Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:50 18 Sibat 2024
  • |
img

SÊRT - TUAY-DER, DBP û DEM Partî bi girseyî çûn serdana Îskan Çelîk ku piştî 30 salan hate berdan. 

 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê bi girseyî çûn serdana Îskan Çelîk ku piştî 30 salan hatibû tehliyekirin. Çelîk, di sala 1992’yan de li Sêrtê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebedê lê birî. Çelîk, piştî 30 salan, di 16’ê mehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tehliye bû û hate bajarê xwe navçeya Misircê ya Sêrtê. Nûnerên TUAY-DER’ê, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, namzetên hevşaredariyê yên Misircê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn û gelek kes di serdanê de cih girtin. 
 
 
15 SALAN DI HEMAN GIRTÎGEHAN DE MAN
 
Yek ji kesên di ziyaretê de cih girtî jî Îzzetîn Sevîlgen bû. Sevîlgen, piştî 31 sal û nîvan di 15 cotmeha 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê hatibû berdan. Sevîlgen û Çelîk zêdetirî 15 salan li girtîgehên Sêrt, Amed û Şirnexê bi hev re mabûn. Di serdanê de Sevîlgen û Çelîk hev hembêz kirin û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. 
 
‘HEVALÊN MÎNA TE HÊVIYA ME MEZINTIR DIKIN’
 
Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Saritaş, bi domdarî wiha got: “Min silavên hemû Kurdistanê ji bo te anîne. Em dizanin ku bedela herî giran a vê tekoşînê hevalên me yên di girtîgehan de didin. Em dizanin ev yek çi qas biqîmet e û ev yek rêya vê tekoşînê jî nîşanî me dide. Hêvîdar im ev zilm û zordarî, ev desthilata zalim bi saya yekitiya gelê kurd û hêzên demokratîk bê hilweşandin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Berdana hevalên mîna we, hêviya me mezintir dike. Em careke din bejna xwe li ber vîn û berxwedana we ya mezin ditewînin.”
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ
 
Di berdewamê de Saritaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Li ser birêz Ocalan ev 3 sal in tecrîdeke mezin heye. Gelek hevalên me yên girtî niha di girevên birçîbûnê de ne. Ev yek jî nîşanî me dide ku divê em bêhtir û baştir bixebitin.”
 
‘ARMANC SERKEFTIN E’
 
Piştre jî Îskan Çelîk axivî û bal kişand ser zextên li ser girtîgehan. Çelîk, destnîşan kir ku zextekî giran ê derûniyê li ser girtiyan tê kirin û wiha domand: “Lê heval bihêz û xwedî vîn in. Heval hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heval hêza xwe ji tevgera xwe digirin û moralê hemûyan jî bilind e. Rêya hevalan vekirî ye û armanca wan jî serkeftin e. Ez jî ji bo we, gelê me û hemû hevalan serkeftinê dixwazim. Hêvî dikim serkeftin a me be. Serkeftin xeyalê me yê herî mezin e. Ji bo hatina we gelek spas dikim.”
 
Piştî axiftinan, şandeyê bi Çelîk û Sevîlgen re sihbet kir. 
 

Sernavên din

26/07/2024
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin