Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan

STENBOL- Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê wê di salvegera Komploya 15'ê Sibatê de komployê li Strasboûrgê li ber avahiya CPT'yê û di 17'ê sibatê de jî li Kolnê bi meş û mîtîngekê şermezar bikin. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku protetsyên ku ew wekî destpêk dihesibînin heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe, wê bidomin.

 
Di salvegera 25'emîn komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, kurd û dostên wan di encama komploya hêzên cîhanê de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, kurd hê jî bihêrs in li hemberî komployê. Li dijî komploya ku wekî pêngava yekemîn a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin hatibû kirin, ji roja ewil ve li Kurdistan, Tirkiye û navendên cuda yên cîhanê çalakî û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Ev çalakî her diçe berfirehtir dibin.
 
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de, di salvegera derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê de, bi pêşengiya kesên li cîhanê naskirî, li qada navneteweyî kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. 
 
Kurdistanî û dostên wan ên ji bo azadiya Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, ji bo 15’ê Sibatê li bajarên Ewropayê xwe ji bo çalakiyên mezin amade dikin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, têkildarî kampanyaya ku wê di 15’ê Sibatê de bê lidarxistin agahî da.
 
SALEKE DÎROKÎ
 
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku 15'ê Sibatê ji aliyê gelê kurd ve wekî "Roja Reş" hatiye pênasekirin û got ku kurd û dostên wan wê bi çalakiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk bînin komployê şermezar bikin. Zumrutê got: “Ev sal ji bo me dîrokî ye. Di saleke dîrokî de divê pêngavên dîrokî hebin. Kes nizane 3 sal in li Girava Îmraliyê çi diqewime. Ji ber vê yekê dê çalakiyên li gor pêngava 10'ê Cotmehê bên lidarxistin." 
 
BERXWEDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
Zubeyde Zumrutê anî ziman ku kûrkirina tecrîda li Îmraliyê bêyî hinceteke hiqûqî nêzîkatiyeke îdeolojîk e û got: “Desthilata AKP'ê di pergala îşkenceya Îmraliyê de îdeolojiya xwe derdixe holê û bi salan e vê yekê didomîne. Em gelê kurd vê yekê qebûl nakin. Bi salan e em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Vê berxwedana bênavber, biryarên komployê ymn hêzên navneteweyî ku 25 sal berê girtibûn, pûç kir. Gelê kurd û dostên wan ji 10’ê Cotmehê û vir ve li Ewropa û cîhanê xeta berxwedanê ya cîhanî ava dikin. Ev xeta berxwedanê, xeta azadiya Abdullah Ocalan e. Ger em nikaribin vê xeta berxwedanê li hemû cîhanê ava bikin, em ê nikaribin tecrîda li Îmraliyê jî bişkînin. Ya ku niha tê kirin ew e ku bi polîtîkayên tecrîdê gelê kurd bê nefes bê hiştin. Em ji bo nefesê bistînin, dixwazin rojek berî rojekê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin." 
 
Zumrutê diyar kir ku Îmralî bûye cihê îşkenceya ku her diçe girantir dibe û ev yek fikarên wan zêdetir dike û bêdengiya saziyên navneteweyî û bi taybetî ya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê, rexne kir.
 
DÊ BI SEDHEZARAN KES LI QADAN BIN
 
Zumrutê bal kişand ku kampanyaya ku wan ji bo bidawîkirina vê rewşê daye destpêkirin, armanca wê ya teqez azadiya Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku wan starta protestoyên 15'ê Sibatê bi kampanyaya 10’ê Cotmehê daye destpêkirin. 
 
Zumrutê da zanîn ku ew ê bi berpirsyariya dîrokî ya ku kampanyaya navborî daye ser milê wan, di 15'ê Sibatê de tevî bi sedhezaran kesî dakevin qadan û 15'ê Sibatê şermezar bikin. 
 
100 HEZAR KART JI ÎMRALIYÊ RE HATIN ŞANDIN
 
Zumrutê diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji çar aliyê cîhanê 100 hezar kart şandine Îmraliyê û ev kart hê jî tên şandin û bal kişand ser "Meşa Azadiyê" ya ku ji aliyê ciwanên kurd û enternasyonalîst ku di 10'ê Çileyê de li Mannheîmê hatiye destpêkirin. 
 
DI 15'Ê SIBATÊ DE LI BER CPT'YÊ MÎTÎNG
 
Zumrutê da zanîn ku ev meşên ku ji 3 milan ve tên kirin û 25 herêmên bakurê Fransayê dihewîne, dê di 15'ê Sibatê de li Strasbûrgê bi mîtînga li ber CPT'yê bi dawî bibe. 
 
Zumrutê bal kişand ku meşa 25 rojan a li Fransayê ji ber ku yekemîn meşa mezin e xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got: “Ev meşa ku dê 25 rojan bidome û nûnertiya 25 salan dike, li 25 herêmên cuda berdewam dike. Gelê herêmê û raya giştî ya cîhanê di hemû rêyên meşê de der barê tecrîd û dîlgirtina fizîkî ya 25 salan a Abdullah Ocalan de tê serwextkirin. Her wiha serdanên dîplomatîk ên gelek saziyên sivîl, komeleyên mafên mirovan, partiyên siyasî û saziyên raman-lêkolînê tên kirin û têkildarî armanca lêkolînê agahî tên dayîn.”
 
HEZAR DOST HEZAR PANKART
 
Zumrutê parve kir ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Almanyayê mîtîngeke mezin bê lidarxistin û ev tişt gotin: “Armanca me ew e ku bi sed hezaran kes bi pankartên xwe beşdarî meş û mîtîngan bibin. Divê her kes bi coşeke mezin a seferberiyê beşdarî vê mîtîngê bibe. Mîtînga ku em ê di 17’ê Sibatê de pêk bînin, ji bo me ne dawî ye, destpêkek e. Pêdivî ye ku ev yek bê bilindkiirn. Divê muxatabên li Ewropayê ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê bikevin nava tevgerê."
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'
 
Zumrutê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rê nemaye û got: “Me heta îro ji berxwedanê pê ve tu tişt nas nekiriye. Me li kolanan jî li ber xwe da, em ê li kuçeyan li ber xwe bidin û em ê li kuçeyan bi ser bikevin. Mîtînga 17’ê Sibatê ji bo dema pêş destpêkek e. Heta ku Abdullah Ocalan azadiya fizîkî bi dest nexe, wê têkoşîna me bidome."
 
MA/ Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

12/07/2024
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde