Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên şoreşger ku hatin qetilkirin li Parîsê hatin bîrbîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin.
 
3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyonê ya kurdistanê hatin bîranîn. Tevî gelê kurd, dostên kurdan ên fransî û hin hilbijartiyên fransî jî beşdarî bîranînê bûn.
 
'FRANSA BINGEHA KOMKUJIYA DUYEM AMADE KIR’
 
Di bîranînê de beşdaran ev peyam dan:
 
Berdevka Karên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat: "Di ser komkujiyê re tam 11 sal derbas bûn û em dizanin ku li pişt vê komkujiya siyasî MÎT heye. Lê belê ji ber xala nepeniya dewletê ya li ser dosyayê, edalet tê astengkirin. Eger ev belge ji dadgehê re bihatana şandin, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer wê niha di nav me de bûna. Îstîxbarata Tirk li ser xaka Fransayê bi rehetî digeriyan, di 23’yê Kanûna 2022’yan de komkujiyeke din kirin. Em ji Fransayê re dibêjin dev ji bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî berde."
 
'TÊKOŞÎNA ME JI BO KURDAN WÊ BIDOME'
 
Elie Jousseain (Nûnerê Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsa):"Piştî 9'ê Çileya 2013'an tam 11 sal şûnde xala nepenîtiyê ya di dosyayê de nehat rakirin. Tam 1 sal piştî vê 23'ê Kanûna 2022'an dozgeriya têkoşîna li dijî terorê nexistin dewrê. Lê tevî her tiştî lêgerîna me ya edaletê wê bidome.
 
Em bi zelalî dibêjin ku yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û yên ji ber vê sedemê birîndar dibin her tim cihê wan li vir heye. Çend hefte berê li Fransayê qanûnek li dijî koçberan hatibû derxistin. Heman hikûmetê serlêdana penaberiyê ya Evîn Goyî red kir. Heman hikûmeta ku li vir Kurdan neparast. Daxwaz û têkoşîna me ya di vê mijarê de wê bidome. Erê, ger hikûmetê 11 sal berê nepenîtiya dosyayê rakira, îro serê sibê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil di nav me de bûn.
 
Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo parastina Kurdan bidomînin. Ez we hemûyan vedixwînim pêşandana fîlmê ku vê êvarê li Herêma 10’emîn a Parîsê pêk tê. Em ê bênavber daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistana serbixwe bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo civakek li ser esasê wekheviya jin û mêr bidomînin."
 
'EM BI HÊZ DIBIN, EM NÊZÎ AZADIYÊ NE'
 
Li ser navê TJK-E û TJK-F Xanê Akdogan: "Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Dijminên Kurdan bi hezaran sal in zilm û xwînxwariya xwe berdewam dikin. Lê belê zilma wan me xurt dike û têkoşîna me berfireh dike. Her ku em bi hêz dibin em nêzî azadiyê dibin.
 
Fransa 11 sal in biryara nepenîtiyê ya li ser vê dosyayê ranekiriye û bi dewleta Tirk re hevkariya xwe didomîne. Lê divê ev jî bê zanîn ku gelê Kurd û jinên Kurd bi hezaran sal in têkoşîna xwe didomînin. Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û bi felsefeya wî roj bi roj nêzî azadiya xwe dibin.”
 
'DIVÊ TECRÎDA ÎMRALI BÊ RAKIRIN'
 
Berpirsê Navdewletî yê Partiya Komunîst a Fransa Vincent Boulet: "Tevî ku em niha bi xemgînî li vir in, ji feraseta edaletê hêrs û hestên me yên birûmet berdewam dikin. Em ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil edaletê dixwazin. Ji sala 2013'an û vir ve 6 milîtanên Kurd hatin qetilkirin. hîn jî edalet pêk nehatiye. Ev ji bo Fransayê cihê şermê ye. Em dixwazin tavilê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê bê rakirin. Fabien Roussel (Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê) daxwaza ji Serokkomar Macron re ragihand. Di lêgerîna edaletê de divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya girtiyên Kurd ên di zindanên Erdogan de ne mezin bikin û em banga rakirina tecrîda li Abdullah Ocalan dikin.
 
Em du standardên Yekîtiya Ewropayê şermezar dikin ku hin peymanên gazê ji edaletê tercîh dike. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku ji bo pêkanîna mafên mirovan û mafên demokratîk zextê li Tirkiyeyê bike.
 
Erdogan ê ku di NATO’yê de xwediyê duyemîn artêşa herî mezin e, di heman demê de xeteriyeke herêmê ye. Erdogan bêyî ku ti pîvan û pîvanên navneteweyî li ber çavan bigire êrîşên xwe yên hovane yên li ser gelê Kurd didomîne. YE bi bêdengiya xwe bêrûmet dike. Fransa ya ku hêza wê heye divê ji bo guhertinên siyasî gavan bavêje. Em daxwaza parastina gelê Kurd dikin.
 
Kurd tam sed sal in ji bo mafên xwe yên netewî yên ku ji aliyê dewletên mezin ve hatine paşguhkirin têdikoşin. Şer kirin û DAÎŞ’ê têk birin û niha terî çarenûsa xwe hatine kirin. Partiya Komunîst a Fransayê wekî di dîroka xwe de piştgirî dide têkoşîna gelê Kurd a ji bo edalet û mafên neteweyî û çandî."
 
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN, EM DEYNDARÊ PKK’Ê NE’
 
Renê Le Mignot MRAT (Tevgera Têkoşîna Li Dijî Nîjadperestî û Dostaniya Gelan): "Eger edalet pêk bihata, qetlîama din pêk nedihat. Ger PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bihata derxistin, ev cînayet nedihatin kirin. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku dev ji hevkariya xwe ya bi rejîma faşîst ê ku akademîsyen, xwendekar û rojnamevanan digire, berde. Her wiha di biryarên dadgehên navneteweyî yên Parîs û Brukselê de berî niha jî PKK hatibû ragihandin ku PKK ne rêxistineke terorîst e. PKK li dijî terorîstan û DAÎŞ’ê şer dike û em gelek deyndarê wan in. Heta ku edalet pêk were em ê li cem gelê Kurd bin."
 
Li ser navê Komeleya Franco-Kurdistan Sylvie Jan: "Ez dixwazim du tiştan bînim ziman. Ya yekem ji van ew e ku em her ku bêtir kom bibin, hevkariya hikûmeta Fransa zehmetir dibe. Ya din domdariya demdirêj e. Ger dixwazin bi vê yekê bi demê re belav bikin me biwestînin, ew xelet in. Ji ber ku em ê têkoşîna xwe bêwestan bidomînin.
 
Di lîsteya rêxistinên terorê de hiştina PKK'ê ji bilî hewldana krîmînalîzekirina Kurdan ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ne tenê têkoşîna Kurdan e, ji bo pêkanîna edalet û aştiya navneteweyî jî girîng e. Heta ev herêm di bin bombeyan de be, em û hemû cîhan dê di bin xeteriyê de bin."

Sernavên din

18/06/2024
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome