Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye

  • rojane
  • 09:12 10 Çile 2024
  • |

AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in xeber jê nayê girtin, diyar kir ku rûyê xizmên xwe ji bîr kirine û ji bo hestiyariyê bang kir. 

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 2 sal û 9 meh û 15 roj in tu agahî nayê girtin. Hevdîtinên parêzer û malbatan bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin, lê sedema cezayan bi hinceta "dê di çapemeniyê de bên belavkirin" teblîxî parêzeran nayên kirin. 
 
Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê di sala 2015'an de sewqî Girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan da û ji bo hestiyariyê bang kir. 
 
‘JI DENGÊ AŞTIYÊ DITIRSIN'
 
Aslanê anî ziman ku xebernegirtina ji Îmraliyê ji ber pêkanînên bêhiqûqîtî û bêedaletiyê yên li Tirkiyeyê ye û got ku ya tê kirin dê bi kêrî Tirkiyeyê neyê û dê bibe sedema rûxandinên pergalî. Aslanê bilêv kir ku dê Tirkiye bi van bêhiqûqîtiyan tiştekî bi ser tiştekî nexe û got: “Ji ber ku dê dengê aştiyê ji qir bê, hevdîtinan asteng dikin. Ji ber ku aştî dê bi kirî hin hêz, hin mirov û hin kesên desthilatê neyê. Lê ev bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê dibe sedema qeyrana aborî û kûrkirina dijminatiya di navbera mirovan de. Êdî bi navê hezkirinê bi mirovan re tiştek nemaye. Ev ji ber bêedaletiyê ye." 
 
‘ME RÛYÊ GIRTIYÊN XWE JI BÎR KIRIYE'
 
Aslanê cezayên disîplînê yên tên birîn wekî "bahane"yê şîrove kir û pirsî ku kesekî girtî dê çi qasî karibe "bêdîsîplîniyê" bike. Aslanê anî ziman ku girtî ne li qadeke wiha ne ku bêdîsîplîniyê bikin û wiha pê de çû: “Ji ber van cezayan me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye. Ger ew nekevin xewnên me, em ê dengê wan, sûretê wan ji bîr bikin. Em hatine wê astê. Em bi tu awayî nikarin hezkirina xwe, êşên xwe bi hev re parve bikin." 
 
‘EM JI BER ERDHEJÊ BI FIKAR IN'
 
Aslanê erdhejên li Gemlîkê çêbûn jî bi bîr xist û got ku piştî erdhejê wan yekser telefonî parêzeran kiriye û hewl dane agahiyekê wergirin. Aslanê wiha domand: “Em bi fikar in. Li Tirkiyeyê îhtimal e erdhejên mezin çêbibin. Divê ev kes teqez ji wê girtîgehê derkevin. Di navbera Girtîgeha Îmraliyê û behrê de mesafeyek mezin nîn e. Di erdhejeke gengaz de dê xizmên me bi çarenûsa xwe re rû bi rû bên hiştin." 
 
Aslanê anî ziman ku li gel hemû hewldanan jî muxatabekî nabînin û got: "Gelo gava 8 sal, 9 sal, 24 salan tu xeberê ji xizmekî xwe negirin dê çi bikin?"
 
AZADIYA FIZÎKÎ
 
Aslanê da zanîn ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê divê her kes bi erka xwe rabe û wiha got: “Ev pirsgirêka mirovahiyê, pirsgirêka hemû cîhanê ye. Li ku derê zilm, neheqî, bêedaletî hebe divê welat û dewlet li dijî vê rabin. Îro li her derê şer heye. Ev hemû ji ber neheqî û bêdengiyê rû didin. Divê beriya her tiştî ev 4 girtî bi awayekî fizîkî azad bibin. Yên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in' û edalet û hiqûqê diparêzin divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Çima dema mijar tê ser kurdan, li Tirkiyeyê mafên mirovan esas nayên girtin? Gava mesele tê ser kurdan, çav û guhên her kesî girtî ne. Hemû kesên dibêjin em mirov in, çi bikeve ser milê wan divê bikın." 
 
MA/ Mujdat Can 
 

Sernavên din

14/01/2024
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye