Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin

  • rojane
  • 09:15 12 Çile 2024
  • |

AMED - Girtî di girtîgehan de û dayikên wan jî li derve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyan li dar dixin. Dayikan di çalakiyê de gotin: "Heke tecrîd rabe wê pirsgirêk bi dawî bibin. Em azadiyê dixwazin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji  pirsgirêka kurd re çareserî" de hatibû destpêkirin, di roja 47'an de ye. Çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi heman daxwazê hatibûn destpêkirin jî didomin. Çalakiya ku li Amedê ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin di roja 40'î de ye. Dayikên girtiyan ku her roj tên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê, têkildarî çalakiya xwe û daxwazên xwe axivîn. 
 
 
DAYIK 40 ROJ IN DI NOBEDÊ DE NE
 
Dayîka Ferhat Onkol ê di nava koma duyemîn a greva birçîbûnê de ye Firaset Ozbekê jî diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re armanc qirkirina kurdan e û got: "Zarokên me dibêjin 'Em azadiyê dixwazin. Heta azadî tune be em ne rihet in.' Dibêjin, 'Ev çend sal in ji Serokatî (Ocalan) xeber nayê girtin.' Ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî azadiyê dixwazin. Kezeba me dişewite." 
 
Firaset Ozbek
 
Dayik Ozbekê anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiyên girtiyan bi dawî nebin û got: "Em jî li pişt zarokên xwe ne. Ger tecrîd rabe dê ji ser her kesî rabe. Zarokên me jî wê dawî li greva birçîbûnê bînin. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk bi dawî bibin."
 
'EM DIXWAZIN SEROK BIBÎNIN'
 
Dayika Sedat Baygeldî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Antalyayê Şukran Baygeldiyê jî anî ziman ku kurê wê berê jî tevlî greva birçîbûnê bûye. Baygeldiyê diyar kir ku ew ji rewşa tenduristiyê ya kurê xwe bi fikar e û diyar kir ku kurê wê di hevdîtina dawî de jê re gotiye, "Eger dewlet heta 15'ê Sibatê ji bo Abdullah Ocalan tiştekî neke, dê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bi awayekî bêdem bidome." 
 
Şukran Baygeldi
 
Baygeldiyê ku got “Heta Serokatî azad nebe, doza me pûç e" wiha domand: “Em dixwazin Serokatî bibînin. Divê Serok bê berdan. Bila her kes mil bide milê hev du. Heta Abdullah Ocalan neyê berdan em li ber Îmraliyê rûnin."
 
AZADÎ
 
Dayika girtiyê bi navê Kemal Polat ê di koma duyemîn de ketiye greva birçîbûnê Hazal Polatê jî bilêv kir ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Dayik Polatê got: "Tecrîd bandoreke pir xirab li girtîgehan dike. Ew jî di nava tecrîdê de ne. Lê ji ber ku tu xeber ji Serokatî nayê girtin, her kes li pey wî ye û meraq dike. Girtî dibêjin 'Eger ew rihet be em jî rehet in.' Ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin dê li ser girtiyan jî bê rakirin."
 
Hazal Polat
 
Dayikê Polatê pêvajoya diyalogê ya di navbera 2013 û 2015'an de bi bîr xist û got ku bi destpêkirina muzakereyan dibe ku tiştekî baş çêbibe. Polatê anî ziman ku divê hemû beşên civakê ji bo vê têbikoşin û wiha got: “Heta Ocalan azad nebe dê grev bi dawî nebe, dê bidome. Em naxwazin careke din mirin çêbibe. Divê serokê me azad bibe da ku zarokên me jî pê re azad bibin."
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

18/06/2024
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome