê cih bigirtina.” 
 
MA / Mehmet Guleş
 
 

Sernavên din

15/06/2024
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê