Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan di Nobeta Edaletê ya Wanê de axivî û wiha got: “Dê demokrasî, aştî û azadî bi saya têkoşîna dayikên me bê vî welatî.” 
 
Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin didomin.
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Pervîn buldan û namzetên hevşaredariyê yên bajar hatin serdana çalakiyê. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA DAYIKAN BI XWE RE AŞTIYÊ BÎNE’ 
 
Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û got ku çalakiya dayikan gelek girîng û watedar e. Buldan, wiha domand: “Ez vê têkoşîna binirx a dayikan silav dikim. Serdana nobetê ji bo me gelek biwate û biqîmet e. Heke demokrasî, aştî û azadî bê vî welatî, dê ev bi saya têkoşîna dayikên me be.” 
 
‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî got ku dayik bi sala ye ji bo edaletê bang dikin û ev tişt anî ziman: “Lê hinek derdor naxwazin vî dengî bibihîsin. Di vê navberê de hevalên di girtîgehan de silav dikim. Daxwaza me ew e ku tecrîd were rakirin û ji bo bidawîkirina zextan gav bên avêtin. Hêvîdarim ev Nobeta Edaletê bibe wesîleya xwişk-biratî, aştî û azadiyê.” 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bitikînin, ji bo aşitiya ciwakî em bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye li xwe kirin. 
 
Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek welatî di tevahiya rojê de hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate nîşandan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. 
 
Di dema çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 7’an de berdewam kir. Di nava rojê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di nobetê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
Di dema çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Sabahat Acar got ku divê berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan bandorê li derve jî bike. Acar, anî ziman ku her kesê ji xwe re dibêje mirov dibê li dijî zilmê li ber xwe bide û wiha pê de çû: “Heke em berxwedana heyî mezin bikin, dê îktîdara AKP’ê neçar bimîne ku ji van polîtîkayên xwe paşvegavê biavêje.” 
 
Ji çalakvanan Mevlude Onar jî got ku ji bo aştiyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 20’an de berdewam kir. Çalakî li Nûnertiya DEM Partiyê ya Çîmentepeyê tê domandin û rêveberên DEM Partiyê yên Manîsayê, xizmên girtiyan û welatî hatin serdana nobetê. Hanîfe Gumuş ku kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê tê ragirtin di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tu kes nemire û bila ev şer bisekine. Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin.” 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî di roja 67’an de berdewam kir. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 67’an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê îro çalakî dewr girtin. Çalakvanan di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 58’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. 
 
Rêveberên DEM Partiyê yên Arnavutkoy, Ataşehîr, û Umraniyeyê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) û gelek welatî hatin serdana nobetê. Ji ziyaretvanan Nesîme Karakaş got ku ji bo sekinîna şer divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ev tişt anî ziman: “Em ji bo zarok û Rêbertiya xwe li vir in. Ev 35 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev yek di nava me û gelê kurd de rê li ber fikaran vedike.” 
 
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’
 
Ji ziyaretvanan Menekşe Gokçe jî di nobetê de wiha got: “Ez Dayikên Aştiyê birêzdarî silav dikim. Grevên birçîbûnê yên li zindanan berdewam in. Dayikên me jî ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniyê çalakiyeke wiha dan destpêkirin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.” Têkildarî mijarê ziyatetvan Yavuz Kahraman jî got ku divê ji bo agirbesteke mayînde tavilê aştî pêk bê. 
 

Sernavên din

15/07/2024
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan